Hewar hewara kurdan bi kurdî digihêje ezmanê heftan, lê mixabin,
ji ber ku Xweda bi kurdî nizane, jixwe hewce nake isreheta xwe xera bike.
Qîrîna pez û dewar û sewalan jî bi ser ezmanê şeşan keve û here xwe bigihîne ezmanê heftan jî ne xema gunê wî ye;
lewra ji mêj de ew rebenên bêziman ji evdên wek xwe re kirine qurban
û ji bo fantezîyên xwe yên beradayî tîna kêrê li ser stuyên wan rebenan her û her hîs bûye.
Axir…
Dewleta dagirker a ku bi zorgayînê mehra xwe li me kurdan birîye, li ber hewar hewara me kurdan fantezîyan diceribîne, bi haweyekî masturbasyonîst.
Û partî û rêxistinên “kurd”an,
hîn jî li ser biratîya tirk û kurdan, bi romantîzmeke fehş qerf û henekên xwe bi aqilê me kurdan dikin.
Û her weha,
di bin sîya dewletan de bi haweyekî qeşmerane û teresane kurdan hînî bêdewletîyê dikin, mixabin.
Bêguman,
kurdî jî li ber tayê tolikê govenda bêhişîyê digerînin.
Şabaş ji bênamûsîyê re, şabaş!
Şabaş ji teresîyê re, şabaş!
Û sibê dîsa wek her car em ê her kes wî agirê ku ji Çîyayê Mazî pejiqîye nav dilê me, ji bîr bikin û wek tiştek nebûye em ê serê xwe li ber dewleta xwe deynin û bejna xwe jî li ber milîtan û sîyasetvanên xwe bitewînin.
Nizanim ka ev cara çendan e, lê ez ê dubare bikim;
ka aqil!
Gotina Dawî
Bibin kurd, bibin kurdî, bibin Kurdistan!