21 Ağustos 2024 Çarşamba

binhişîya xwe kedî bikin

Rexne heger ji dil be, meriv pê xurttir dibe. Û ez ji paktîya dilê Îko piştrast im.
Wek hûn dizanin, belkî jî hûn nizanin, li ser twîtterê bi navê Rastnivîsîna Kurmancî rûpelek heye. Xwêdîyê vê rûpelê Îkram Baban e, lê ez bi xwe jê re dibêjim Îko. Hûn bi ya min dikin hûn jî jê re bibêjin Îko. Hewceyî bi tîpên zêde tune ye, heger xwedîyê nav ê jî bi navê xwe qayîl be...
Ev xweşmêr dilxwazekî zimanê kurdî ye û bîst û sê seet û nîvan serê xwe bi vî zimanî re diêşîne.
Ez texmîn dikim, ne ew bîst û sê seet û nîv, lê ya ji we re kul e, ew nîvseeta ye, lê ez ê ji wê re nebêjim bê ka di wê nîv seetê de çi dike.
Axir...
Li ser twîtterê ev xort li şaşîyên kê dihulkume, nabêje tu lawê an jî qîza kê yî, carinan mîna centilmenekî fransî, carinan jî mîna dîplomatekî xwedan prensîb şaşîyên xwedîyên şaşîyan radixe pêş çavê wan.
Yanî komîsertîya zimên dike û ez bawer im ji rewşa zimên a tê de ye jî hewce ye.
Xwe ji vî xortî aciz nekin û xwe jê nexeyidînin. Her çi dike, ji bo zimanê min û we dike.
Erê, belkî li ser twîtterê pêjna wî bi we ne xweş bê, lê heger rû bi rû hûn wî nas bikin, hûn ê rabin dilê xwe derxin, têxin kefa destê wî û li paş xwe nenerin, herin.
Û wextê hûn vegerin jî, hûn ê bibînin dilê we di dilê xwe de parastîye ji bo wek xwe bimîne.
Bi kin û kurmancî, 
çendî carinan bi wê ciwanîya xwe ya xwîngerm dilê we bihêle jî, bidin xatirê ciwanîya wî ya pak û henûn û tenê di bin simbêlan de bibişirin; piştî demekê ew bişirîn ê li ser zimanê we jî bibe bişirînek!..

Semyanî Perîzade
Ew kultura me ya bi zayîna îslamê re roj bi roj ji resenîya xwe dûr ket û di bin çarşefa reş de bû gulokek ji êgir û civak da ber xwe, tenê dikare bi hêz û wêrekî û xwebawerîyê ji nû ve li xwe vegere.
Em ne miletekî fahş û bêhawe bûn, lê em ne miletekî girtî, paşverû û olperest bûn jî.
Heta ez dikarim vê jî bibêjim; 
îslam, bi xêra wê paktî, xweşbînî, xweşehlaq û merivhezîya me piçekî nermijî, loma jî îslama di nav kurdan de tu carî neşibîyaye îslama di nav tirk û ereb û eceman de...
Wê rojê jî min gotibû:
"Heta ronakbîr xwe li ber çavê civakê reş nekin, ronî yê nekeve çavê civakê û di wê reştarîyê de civak ê ber xwe nebîne."
Bêguman...
Qesta min tenê ne ronakbîr in, her weha stranbêj, nivîskar û aktîvîst in jî.
Ji bo civakeke medenî, modern û pêşketî hewce ye ronakbîr, hunermend, stranbêj, nivîskar û aktîvîstên wê civakê civaka xwe bitehenîne, aciz bike.
Hûn ê her tiştê bi we xweş û rast lê bi wan şaş û fahş tê, hûn ê her tiştê bi we biedeb û normal lê bi wan bêedeb û beradayî tê, li ber çavê wan bikin û têxin çavê wan, ji bo lê binerin, bibînin û bilerizin; ji bo di hundirê wan de tofan rabe û ew tofan wan bide ber xwe; 
wan bi rastîyên wan bihisîne!
Wekî din, heger hûn ji tirsa wan li rastîyên xwe xwedî dernekevin û nedin pey rastîyên xwe, ew ê jî li rastîyên xwe yên jê dûr ketine, venegerin.
Hûn jê hez bikin nekin, tercîhên wê, jîyîna wê bi we ecêb bê neyê, Semyanî Perîzade bi sekn û helwest û tevgera xwe zingînîyê ji serê vê civaka paşverû tîne û ji kesên xwe avêtine paş arezû û daxwazên xwe yên zayendî/seksual re dibêje, "Hûn durû ne û hûn îxanetê li hest û hîs û bedena xwe dikin. Ez mirêka binhişîya we me. Ez a dilê we gelek kesan tînim cî, loma jî hûn ji hêz û wêrekî û xwebawerîya min dihesidin; xwe bi xwe hûn dibêjin çawa ew dikare em nikarin! Tiştên ez dikim ji we nayê. Barebar û nalenala bedena we ye, lê çendî hûn dibihîzin jî, hûn guhên xwe jê re digirin. Nehesidin, rik û gir bi min re najon. Li min xwedî derkevin da hûn bikaribin rojekê li rûyê zarokên xwe binerin!.."
Li Semyanîyên vê axê xwedî derkevin û nehêlin ji alî fahmkoran bên afarozkirin.
Ne ji Semyanîyan, ji kesên ehlaq di devê xwe de kiriye benîşt û bîst û çar seetan wî benîştî bi haweyekî fisgenî û bêehlaq dicûn, bitirsin.
Di rêya jîyaneke azad, medenî û modern de hûn hewceyî "bêehlaqî"ya Semyanîyan in.
Yan na,
her û her ji bo nuhkirina destmêjê hûn ê bibin kulmek ar!
Rengînîya civakê huzûr û aramîya civakê bi xwe ye.

Gotina Dawî
Civakeke birçî, nikare berhemên têr biafirîne!