18 Ağustos 2024 Pazar

civata netemaman

Ji civatên min ên Qoserê civatek:
Evdirhîm anku Abêsî, di bin çavan re li Araso nerî nerî, qudûmê Araso şikest ji awirên Abêsî.
Destê xwe ber bi çavên wî ve bilind kir, bi haweyê ne temam e kilomilo kir, got:
-Xuya ye tu jî mîna min ne temam e, haa!
Araso bi wî mirûzê xwe yê tinazî got:
-Çii? Min fêhm nekir!
Abêsî hêç ket, ji hêrsa çav di serî de fireh bûn; got:
-Min got… min got tu jî dîn î! Tu jî!..
Û fitilî ser min, bi haweyê peyveke pir felsefîk kirîye, kenekî qure ji rûyê wî pengizî.
Araso destê xwe avêt bêrîka xwe, pakêta cixareyê ji bêrîka xwe derxist, ewil îkramî yên derdora xwe kir, dû re ji xwe re jî cixareyek ji hundirê pakêtê kişand, ew di nav lêvên xwe de bi cî kir û vêxist. 
Dixana cixara wî li nav çavê Abêsî belav bû. Abêsî bi diixana cixareyê aciz bû, xwe di gûyê xwe da. Bi haweyê wî naxe şûna zilaman, destê xwe lê ba kir kir û bû himînîya wî:
-Ku ku kuro! Tu him dîn î û û him jî cixareyê vedixwî!
Wek tu ji dîwêr re bibêjî, devê Araso wek qaçika bizinê ji hev çû, kenîya, got:
-Ê ma tu jî dîn î û tu jî vê gûyê vedixwî, axe!
Abêsî fitilî ser min, bi haweyê neket serî, got:
-Ka aqil!
Min got:
-Abêsî, ji Araso re bibêje, “Cixareyê venexwe, pîs e, ji bedena te re ne baş e.”
Abêsî fitilî ser Araso, got, “Cixareyê venexwe, pîs e, ji bedena te re ne baş e.”
Min got:
-Jê re bibêje, “Araq û esrarê jî venexwe; him guneh e, him jî meriv dike pûşt û qûnde û bêehlaq.”
Abêsî fitilî ser Araso, got:
“Araq û esrarê jî venexwe; him guneh e, him jî meriv dike pûşt û qûnde û bêehlaq.”
Min got:
-Û bibêje, “Nere nene qehpikan jî. Û heger tu van her sê tiştan bikî, tu yê herî cinetê. Û jixwe cinet jî tije qehpik in.”
Abêsî dîsa fitilî ser Araso, got:
-Nere nene qehpikan jî. Û heger tu van her sê tiştan bikî, tu yê herî cinetê. Û jixwe cinet jî tije qehpik in.
Bû hakehaka Araso, kenîya, got:
-Xalo, jixwe em ne temam in, tu yê bikî ku em rabin kirasê xwe jî biçirînin weyy.
Abêsî bi hêrs berê xwe da wî, got:
-Ew ne xalê te ye, xalê min e!