8 Haziran 2024 Cumartesi

ne hecîyên me ne jî şoreşgerên me

Em mêrdînî ecêb in.
Ne sosret ji me kêm dibe, ne jî felaket…
Wek hûn dizanin, her sal vî zemanî hecac ji bo serdana mala Xwedê ango ji bo navê hecîtîyê li pêşîya navê xwe zêde bikin û baştir hînî fen û fûtan bibin, berê xwe disin Mek û Medînê;
lê…
ahaa mesele jî ji vir dest pê dike jixwe.
Êdî ne wek berê ye, hecîtî ew qasî ne erzan e, ew qasî ne rehet e; ji bo çûyîna hecê zirqûnek divê,
lê ne her zirqûn jî ango ne qûna ku bi xwarin marinên pîs û ne baş bez û dûv li xwe zêde dike; qûna ku bi pere û zengînîyê dinepixe û mezin dibe.
Bi kin û kurdîya kurmancî, 
vî zemanî, pereyê te tune be, tu bixaltîyê Muhammed be jî, ne kes te dike hecî, ne jî kes dine qûna te wê vîzeyê dide te ji bo çûyîna Mek û Medînê.
Axir…
Ji qefleyekî re ango ji hin ciwamêrên ku nêt xera kirîye herin hecê re vîze dernakeve û kejika stuyê xwe dixwirînin; 
nîvhecîyên me hêrs dibin, aciz dibin, pir li ber dikevin, serê xwe bera ber xwe didin û bi ser kîrê xwe de diponijin;
lê berê jî me gotibû, mêrdînî ji bêvila şeytên ketine, zû bi zû teslîm nabin.
Ev nîvhecîyên me li hev rûdinin, bi hev dişêwirin û biryarê didin ku bi fen û fût û deleverîyan ji xwe re vîzeyên sexte derxin û derdixin jî…
Nîvhecîyên me pev dikevin û xwe digihînin Suûdî Erebîstanê, lê hesabê malê û sûkê li hev dernakeve, polîsên Suûdî bi wan dihisin û dikevin pey şopa wan.
Lê her cara ku polîs digirin ser hotela ku nîvhecîyên me lê dimînin, xwedîyê hotelê bi rica, minet û bertîl, bi haweyekî wan qanih dike û wan bi şûn de vedigerîne.
Rebenan ji tirsa dikevin tev, diqutifin; bi şev newêrin empûl û lambeyên xwe vêxin; mîna mişkan xwe di odeyên xwe de dimirînin..
Lê polîs xwedîyê hotelê tembîh dike, çûyîna çîyayê Erefê li wan qedexe dike.
Ê heger neçin çîyayê Erefê zîyaret nekin û Şeytên kevir nekin, hecîtîya wan jî qebûl nabe; nîvhecîyên me li xwe diheyirin;
çûyîna ser çîyayê Erefê li wan qedexe ye, ku neçin Şeytên nedin ber keviran, nabin hecî;
lê ya muhîmtir, heger bi haweyekî xwe bigihînin ser çîyayê Erefê jî, polîs bi wan hisîyane, li vegera xwe ya welêt mane heyirî.
Axir…
nîvhecîyên me nuha li Suûdî Erebîstanê di navbera zik û binzik de asê mane; hewl didin li wir jî bi haweyekî vîzeyên sexte derxin û bi silametî xwe bigihînin welatê xwe, nav zar û zêçên xwe.
Erê, Xwedê mezin e, lê mêrdînîyên me jî têra xwe hene, haa!..

Gotina Dawî
Heyran,
misilmantîya me jî ne tu misilmantî ye, welatparêzîya me jî ne tu welatparêzî ye; ji serî heta binî em sexte ne û sextekarî ji me difûre.
Doh,
welatparêzên “kurd” bi sextekarî bi pereyê mîtê û bi desteka dewletê partî û rêxistin ava kirin û xwe li ser serê civakê kirin şoreşger û qehreman û welatperwer;
îro jî,
hecîyên “misilman” bi sextekarî û bi vîzeyên sexte diherin hecê û navê hecîtîyê li pêş navê xwe dinivîsînin û piştî vedigerin welêt jî, li ser serê civakê dibin demogog û bi manîpulasyon û sextekarîyan, bi fen û fût û çîrok û derewan mala xelkê xera dikin.
Nahlet li we û îdeolojîya we jî, nahlet li we û dîn û bawerîya we jî bê!