10 Ağustos 2024 Cumartesi

kurd bûne tîştîşî

Em kurd bûne du tîş anku du beş, mixabin.
Beşeke ji me;
çê xerab bi kurdî bizane jî, xwe welatîyê dewleta tirk dibînin; serî li ber alaya dewletê, sînorên dewletê, komar û pergalê/sîstemê tewandine, bi dîn û îman û ruhê xwe bûne tirk, mîna kurdên li ber sîya dîwarê TRT Kurdîyê pal dane û ji bo kurtêl an hestîyekî qeşmerî û meymûntîyan dikin.
Beşeke ji me jî;
bi îdeolojîyeke pûç û beradayî jehrdadayî bûne; kurd in, xwedê giravî kurdîtîyê dikin, lê bîst û çar seetan bi zimanê dagirkerên xwe anku bi zimanê tirkî sloganan diavêjin, diqîrin û çêr û dijûnan ji tirkan û dewleta wan re didin; ne dewleta tirk dizane bê ka çi dixwazin, ne jî em dizanin bê ev qûnçirandin û qûnqetandina wan ji bo çi ye!
Û bira beşeke din jî heye, erê ne zêde ne lê têra xwe jî hene;
ez bi xwe jî dikevim vê kategorî û sinifê;
em ji dêrê jî bûne, ji mizgeftê jî
û jixwe sînagog jî ku em bixwazin jî ew ê bawerîya xwe bi me neyne û derî li me veneke.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
me pê girtîye!
Haa!
Tew min dikira ji bîr bikira. 
Ku mijar germ dibe, mejîyê min xwe diesirîne û hin agahîyên xwepînekirî jê diweşin.
Min dikira ev beş ji bîr bikira, lê ji beşan jî beşa herî xetere ev e, bi min.
Beşa duzimanîperestên qûnalês ên konformîst û oportunîst û populîst.
Ne xwe ji dêrê dikin, ne xwe ji mizgeftê dikin û ku derîyê sînagogê girtîbe jî, mîna xilt erdê vedidin û dikevin hundir.
Ne dîn, ne îman, ne netew, ne ziman, tişt ne li ser bala wan e; ji bo wan a herî girîng û pîroz konfora wan e;
xwarin, vexwarin, ger û nîyhandin.
Ku tu bilêtên balafirên wan bibirî, ku tu li hotelan rezervasîyona wan çêkî, ku tu di festîval û resepsîyonan de navê wan di lîsteyên kêf û şahî û quretîyan de binivîsînî, êdî li ber derîyê te girêdayî ne û tu berê wan bidî çi bidî kê, nabûn tune ye.
Axir…
Em çênabin, mixabin!

Gotina Dawî
Weleh min qûn li gotinan qetand, lê dikim nakim dawî nayê.