18 Nisan 2021 Pazar

mal mekteb e

Serûm hene û serûm hene, lê heger serûm hewce kir, ji xêndî Hecî Şêxmûs nerin li derîyê kesî nexin.
Hecî Şêxmûs yekî ehlê Xwedê ye; dilê wî pak, zimanê wî pak, kesayeta wî pak e.
Û herweha destê wî jî pir sivik e; dema derzîyê di çermê canê meriv re derbas dike, meriv dibêje qey mêşeke hinguv tê niqutek hinguv li şûna derzîyê datîne û dihere.
Evdila rojekê ji bo serûmê li xwe bixe, dihere cem Hecî Şêxmûs; ka nexweşîya Evdila çi ye, em nizanin; xêr û guneh di stuyê wî de be, lê bi qasî ez wî nas dikim, çi helal, çi heram doxîn her li kabokan anku li çongan e.
Lê ez dibêjim vê carê ew ê ne ji ber nexweşîyên doxînsistîyê be, lewra vê pêlê mîrata koronayê belav bûye û li Mêrdînê her yek kêmanî du caran bi koronayê ketîye.
Axir, Hecî Şêxmûs serûma Evdila li pîyê wî dixe û dest bi sohbetekê dikin.
Evdila, ji ber paşnavê Hecî ji Hecî re dibêje, "Hecî, Ahmed çi yê te ye? Paşnavê we yek e. Xwendekarê min e."
Hecî Şêxmûs dibêje, "Xulamê te be, birazîyê min e."
Evdila dibişire, dibêje, "Wey Xwedê wî bihêle, çi xortekî pak, çi xortekî paqij; belasebeb negotine mal mekteb e..."
Hecî Şêxmûs dibêje, "Yaw Xoce, te got mal mekteb e, te meseleyek anî bîra min..."
Evdila dibêje, "Kerem bike!"
Û Hecî Şêxmûs dest pê dike:
Rojekê ez çûm malekê. Min ê serûm li pîrekê xista. 
Temenê pîrê li dora heftêyî bû. 
Min bala xwe da hundirê mala wê, ji perxaneyê meriv nikarîbû gava xwe biavêta. 
Dilê min bi halê wê şewitî. 
Te dît erd merdên me tune ne, lê min xwest ez zika karê xwe yê serûm û derzîyan bidimê. Lê ji bo fedî neke, ewil min got, "Pîrê hûn çi karî dikin? Hûn debara xwe bi çi dikin?"
Pîrê got, "Yabo heyrano, bila sûka zad sax be. Ne ji sûka zad be, em ê ji birçîna bimirin."
Li Qoserê ji sûka zad re dibêjin Bugday Bazarî.
Min jî di dilê xwe de got qey pîrê yê bibêje em diherin zika xwe ji wir didin hev.
Min got, "Pîrê, qey zarokên te himaltîyê dikin?"
Pîrê got, "Na yabo, çi himaltî, çi hal; her êvar piştî dikan tên girtin, zarok diherin ji xwe re ji wir genim menim didizin, tînin malê. Em bi xêra wî zadî li ser nigan in."

Gotina Dawî
Rast e, mal mekteb e, lê mekteb çi ne...