1 Ağustos 2024 Perşembe

şems û mewlana û kurd

Ji rojan rojekê Mewlana Şems diezibîne mala xwe, Şems dibe mêvanê wî.
Wextê şîvan e.
Mewlana radibe ji Şems re hazirîya şîvê dike.
Piştî Mewlana sifreyê hazir dike, Şems dizîvire li Mewlana dinere, dibêje:
-Ka te ji min re şerab neanîye ser sifreyê.
Mewlana li ser vê gotinê şaş dibe, bi hawayekî ecêbmayî dipirse:
-Min nizanîbû tu şerabê vedixwî. Naxwe tu şerabê jî vedixwî.
-Erê.
-Min nizanîbû.
-Madem êdî tu dizanî, here ji min re şerabê bîne.
-Te mejîyê xwe xwarîye! Vê şevê ez ê rabim ji te re şerabê ji ku bînim?
-Ji xizmetkarekî xwe re bibêje, bila here bîne.
-Ji bo vê kiryarê ez ê li hizûra xwedê şermezar bibim.
-Wê çaxê tu bi xwe here.
-Li vî bajarî her kes min nas dike, ez ê çawa herim ji taxa fileyan şerabê bînim?
-Heger hurmeta te ji min re hebe û bi bextewarîya min tu yê xwe baş hîs bikî, hewce ye îşev tu ji min re şerabê bînî. Her şev heya ez şerabê venexwim, ne dikarim şîvê bixwim, ne jî xewa min tê.
Mewlana ji mecbûrî radibe ser xwe, kurkê xwe diavêje nav pişta xwe, şûşeyekê jî dixe bin çengê xwe û berê xwe dide taxa fileyan.
Heya digihêje taxê jî kes nizane mesele çi ye.
Piştî şerabê ji meyxaneyê temî dike û derdikeve derve, komek misilman çav lê dikeve, wî dibîne.
Û ew kom çawa Mewlana ji meyxaneyê derdikeve dide pey wî.
Her ku dihere li komê zêde dibe...
Wextê Mewlana digihêje nêzîka mizgefta ku lê meletîyê dike, yekî dilnexwaz ji nav wan kesên her roj li pey wî nimêj dikin, derdikeve û dibêje:
-Ya ometa bawermend! Mewlanayê ku her roj hûn li pey wî nimêj dikin, çû ji taxa fileyan şerab kirî. Ew Mewlanayê hûn bi serê wî sûnd dixwin, şerabê vedixwe.
Û destê xwe diavêje kurkê Mewlana, kurkê wî ji ser wî dişemite erdê.
Bi şemitandina kurk re çavê her kesî dihere ser şûşeya şerabê.
Çav di serê wan de sor dibin û êrîşî Mewlana dikin. Bi derbekê re şaşika wî ji serê wî dikeve erdê.
Lê li hember vê êrîşê deng ji Mewlana dernakeve.
Kesên li wir kom bûne, li cem xwe difikirin ku bi salan li ser navê mumîntiyê Mewlana ew xapandine.
Li ser vê xirecirê Şems derdikeve û bi hêrs dibêje:
-Ya miletê ehmeq! Çawa hûn fedî nakin, hûn rabûne êrîşî kesekî mîna Mewlana dikin û van bêbextîyan bera stuyê wî didin! Ev şûşeya ku hûn dibînin ne şerab e, sîrke tê de ye. Ev zadê hêja heya sîrkeyê bi ser xwarina xwe wer neke, nikare bixwe.
Dijber û neyarê Mewlana diqîre, dibêje:
-Ew ne sîrke ye, şerab e!
Li ser vê gotinê, Şems devê şûşeyê vedike û hindik hindik bera kefa destê wan dide.
Piştî vê kiryarê, ewil dijber û dilnexwazê Mewlana dihere destê wî maçî dike, dû re kesên din dor bi dor..
Û qelebalix belav dibe, her kes dihere mala xwe.
Mewlana difitile ser Şems, dibêje:
-Te çima îşev tiştekî weha anî serê min, te ez li pêş çavên însên kêm xistim?
-Min wer kir ji bo çavên te vebin û tu bibînî ku ev hemû tiştên tu xwe pê serbilind his dikî, tenê leylan e-xewnek e. Te li cem xwe digot belkî hurmet û rêzgirtina çend kesên ji rêzê û beradayî ew ê ji min re bibe sermîyanekî ebedî, lê te dît çawa bi fen û fûta şûşeyek şerab, yek jî li dora te nema. Êrîşî te kirin, li te xistin, tif rûyê te kirin, heta hindik mabû te bikujin. Sermîyanê te hemû ev bû. Û di şevekê de xelas bû. Loma jî, tiştekî weha bike ku ne bi herikîna zemên re, ne jî bi guherîna bûyeran re xelas nebe.
Dinya HÎÇek e.
Ehl-î dinya HÎÇek e.
Ya HÎÇ!
Bi HÎÇekê re nebe yek ji bo HÎÇekê.
Piştî mirinê di kîsê meriv de çi dimîne, tu dizanî? 
Eşq û Hez û Muhabet,
wekî din HÎÇ!
 
Gotina Dawî
Ew kesên li ser navê kurdan kurdîtiyê û rêbertîyê dikin, divê derd û xema we ne avakarina civakeke dewar be.
Di civakeke dewar de tenê dewarîzm pêş dikeve.
Dewar jî tenê ceh-ka-gîhê dixwin.
Û bi xwarina ceh-ka-gîhê tenê zik/hûr mezin dibe.
Divê rêberên kurd şerabê vexwin,
şeraba eşqê,
eşqa kurdî...
Bi eşqê meriv dikare civakeke xwezan û ne-dewar ava bike.
Ya rêvebirên kurd!
ji bo eşqa Kurdistanê,
şeraba kurdî vexwin û bi civakê bidin vexwarin,
da hûn jî, civak jî nebin
HÎÇ!