13 Ağustos 2024 Salı

bîranînek

Min rahişt topa xwe û ez rabûm, derketim derve, ber bi stadyûma basketbolê ya sîteyê ve çûm.
Ber êvarî bû, hewa nerm û hênik bû.
Ji min pê ve kes li wir tune bû. Bi tena serê xwe pênc şeş neqlan min top avêt potayê neavêt potayê, hew min dî xortekî nuhgihîştî di ber min re derket. 
Got:
-Kekê, destûra te heye ez jî bilîzim.
Min got:
-Kerem bike; jixwe ev mîrat bi tenê nayê lîstin û tehm û zewqa wê jî tune ye.
Min top avêt ji wî re û bi qasî deh panzdeh deqeyan me him ji xwe re lîst, him jî em peyivîn.
Axir…
Wek ku ji devoka min tê gihîşt ez kurd im.
Got:
-Kekê, tu ji ku yî?
Min got:
-Ji Mêrdînê, ez ji Mêrdînê me.
Got:
-Ez jî ji Amedê me, lê ez li vir mezin bûme. Belkî bala te kişandibe, devoka min paqij e, bi devoka wir napeyivim.
Min nehişt bi min derxe, lê ez mizicîm.
Min got:
-Tu bi kurdî dizanî?
Got:
-Na weleh kekê, ez nizanim. Û jixwe li malê jî em napeyivin, loma…
Di ber xwe de min got: “Xwezî te bi kurdî bizanîya û bila devoka te jî ne paqij bûya.”
Êê!
Wextê mezinên meriv biçûk bin, xelk li ber çavê meriv mezin dibin û dû re meriv jî dixwaze bibe perçeyek ji wê mezinantîyê, mixabin, lê ne sûcû zarokên we ye, we xelk li ber çavê xwe mezin kirîye.

Gotina Dawî
Bi lez û bez azadî divê.