6 Ağustos 2024 Salı

mele û xezeba doxînê

Xwedê Teela meriv ji şêx û mele û sofîyan bisitirîne!
Tew ku were û agir bi doxîna wan bikeve!..
Ya star û bêlome be!
Ma kî dikare xwe li ber wan bigire!
Tu her du çemên Dîcle û Feratê bi ser hev de berdî û li wê doxînê bikî, venamire.
Bi telaq venemirî!
Rast derew, xêr û guneh di stuyê Evdilayê me yê ne ji ometa Abdullah de be, dibêje li Ameda ku mêrdînî jê re dibêjin Carbekir, meleyekî jina meleyekî revandîye.
Ya star û dîsa bêlome be!
De îja bê ka kengî, çawa û li ku derê ev dil bi hev qeynax bûne?
Bi îhtimaleke xurt, ev her du mele dost û destbirak in û bi ser hev de çûne hatine û di wan çûyin hatinan de çav li çavan ketine û agir bi navran û doxînê ketîye.
Ya din jî, 
dibe ku meleyê jinrevîyayî hatibe şûna meleyê jinrevandî û ev jî zora qûna meleyê jinrevandî çûbe û çûbe heyfa xwe ji meleyê jinrevîyayî hilanîbe!..
Min got nizanim, tenê zorê didim mejî û mentiqê, lê…
De îja,
heger namûs û xîret di pozê meleyê me yê jinrevîyayî de hebe, ew ê jî here misîleme bike û  jina meleyê jinrevandî birevîne û bi vî hawî dahweya xwe safî bikin.
Û ji bo safîkirina dahweyê jî, bi her sê telaqên jnberdanê ji seydayê min mele Birhanê Hedbê çêtir tune ye.
Haa! 
Piştî dahwe û meseleya xwe safî kirin jî, bêguman, heger bixwazin, dikarin jinên xwe bi hev jî biguherin; jixwe êdî yên hev in, ne xerîb in.
Lê dawî li fantezîyan nayê!
Ditirsim meleyên me nigên xwe zêdetir radin û nîyhandina komî anku grub seksê jî biceribînin.
Axir!..