12 Ağustos 2024 Pazartesi

paradîgma

Sîbel Yîgîtalp û paradîgmaya Apo!
“Problem anku pirsgirêka kurd tune ye;
li Tirkîyeyê problem anku pirsgirêka demokrasîyê heye.”
-Kê gotîye?
-Sîbel Yîgîtalp.
-Kî ye, Sîbel Yîgîtalp?
-Parlamentera biratîya gelan e.
-Himm!
Îja heyran,
ev xanima ku dema ji malzaroka dêya xwe filitîye û li gorî şert û mercên paradîgmaya birêz û rêzdar û serok merok Apo bi haweyekî demokratîk xwe li derve qewimandîye û dê û bavê wê di guhê wê de bi sê dengan gotîye, “Sîbel! Sîbel! Sîbel!” li ser pişta kurdan bûye parlamenter, lê li gorî paradîgmaya mîsak-i mîlîyê tev digere anku li gorî pere-dîg-mayê.
Û jixwe…
di esasê xwe de paradîgmaya vê zîhnîyetê li ser esasê peredikemereyê ava bûye.
Û ji bo vê felsefeyê jî, 
pêdivî bi zimanan, bi neteweyan, bi dewletan tune ye, lê ji bilî tirkî û Tirkîyeyê, haa!
Axir…
Bi dehhezaran keç û lawên kurd mirin!
Bi dehhezaran kurd di zindan û êşkencexaneyan de birîndar bûn, bûn nîvînsan!
Bi dehhezaran kurd ji ser ax û koka xwe koç kirin, li bîyanîstanê bûn bîyanî!
Bi hezaran gund şewitîn!
Yên terka gundên xwe kirin û çûn li bajar û metropolên Tirkîyeyê bi cî bûn, ji zimanê xwe dûr ketin, ji nirxên xwe dûr ketin, ji jîyîna kurdî dûr ketin, bûn peya û fedaî û zilamên mafyayê; bûn diz, çete û keleş; bûn jinfiroş, pêzeveng û xwefiroş; bûn esrarkêş, narkoman û qesas!
Doz li ser axê bû toz!
Û paradîgmaya Sîbel xanim ji me re dibêje, “Problem anku pirsgirêka kurd tune ye, problem anku pirsgirêka demokrasîyê heye.”
Axir…

Gotina Dawî
Ez bi haweyekî demokratîk ez bikutim vê paradîgmayê!