4 Haziran 2024 Salı

pîyon

Ax bi hesreta xwînê dijî li welatê min; tehma xwînê hilanîye carekê, bêyî wê nikare.
Û li welatê min xwîn ji her tiştî erzantir e, mixabin…
Sîyaseta sîyasetnezanan, ne ji ber nezanîna wan a sîyasetê ye;
lewra her kes li pey kurtêlê xwe ye
û bi saya sîyaseta xwelîserên sîyaset(ne)zan em hînî kultura kurtêlxwirîyê jî bûn, di vî zemanê xerab de ku êdî kûçik jî tenezulî xwe nakin li hêla kurtêlan binerin.
Li jor şerê rant û bertîl û îhaleyan, li jêr jî qayîşbihevrekişandina xwelîyê.
Û bi xwelîyê dibin welî welatîyên min, li Amaraya pîroz(!)
Şer…
şaredar…
şaredarî…
şerê şolî û genî û ne belî.
Na na, 
belî ye, lê em xwe li kawikî datînin bi haweyekî ne belî.
Êê!..
Di ava şolî de masî xweş tên girtin, ezbenî.
Û şolîyê dîl girtîye; çavên me kwîr, guhên me kerr, em bûne wek pezên sewsî.
Bajooo!..

Gotina Dawî
Ji pîyonan re nebin pîyon!