4 Ağustos 2024 Pazar

xwe

Felsefeya Apo anku apocîtî li ser nezanîyê ava bûye; bi gotineke din, blokebûna/têkçûyîna mejî bi xwe ye, apocîtî.
Di serî de,
bi gotinên xweş, bi xeyalên utopîk te ditevizîne;
dû re,
hêdî hêdî dest pê dike, te ji te dûr dixe anku te dike xerîbê te;
piştî demekê jî,
êdî tu şerê kuştina xwe dikî!..
Li ser kuştina xwe, xweyekî nexwe, xweyekî xwe nas nake çêdibe û ew xweyê xwenenas, xwenenasan li xwe zêde dike.
Û xwenenas dibin xwedînenas, xwedannenas, zimannenas, axnenas, qewmnenas, ehlaqnenas!
Mixabin û bêguman,
ev xweyên xwenenas, di civakê de, aqilmend û rewşenbîr û civaknas in; di qada sîyasetê de, rêber û rêvebir û rayedar û sîyasetvan in; di nav huner û edebîyatê de, hunermend û stranbêj û helbestvan û nivîskar in, li ser ekranan, bêjer û pêşkêşvan û nûçegîhan û bernamekêş in.
Axir…
Bi kin û kurdîya kurmancî,
xweyên xwenenas XWE di BÎRa me de difetisinin!
Û hîn û hîn em hewl didin bi dewla wan herin BÎRa XWE!

Gotina Dawî
Divê em XWEyê bişînin BÎRê!
Heger na…
BÎR ê şolî bibe bi XWElîyê û em ê jî bibin leylan û wenda bibin!