Li Qosera Mêrdînê ku di zaroktîya me de ji xêndî zimanê dê zimanê tu Xwedayî nedihat axaftin, êdî hêdî hêdî ji ser vê axê koç dike û dihere.
Hezar heyf ku êdî li Qosera Mêrdînê, pêşengîya zimanê tirkî keç dikişînin, jin dikişînin, dê dikişînin!
Rehma zimên li axê be,
lewra…
heger ev ziman li vê axê helal neke, ev ax ê nahletî bibe heya roja qîyametê.
Gotina Dawî
Û qîyameta neteweyekê bi kuştina zimanê wê neteweyê dest pê dike!..