27 Ağustos 2024 Salı

ez û araso

Bala wî ket morîkên stuyê min, bi meraq û baldarî lê nerî, nerî…
Got:
-Xalê Devliken, ew çi ye?
Min got:
-Morîk!
Got:
-Na na. Ya di nava morîkan de. 
Û destê xwe avêt wê fîgurê. 
Min got:
-Tav e! Û tav jî Xweda ye! Çawa tu bawerîya xwe bi Xwedayê xwe tînî, ez jî bawerîya xwe bi tavê tînim.
Got:
-Tobe estaxfûrullah! Xalê Devliken tu kufir dibî, wer nebêje.
Min got:
-Ma Xweda derewan dike?
Li min nerî, dû re yek bi yek li hevalên din ên li dora maseyê rûniştine, nerî,
Got:
-Erê, Xweda jî derewan dike!
Min got:
-Hey bênamûsê bêehlaq, ka heya nuha min çi derew li te kirîye?
Got:
-Heşayî te, xalê Devliken, min ne ji te re, min ji Xwedê re got.
Min got:
-Xweda ez im û ji nuha pê ve êdî tu jî pêxemberê min î.
Sar sekinî, kêlîyekê ne xwe tev da, ne jî peyv ber devê wî ket.
Got:
-Xalê Devliken tu meriv ditirsînî, lo!
Min got:
-Netirse! Bila ji te bitirsin!
Û ez fitilîm ser çayger,
Min got:
-Ji Xwedê û pêxember re çayê bîne.
Got:
-Xalê Xwedê, bibore, xalê Devliken, bila ji min re lezo bîne, ez ji çayê hez nakim.
-Min got:
-Lezo venexwe. Lezo vexwarina zarok û zilamok û qeşmerokan e. Êdî tu pêxember î û pêxember jî tiştê giran vedixwin.
Kenîya…
Got:
-Xalê Devliken, ma çi giranîya çayê heye? Bi Xwedê dêya min çayekê çêdike eynî wek lezo ye, tenê tehma wê naşibe çayê.
Min got:
-Min tu kirî pêxember, ji nuha şûn de hewce ye tu hay ji rabûn rûniştin, tevger û peyva xwe hebî; hewce ye tu hay ji xwarin û vexwarina xwe jî hebî.
Got:
-Xalê Devliken, here were min ê lezoyek vexwara, te kir qebhet!
Ez fitilîm ser çayger,
Min got:
-Ji min re çay, lê ji pêxember re aveke cemidî bîne.
Û ez fitilîm ser Araso,
Min got:
-Aras, lawê min, min pêxembertî ji te stend, êdî wek ên din tu jî pez î û ji dergeha min rabe, biqeşte biceheme, here, bila careke din çavê min bi te nebe.
Şûşeya ava cemidî bi ser xwe dakir û rabû ser xwe, kejika stuyê xwe xwirand û hêdî hêdî ji min dûr ket. Heya ji çavên min wenda bû jî, neh deh caran di ser stuyê xwe re zîvirî, li min nerî.

Gotina Dawî
Em dînan baqil, baqilan dîn dikin…
Sedeqallahulez!