17 Haziran 2024 Pazartesi

ji kerbê dunyayê

Rast e…
Hin meriv hene, meriv wan bi mîza Xwedê bişo jî, ne dilê meriv li wan vedibe, ne jî xwîna meriv li wan dikele;
lê bêguman…
Ilhez nuha ez jî bi hin kesan werê têm.
Ê jixwe…
Hûn ê texmîn bikin bê dilê kê li min venabe û xwîna kê li min nakele!..
Ew kes…
Ne dil bi wan re heye, ne jî xwîna wan ne tu xwîn e.
Û jixwe…
Heger xwîn herimîbe, lewitîbe, bila ne dilê wan kesan li meriv vebe, ne jî bila xwîna wan li meriv bikele.
Xwedê neke…
Were û ew xwîn li meriv bikele ango meriv di nav wê xwînê de bikele, ne xwîna meriv wek xwe dimîne, ne jî karektera meriv.
Axir…
Baş e ku em û hin kes ji hev hez nakin û dilê me li hev venabe û xwîna me li hev nakele.

Ev dost, heval, nasên li ser twîtterê, xusûsî jî yên di koçkên ango odeyên twîtterê de bi tirkî kurdperwerîyê dikin, mixabin lê hûn tenê xwe dihetikînin û kenê guran bi xwe tînin;
vê bizanin û ji nû ve karekera xwe biwezinînin;
haa!
heger mêzîn di destê we de be!
Îja heyran…
Ji bo deh kes ê ji deh kesên din re qala we bike, bi derewan serî li xwe û li hev mezin nekin.
Zeman diherike û hûn ê jî bi zemên re bilewitin;
lewra…
zeman qûna meriv dide tavê û tav ê jî rojekê ji rojhilat hilê.
Axir…
Mesele kûr e, dahwe giran e, lê em xwe pir sivik dikin gelek caran, mixabin.

Haa!..
Ez vê jî bibêjim, heya nuha min peyva “dunya” wek “dinya” dinivîsand, lê îro di nava rojê de nizanim çend caran li ser rastbilêvkirina vê peyvê çûm hatim, axir min biryar da ku “dunya” ji “dinya”yê xweştir li ser zimên rûdine.
Û dîsa axir…

Gotina Dawî
Ji zarokên xwe re sermîyanekî xweşik bihêlin,
da ku…
zarokên we bi ser wî sermîyanî de nerîn.