6 Haziran 2024 Perşembe

afirînerî

Kovan Baqî ji berhema Mario Vargas LLosa gotinek par ve kirîye. 
Dibêje ango dibêje ew ciwamêr dibêje, “Afirînerî ji kesên din nayê fêrkirin. Tekane rêya afirînerîyê xwendin û nivîsandin e..."
Erê rast e, 
lê bi xwendin û nivîsandinê jî heya derekê…
Te got erê rêzdar Mario Vargas Llosa?
Ez ji te re dibêjim, lê tu jî biçî xwe bigihînî Kovan Baqî û biwêja “Dîwaro min ji te re got, bûkê tu fêhm bikî” sê caran li ser hev li ber guhê wî bike pingînî mîna pingînîya senfonîya kelmêşên havîna lixweheyirî.
De îja ez ê jî ya xwe bibêjim, heger ne bi dilê we be jî…
Divê afirînerî di gen û genetîka meriv de hebe; dû re bi rêya xwendin û nivîsandinê ew afirînerî fantezî û xeyalên rengîn û estetîk li xwe/xwedîyê xwe bar dike.
Bi kin û kurdîya kurmancî, heger ew qumaş bi meriv re tune be, meriv tenê nivîskarekî ji rêzê ye
û jixwe li pêyasê jî li bin guhên hev dikevin, mixabin!..
Yanî heyran,
heger em bi ya Kovan û Mario bikin, wê çaxê xwendeyên ku her weha dinivîsînin jî hemû afirîner in, 
lê tiştê ez dibînim, pirê xwendeyên ku dinivîsînin tenê hevdu teqlîd û dubare dikin.
Axir…
Ji afirînerîyê re hiş û mejîyekî taybet divê.

Gotina Dawî
Mesele ne nivîskarî ye, mesele meriv bi nivîsê karî  ye yan nikarî ye!