13 Haziran 2024 Perşembe

otobana entabê

Yekî ji gundê Diêmê şofêr e. Li otobana Entabê ew û pismamê xwe ne. Pismamê wî jî pê re vedigere welêt.
Her du pismam di otobanê de çav li keçikên li ser rê dikevin. 
Jixwe hûn dizanin, qehpikên otobana Entabê bi navûdeng in û gelek şofêr ji mêranî xistine.
Zivistan e. 
Pismamê şofêr nêtê li wan qehpikan xera dike û nikare doxînê li efendîyê xwe bişidîne. Efendîyê wî çav li wan qehpikan ketîye, ji fitêzê derketîye ji qewla me mêrdînîyan û ji pismamê xwe yê şofêr re dibêje:
-Ka bikişîne qiraxa rê, ez ê di yekê nim, rebê wê bînim ber çavê wê.
Şofêr dibêje:
-Kuro binere, heger tu niyandina xwe bikî, ez ê nehêlim bi heramî/bi cenabet tu li kêleka min rûnê haa; Xwedê neke qezayek belayek ê bê serê me.
Axir…
Piştî zilamê me niyhandina xwe dike, pismamê wî jê re dibêje:
-De ka here xwe helal bike îja.
Ev jî li ser rê ye. 
Dibêje:
-Ka ez ê çawa û bi çi xwe helal bikim? Ka av?
Pismamê wî bermîlê nîşanî wî dide, dibêje:
-Aha wa ye bermîla mazotê tije av e û here sê caran xwe tê dake û eşheda xwe bîne û tu sax.
De îja wê zivistanê, ser devê bermîlê qeşa girtîye û li ser wê rêyê, li bin vizeviza wî bayî…
Ya star!
Zilamê me ji mecbûrî dihere û dikeve wê bermîlê.
Her ku xwe tê dadike, ji serma lêvên wî diricifin, dibe reqereqa diranan û dibêje:
-Eeşşşşşşşhedûenlaaaaaaaa!..
Û dîsa xwe tê dadike.
Piştî xwe helal dike, dibe mîna textekî, sar û lal.
Heta xwe digihîne Diêmê her du betanîyan li xwe dipêçe û bi hûkehûk û ufeuf…
Şofêr jî her carê dizîvire ser û di ber xwe de dibêje:
-Min di te kiro! De îja herê haa!

Çavkanî:
Evdilayê ne ji ometa Abdullah