27 Haziran 2024 Perşembe

dîsa ji şevan şeveke tarî

Ji bîr nekin!
Heya hûn terka jîyîna xwe ya bi tirkî nekin; çi fikirîn, çi axaftin, çi nivîsandin, li ser “Kurd/Kurdî/Kurdistanê” hûn çi bibêjin jî, tenê masturbasyon e.
Û dagirker li ser bêhişîya we orgazm dibin!
Haa!
Tenê kurdîzanîn jî bi tena serê xwe têr nake, heger vîzyon bi te re tune be.
Yanî…
ne bi tirkî li ser serê me quretîya neteweperestîyê bikin, ne jî kurdî ji xwe re bikin pîne û talde û stargeh.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
kurdî bin, lê têr û tije û zana bin.
Lê…
ji vê re jî qûneke mezin lazim e, mîna qûna Jennîfer Lopez, lê bi şertê her ku here nebe buxçik, bêtir bişide.

-Hoo xwarzê! Kuro, te xêr e tu weha ketîyî nav mitalan û di ser kîrê xwe de diponijî?
-Xalo, weleh zarok hûr in û ez li siberoja wan difikirim.
-Lo lawo, erdên te, pez û tariş û dewarên te, rez û dahlên te, bi qasî tu li siberoja zarokan difikirî, nêvîyê wê tu li siberoja zarokên zarokan jî bifikirîyayî…
-Te go siberoja zarokên zarokan? Çawa yanî? Ew çi ye?
-De bi xêr kengî tu ji mal û milkên dinyayê têr bûyî, were li ber sîya gunê xalê xwe vekeve, soz xalê te yê ji te re çîroka siberoja zarokên zarokan bibêje.

Gotina Dawî
Siberoja zarokan mal û milk û pere ne, lê siberoja zarokên zarokan ziman û ax û welat e!