2 Haziran 2024 Pazar

qaşo neteweperestî

Neteweperestên kurd, 
biborin!..
Qaşo neteweperestên kurd… 
Erê, ev neteweperestên ecêb, her roj, bîst û çar seetan li hev dicivin û li dijî sîyaset û zîhnîyet û têkoşîna PKKyê
dipeyivin…
rexneyan dikin…
muxalefetê dikin…
Lê bi tirkî û bi tirkîyeke xerxote, şikestî û seqet!
Bi vî haweyî hûn ê nikaribin pişta apocîyan deynin, lewra hûn jî mîna apocîyan û bi stratejîya apocîyan a ûcûbe/xav/beloq ango populîst û oportunîst tev digerin.
Yanî jixwe apocî hene, çi hewceyî we ye!
Neteweperest,
ango yên qedrê neteweya xwe digirin û hewl didin alaya neteweya xwe di qada navneteweyî de bilind bikin; ji neteweyên din re dibêjin em jî hene û çendî em ne di ser we re bin jî em ne di bin we re jî ne!..
Û ev jî bi zimanê xwe tê kirin.
Yanî…
ya te û wan ji hev vediqetîne çi ye?
Ziman e, zimanê te ye.
Û heger hûn ne bi zimanê xwe, bi zimanê yekê ji wan neteweyan bipeyivin, hûn ê neteweyekê li wanneteweyan zêde nekin, hûn ê neteweya xwe di nav wan neteweyan de bimehînin
ango tune bikin, bikin hîç.
Û hîç jî pîç e, pîçtî ye li ber derîyê xeşkê!

Gotina Dawî
Ez di neteweperestîya we nim!