14 Nisan 2021 Çarşamba

mele û civat

Mele li civatê rûniştîye.
Ji ber derî heta dawîya odeyê serî di ber serî de hundir heta dev tije ye.
Mele dibêje, "Dev ji bêehleqîyê berdin, ji ehlaqê xweş xweştir tune ye. Ehlaqê xweş him li vê dinyayê, him li dinyaya dinê meriv bextewar dike. Û jixwe di kelamên Xwedê de jî ehlaqê xweş tê xelatkirin; Xweda dibêje, li vê dinyayê doxîna xwe li heram bişidînin, li hêla din heftê û du horî yê di xizmeta doxîna we de bin. Bi kin û kurmancî, her kî bi îmaneke kamilbûyî xatir ji vê dinyayê bixwaze, li hêla din heftê û du horî para wî dikeve."
Hemedê Wesîla kesekî nîvanarşîst e; ew jî li civatê hazir e.
Ji ber ku Hemedê Wesîla kesekî xizan e li ber derî li nêzîkî sol û şekalan rûniştîye.
Radibe li ser çongan disekine û li hêla Mele dinere, dibêje, "Seyda, ka jina xwe bide min, heftê û du horîyên ku wê li hêla din bibin para min bila ji te re bin."

Her sibeh dîkê Mele berî mele azan dide.
Rojek...
Du roj...
Sê roj...
Mele pir aciz dibe.
Mele radibe ser xwe, berê xwe dide hewşê, bi qirika dîkê xwe digire, wî tîne ser dika xênî û kêrê dide ser stuyê wî.
Dibêje, "De lo, de! Ka dîsa bike tixetix! De! Çima tu hew dibêjî tixxx tixxx, hey min di ruhê te kiro!"

Silêman li ser sifreyê rûniştîye, li benda azana melê ye ji bo fitara xwe veke.
Lawê wî Evdî jî derketîye hewşê, guh li hêla mizgeftê guhdarî dike.
Silêman dibêje, "Kuro Evdî, tarî ket erdê, ma bû çi law?"
Evdî dibêje, "Weleh yabo, dengê çend meleyan ji dûr hat, lê dengê meleyê me nehat."
Silêman radihêje tasa avê, bi ser xwe de dadike, dibêje, "Were law, were. Ew bênamûs heta fitara xwe veneke, dernakeve azan nade..."

Gotina Dawî
Min fêhm nekir dema misilman xwe birçî dihêlin, çi dikeve bêrîka Xwedê...
Sedeqalahulez!