1 Ağustos 2021 Pazar

kurdên doh kurdên îro

Temenê min sêzdeh an jî çardeh bû dema cara ewil ji bo mesrefa xwe ya dibistanê, ez ji malê dûr ketim û çûm hêla rojavayê Tirkîyeyê bixebitim.
Apê min, her sal ji bo karê demsalî diçû li hêla Çanakkale, Balikesîr, Bursa û Îzmîrê kar disitend û pênc, şeş mehan li wir dixebitîn; carinan bi berpirsên daîreya daristanan re, carinan jî bi xwedîyên erdên firingî û erdên pembo re peywendî datanî û kar distend; dû re teva malbata xwe, neh, deh malbatên din jî bi xwe re dibir û diçûn dixebitîn.
Wê salê min jî dibistana navîn qedandibû, ez ê derbasî lîseyê bibûma.
Ji bo her sê mehên betlanê ez jî herim cem apê xwe, min xwe li erdê xist û min ji bavê xwe re got ha ha ez ê jî herim.
Bavê min maqûl û axayê eşîra xwe bû, ji ber xwe fedî dikir, nedihat hesabê wî xelk bibihîze zarên wî çûne li ber destê xelkê dixebitin.
Axir, bi zora xwe ez wê salê çûm.
Apê min li navbera Kêşan û Malkarayê karê daristanê girtibû.
Cîyê apê min û malbatên karker konên xwe lê vegirtibûn, nav daristanê bû; navbera konan û gundê herî nêzîk pênc, şeş kîlometre hebû.
Rojekê ez û pismamekî xwe bi hev re çûn wî gundî- ez ne şaş bim navê gund Danişment bû-, erê, hin asûk masûk lazim bûn û em çûn gund.
Piştî pirsê em gîhaştin ber derîyê dikana gund; jixwe dikan jî mal bû, odeyek jê kiribûn dikan.
Me li derî xist, piştî kêlîyekê jineke navosere hat derî vekir, keça wê ya şazdeh, huvdeh salî jî li pişt wê sekinîbû.
Ji awirên wan me ferq kir bi metirsî ne.
Jina navoserê got, "Hûn... Hûn kurd in? Ew ên ku qal dikin, dibêjin hatine li nav daristanê bi cî bûne?"
Min got, "Erê, em in."
Wê û keça xwe li hevdu nerîn, dû re fitilî ser me, got, "Hela hela! Hûn dişibin me! Ev serê hefteyekê ye em bi tirs derdikevin, diherin nav erd û zevîyên xwe. Me jî digot hela ka bê hûn dişibin çi!"
Min û pismamê xwe li hevdu nerî, di ber xwe de em bişirîn.
Bi kin û kurmancî ez dixwazim çi bibêjim?
Berê em di çavê wan de wehş û hov bûn, lê mîna cinê ji hesin bitirse ji me ditirsîyan!
Berê,
Kurd, di ferhenga wan de tirs û xof bû!
Îro,
Kurd, di ferhenga wan de bûye mişkê labaratuaran. 
Kengî dilê wan bixwaze, radibin yekî, duduyan derdixin û li ser wan tirsa xwe tecrûbe dikin û bi vî haweyî jî qehremanîya xwe dipîvin.
Carinan jî bi kuştina me netewperwerîya xwe diceribînin; ji bo wan em bûne alava stres û acizîyê; kengî aciz bibin, bi vexwarina xwîna me kurdan ji wê acizîya xwe xelas dibin.
Û em jî mîna qurbanîyên cejna misilmanên xwînhez stuyê xwe dirêjî kêra wan dikin.

Gotina Dawî
Divê rêxistin û partîyên kurdan xwe fes bikin, lewra êdî hebûna wan tenê zirarê dide kurdan.
Ji kurdan re gunikreş hewce ne; dem ne dema mêrên xesandî ye.