26 Haziran 2024 Çarşamba

axir

De bêaqilino, dee!!!
We Kurdistan serbixwe û azad kir, îja dor hat şerê kurmanc û zazayan!
De îja ev kurmanc û zazayên şer dikin jî, ne kurmanc kurmancî ne, ne jî zaza zazakî ne;
her du alî jî li hêlana tirkan rûniştine û li ber strana “berçem berçem diçûme, benîştê xwe dicûme” bi haweyekî bêhişî xwe kil dikin û dihejînin.
Ez ê bibêjim,
ka aqil!
Lê jixwe ji mêj de ye rebenê aqil ji serîyan koç kirîye.
Axir…
Ev mîrata “axir”ê jî bûye mezeloq û bi zimanê min ve zeliqîye; heya nebêjim “axir” nizanim di ser mijarekê re gav bikim û derbasî mijareke dinê bibim.
Axir û ez êdî di ser vê mijarê re gav bikim,
lê…
gavavêtina di ser mijarekê re ne karê her mêrî ye û her jin jî nikare qayîşê bi mêran re bikişîne, dema mijar dibe afirînerî.
Ya star!
Tu yê sûnd bixwî ez ji bêvila Şeytên ketime!..
Çawa min mijar bir li wekhevîya jin û mêr sekinand, lê ne bi xezeba serokê sererd û binerd;
lewra…
wekhevîya ew diparêze, ne wekhevî ye, wek hevîr e û ew hevîr jî hevîr e, haa; nerm û germ, mîna can û ten û bedena jinhorîyan.
Îja heger rojekê Xweda emrê serokê sererd û binerd bistîne, 
bi şaşika serê seydayê min mele Birhan, nav qewmê Lût ê jî bi destê wî nekeve.
Erê, axir.

Gotina Dawî
Axir!..