28 Haziran 2024 Cuma

kulmek bextewarî

Bexto li devê derî rûnişt, bi misînkê xwe destmêja xwe girt û rabû ser xwe, lê berî dagere hundir, ji misînkê xwe kulmek av bera kefa destê xwe yê çepê da, ew kulma avê di devê xwe de werda û hêdîka rijand binya nigên xwe û li xwe zîvirî. 
Berî şimika xwe ji pê bike û gava xwe biavêje hundir, misînkê xwe spart dîwarê ber derî û derbasî hundir bû.
Lawikê wî Xêro deh duwazdeh salî bû. Li bavê xwe pir miqate bû; ku bavê wî dest bi destmêjê dikir, wek çiprîskê ji cîyê xwe hilor dibû, bi rev diçû li şujdeyê digerîya. Te yê sûnd bixwara wezîfeya wî ya esasî raxistina şujdeyê ye. Çav her li liv û tevgera bav bû.
Erê, wextê Bexto derbasî odeyê bû, Xêro şujdeya wî raxistibû. Rasterast berê xwe da şujdeyê û ber bi wê ve çû. 
Berî li qibleyê “Alahuekber” bi zorê ji nav lêvan hat bihîstin.
Piştî nimêja xwe kir, tibabekî ji ser şujdeyê ranebû ser xwe; her du dest li pêşîyê vegirtî, di ber xwe de çend dua kir ji ometa Muhamed re.
Dû re rabû şujdeya xwe li hev pêça, bir danî ser bahlîfa ber derîyê odeyê û bi dengekî dawidî bang Xêro kir:
-Haa Xêro! Hela ka ji bavê xwe re wî cebeşî û kêr û mesefekê bîne. De zû, dee!
Cebeş cebeşê Amedê bû, bi qasî nîvê qalibê Xêro bû; Xêro bi gindirkê ew anî li ber bavê xwe ediland û di nig de dîsa vegerîya hêla malê ya din, kêr û mesef jî anî danî ber bavê xwe û wî jî xwe li ber xweş kir.
Bexto rahişt kêra xwe û cebeşê xwe di nêvî re kir du felqe; cebeş sorîkur bû, av ji devê Xêro za.
Wextê Bexto cebeşê xwe jê dikir, zêde kêra xwe kûr danedixist, bi qasî stûrbûna tilîyekê cebeş bi qalik ve dihişt.
Axir, Bexto cebeşê xwe temam kir, qalikên xwe danîn ser sinîyekê û ji Xêro re got:
-Berxê min, here bibe mala Şadî, bila van qalikan bide çêleka xwe.
Xêro rahişt sênîka qalikan û wek bayê bezê xwe li derî qewimand, di bêhnekê de xwe gîhand ber derîyê mala Şadî; jixwe derîyê hewşê vekirî bû. Xêro got:
-Metê Bozê! Metê Bozê! Va ye min qalikên cebeşan ji çêleka we re anî.
Bozê bi bişirîn hat ew sinî ji destê Xêro girt. Xêro jî ji çila cebeş, çawa hatibû werê jî li xwe zîvirî, bi rev xwe malê girt.
Bozê derbasî hêla malê bû, çû ji ser dezge kêrek ji refika dezge derxist û hat di ber sinîya qalikan de rûnişt. 
Ew cebeşê ku bi binê qalikan ve mabû, xweşik xeritand, xist sênîkekê û rabû ser xwe, ber bi salona malê ve çû. 
Her du keçikên Bozê rûniştibûn, ji xwe re bi holîkan dilîstin. 
Bozê ew sênîka cebeşan bir danî ber wan. Her du keçik çawa çav li wê sênîkê ketin, dev ji lîska xwe berdan û bi kêf û bişirîn êrişî cebeş kirin; şotika ava cebeş di qiraxa devên wan re diherikî nav pêxîlên wan, lê ji bextewarîya wê kêlîyê, ew ava mezeloqî ne xema wan bû.