29 Haziran 2024 Cumartesi

hêmo û mêşo

Mêşo destê xwe dirêjî kevçîyê qedeha çaya ber xwe kir, bi serê kevçî girt û bi haweyekî sivik û rîtmîk ew kevçî li hundirê qedehê li hev zîvirand. reqînî ji qedehê anî, şekir di binê qedehê de hilîya jî nesekinî, bi qasî nîvdeqeyekê reqînîya qedehê dewam kir.
Hêmo got:
-Bi telaq Mêşo, wextê tu qedeha xwe li hev dixî, li ber şingînî û reqînîya qedeha te reqsa meriv tê. Malnexerabo, ne tenê şekir, te binê qedehê jî hiland. Bes e weyy!
Mêşo lê ho veneda. Piştî gotina Hêmo neh deh sanîyeyên din jî qedeha xwe li hev xist. Dû re kevçîyê xwe ji qedehê derxist, danî qiraxa teblîka qedehê û qurtek jê vexwar:
-Oxxx, çi xweş aa!
Û fitilî ser Hêmo:
-Haa Hêmo! Ji zû de ye min digot ez ê bipirsim bipirsim, lê ji bîra min diçû.
-Çi? Çi ji bîra te diçû, mîrê mêşan?
-Ev tu ji min re nabêjî, çima ji we re dibêjin mala mirîd? Ma qey berê hûn apocî bûn, hi ii?
-Lo lawo, çi apocî çi quzê kerê! Îja tu dikî tiştinan bi me ve bzeliqînî! La hewle wela! Em ne quzê kerê ne! Rehmetîyê kalkê min pir bi ser quz û nîyhandinê de bû; te ew di nav beroşa quzan de bikelanda, dilê wî rehet nedibû, jê têr nedibû, loma jî wî zemanî jê re gotine mirîdê quz mirîdê quz û ew mirîd ew ro ev ro ye bi me ve zeliqîye, ji me re bûye wek paşnavekî.
-Heylo! Wek meseleya Mala Quzalês!.. 
-Çiii? Te got quzalês?
-Erê, ew Çeçanê Quzalês jî, yê nizanibe, ew ê bibêje qey li ser rûyê vê erdê quz miz nehiştîye loma jê re gotine Çeçanê Quzalês, lê ne werê ye. Rastîya çîrokê ev e: 
Rojekê dengê wî û gundîyan tê. Gundî digirin ser mala wî, ji tirsa dikeve tev. Ji hewşê direve hundirê xênî û derî li ser xwe diqufêle. Li hundir dibe hewar û gazîya wî. Ji bo xwe bide efûkirin û avekê li êgir bike û gundî aş bibin, bi bergerîn dest bi lomeyan dike û hewl dide dilê gundîyan bi xwe bişewitîne: “Ez kûçikê we me. Ez xulamê jina we me. Ez dest û nigên we û jinên we maçî bikim. Ez quzê jinên we bixwim, bialêsim!” Ji tirsa wê kêlîyê, rebeno hema çi tê ber devê wî dibêje; her tiştî tev hev dike û pê de dirî. Gundî, bi bihîstina wan gotinan bêtir har û dîn dibin û derî dişikînin û êrişî hundir dikin. Çeçan didin ber çoyan; ne serî dimîne, ne parsû dimînin, ne pişt, ne jî çîp û nig, wî dixin nav merşan. 
Îja nifşê berê dizanîbû Çeçanê Quzalês çawa bûye Çeçanê Quzalês, lê nifşê nuha nizane. Hay ji nifşê nuha heye Çeçan Quzalês di dem û dewra xwe de Tecawizcî Coşqun û Nûrî Alço bûye. Erê lo, eynî wek meseleya mirîdtîya we û mala we lo.
-Ê law Mêşo, te di bêhnekê de ne apocîtîya me hişt, ne jî quzalêsîya me! Ev tu çi tuxim e lo?
Di binê qedeha Mêşo de bi qasî qurtekê çay mabû. Mêşo destê xwe dirêjî qedeha ber xwe kir, rahiştê û bi ser xwe dakir û li xwe zîvirî li hêla ocaxê li Birhan nerî:
-Birhano, hela ka vê carê jî ji apê xwe re lezoyekê bîne. Û dîsa fitilî, di ser xwe re li Hêmo nerî:
-Haa! Û bira meseleya min a mêşan jî ne wek xelk dibêje ye. Min mêş nedikuştin, bi destan min ew digirtin, min destê xwe li wan sist dikir û dida ber guhê xwe. Bi qasî bêhnekê min guh dida wê newa û melodîya ji çerpîna baskên wan difûrîya û dîsa min ew berdidan.
Hêmo rahişt qutîya xwe ya tûtinê, kir bêrîka çakêtê xwe û rabû ser xwe. Berî li xwe bizîvire, dîsa li Mêşo nerî û bû niçeniça wî:
-De îja meriv zilam be û meriv rabe lezo vexwe!..