8 Haziran 2024 Cumartesi

doxîna anarşîst

go,
tu bext bi xwe yî, xorto 
û xwedê ûjdanek daye te, 
mîna ava kanîya ku hîn devê evd û tebayekî xwedê pê nebûye,
pak e, paqij e û zelal e mîna ava zêr e.
ez dikarim te bikim qible û berê xwe bidim te û îbadetê bikim, heta talîya emrê xwe;
lê…
erê, lê
bawerî bi wê doxîna te ya sist nabe 
û ez wek navê xwe jî dizanim, 
ji xêndî min li gelek jinên din jî vebûye 
û ew ê hîn vebe jî.
û çi bikim?
çendî ne cahil û nezan im 
û têra xwe xwende û jîr û şareza me jî, 
nikarim mifteyê li derîyê dilê xwe bixim û wî derîyî li ser te biqufêlim.
nikarim, mixabin!
nizanim,
xwelî li serê min be
yan agir bi mala eşqê û aşiqan keve,
nizanim!
min go,
ne ez bûm xwedî, 
ne jî ji yên xwe xwedî dîtin re bûm yekî kedî.
û navê min jî derketîye bi doxînsistî,
lê doxîn heye û doxîn…
ez ê bibêjim,
ji nuha şûn de ez ê êgir berdim doxînê û teva kîrê xwe bişewitînim,
da ku tu bes biêşî êdî,
lê ez baş dizanim, 
ne ji kîrê min ê anarşîst û bêqible be jî,
piştî demekê, 
li ber dilê te ez ê bibim kerekî bêkêr î xesandî.
bi kin û kurdîya kurmancî, 
reb bi xêra rep e, ezgorî!