8 Ağustos 2024 Perşembe

sendroma kûçikatîyê

Mixabin, lê nikarim rehet bisekinim, lewra mejîyê min zirkîrek e û xwe li mentiqê diboqîne. Û mentiq jî hur û azad e.”
                                  Gotina Nevîyekî Pêşîyan

Hûn bi kîjan zimanî dinivîsînin binivîsînin, lê bi zimanê dagirkerên xwe nenivîsînin,
ji ber ku…
dema hûn bi zimanê dagirkerên xwe dinivîsînin, hûn xwe qels, dagirkerên xwe jî xurttir dikin
û xurt jî tu carî hesabê qelsan nakin!
Îja heyran…
jixwe derdê we ne xurtbûn ne qelsbûn e û ne dagirkerî ne bindestî ye jî, 
derdê we, tenê populîzm e û bi wê populîzmê jî hûn hewl didin sînorên konfora xwe firehtir bikin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
ya hûn dikin…
êdî ji sendroma Stockholmê wêdetir sendroma kûçikatîyê ye;
lewra…
xwedîyê kûçik bi pihênan jî bikişe ser kûçik, ew kûçik terka xwedîyê xwe nake, tenê ji ber derîyê malê radibe direve, dihere li ber derîyê hewşê vedikeve;
anku…
têkilîya kûçik û xwedîyê malê li ser konforê çêbûye;
xwedîyê malê ji bo bi şev bêtirs serê xwe deyne ser bahlîfê û rakeve anku ji bo ewlehîya xwe xwedîtîyê li kûçik dike;
kûçik jî ji bo di şilî şepelîyê de li sikakan nemîne, di kadîna malê de an jî di xanîyê ardûyê malê tê de vekeve û êvaran jî çend hestî û çend kurtêlên ji ber şîvê bimîne, bibe para wî, terka xwedîyê xwe nake.
loma jî…
têkîlîya ku berjewendî jê bifûre, kûçikatî ye û kûçik jî di çavê xwedîyê xwe de her tim kûçik e; tu carî nikare ji hewşê derbasî hundirê malê bibe.
Û hûn nivîskarên ku bi zimanê dagirkerên xwe dinivîsînin û quretîyan dikin,
ji bîr nekin!
Şerê bi zimanê wan, ew ê her tim serketina wan be, heger serê hevoka we binê hevoka we Kurdistan be jî!
Axir…
Ha te ji wan re gotîye, ha te ji dîwêr re gotîye, lê qet nebe belkî civak wan nas bike;
heger civak jî bi hestî û kurtêlan nehatibe bertîlkirin!

Gotina Dawî
Erê, ez dizanim ez bi we pir antîpatîk têm, lê hûn jî bi min hîç durist nayên.