12 Haziran 2024 Çarşamba

fikirîna bi kurdî bikin serdest

Hevalino!
Ji kerema xwe re, binivîsînin, heqê min tune ye ji tu kesî re bibêjim nenivîsîne,
lêbelê…
heya ku hûn bi kurdî nefikirîn, bila berhemên we/dosyayên we neçin çapê û wek kitêb dernekevin pêyasê;
lewra…
zarok û ciwanên nûgîhîştî, bi kitêbên em dinivîsînin û çap dibin fêrî rastnivîsîna kurdî dibin,
loma jî…
bila xeta xwar ne ji gayê pîr be.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
bi tirkî nefikirin û bi kurdî nenivîsînin;
bi erebî nefikirin û bi kurdî nenivîsînin;
bi farizî nefikirin û bi kurdî nenivîsînin;
bi kurdî bifikirin û bi kurdî binivîsînin,
da ku…
karektera me di bin tesîra zimanên dagirker de nebe xulam û berdoşekê dagirkerên me
û hûn sax!..

Gotina Dawî
Bi eşqa populîzm û oportunîzm û konformîzmê kurdî ji karekter nexînin.