5 Ağustos 2024 Pazartesi

tîpên qoserê

Mêrdîn, bi taybetî jî Qoser/Qezê cîyekî pir balkêş e; bi dehan tîp û karekterên ecêb tê de dijîn.
Bi rêya kamerayên dizî/veşartî meriv dikare bi dehan fîlmên tewşomewşo anku absûrd bikişîne.
Ne dînên vî bajarî dînên normal in, ne jî biaqilên vî bajarî biaqilên normal in; 
pirê caran dîn ji biaqilan biaqiltir, biaqil jî ji dînan dîntir in.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
Qoser/Qezê platoyeke sînemayê ya xwezayî/siruştî ye.
Ev serê mehekê ye li vir im û her roj ez li tîpekî, li karekterekî rast têm, lê ji ber vê rojeva tewşomewşo/absurd ez wext û derfetê nabînim li ser wan binivîsînim.
Lê ji nuha şûn de ez ê hewl bidim carinan van tîp û karekteran bi we bidim naskirin.
Axir…
Îşev ez ê qal û behsa Ednan bikim.
Ednan mêrekî navsere ye, temenê wî ne şaş bim 50-51 e.
Nêvîyê temenê xwe li pey terextora sergo/çopê bihurandîye. 
Piştî xebata 25 salan teqawît bûye û nuha li kêfa kîrê xwe dinere, heger hayê wî jî kîrê wî hebe û kîrê wî jê nexeyidîbe!..
Li bajêr kesekî ku ew nas neke tune ye:
Kî ye?
Nav çi ye? 
Ji ku ye? 
Ji kîjan malbat û bavik û eşîrê ye?
Çi karî dike?
Yek bi yek, qul bi qul, hayê Ednanê me ji ser û binê vî bajarî heye.
Ne dixeyide, ne aciz dibe, ne hêrs dibe, bi her kesî re li hev e û dipeyive û guhdarî dike.
Xusûsîyeta wî ya balkêş: tu bi kunan, bi tasan, bi misînan çay bidê, jê têr nabe; dema li çayxaneyê li cem meriv rûdine jî, bi qedeha normal venaxwe, bi qedeha avê vedixwe.
Û çendî navê min Devliken e jî, devê wî ji devê min bêtir li ken e; yanî li cem wî ez xwe dispêrim paşnavê xwe û bi haweyekî kelogirî dilê xwe dibijînimê.
Wê êvarê ez û ew û çend ciwamêrên din ên ji haziran ne çêtir, rûniştibûn, em ji xwe re li ser mijar û meseleyên nesîyasî dipeyivîn. 
Ji nişka ve mijar hat ser mêranîyê û wek her car min xwe negirt. 
Min li Ednan nerî û bi qasî kêlîyekê min awirên xwe li ser wî asê kirin.
Serê xwe bi haweyekî şaş û ecêbmayî hêdîka hejand û got: 
-Çi bû hevalê Devliken?
Min got:
-Ednan, heger rojekê em ji mêranî bikevin û kîrê me hew rabe, em ê çi xwelîyê li serê xwe kin?
Bi haweyekî cidî got:
-Lo lawo, de ka bise! Ma her tişt kîr e lo!
Min got:
-Erê bi serê te, ha meriv ji mêranî ket, ha meriv mir, eynî tişt e. Kîrê meriv mifteya derîyê bihuştê/cinetê ye. Ku ew kîr ji meriv bikeve, ne kêf dimîne, ne zewq dimîne, ne jî huzûr. Loma jî bi haweyekî hewce ye meriv ji kêf û zewqa xwe nemîne.
Dû re ez fitilîm ser pismamê xwe. 
Min got:
-Yan jî meriv ê bibe qûnek û here li bajarekî din ji xwe re bijî. Qe nebe heger ji pêş ve meriv hew zewq stend, meriv giranîyê bide paşîyê êdî! Te got çi?
Pismamê min got:
-Ma çima bajarekî dinê? Dinya hurîyet e û hurîyet jî ji bo her kesî ye. Hewce nake ji bo çêrandina qûnê meriv here li bajarekî din bijî. Çi vir çi wir meriv bixwaze, meriv dikare her derê bike cîyê kêf û zewq û bextewarîyê.
Ez fitilîm ser Ednan, min ziq lê nerî û dîsa fitilîm ser pismamê xwe. 
Min got:
-Ê heyran, ku em bibin qûnek û li vî bajarî bimînin, ên wek Ednan ê bên di me nin. Ma werê dibe?
Ednan fitilî ser min, çav di serî de bûn du tas û bi haweyekî cidî û bi heyecan got:
-Heşayî te, hevalê Devliken. Na na, bi şeref ku tiştekî werê biqewime, ez ê bibêjim kerem bike tu were di min nî!”