1 Nisan 2021 Perşembe

ez û seadetê û fîlm

-Weleh Devliken, tew te em bi van fîlman şewitandin!
-Çima Seadetê? 
-Ma çawa çima? Tazî ne, baser hevdu didin û hema hey hevdu dimêjin û maçî dikin! Ne bi xêr!
-La hewle wela! Ji xwe re li min û Seadetê law! Ma kî xwe tazî nake, Seadetê? Ma kî nane hev? Dinya li ser nîyhandinê ava bûye, dinya!
-De hela huş be ji bo Xwedê! Ez nabêjim nanin hev, lê kes wek van orospîyan eşkere li ber çavan nane hev.
-Ho ho! Çi ji te re yaw! Wexta xwe tazî kirin û hevdu maçî kirin û mêtin, berê xwe biguhere.
-Hahew! 
-Çi hahew?
-Gav û seet hevdu tazî dikin û hevdu dimêjin. Ma ne carek e û du car in, ji bo meriv nebîne, divê meriv xwe li ser kêlekê biqulipîne û li dîwêr binere.
-Ê hema tu jî xwe li ser kêlekê biqulipîne û ji xwe re li dîwêr binere.
-Le dengê nalenala wan? Ne bi xêr be! Tufîî!
-Ji bo guhê te jî ez ê pembo bînim, têxe guhên xwe.
-Ma jixwe şer û nîqaş bi te re nabe, Devliken. Enerjîya meriv têrê nake ku meriv bi te re têkeve heftûheyştan! Meriv dibêje va ye min ji xwe re pîvokek dît, tu jî dibêjî xîlxîlokeke min di ber de ye.
-Îja te pîvok û xîlxîlok ji min re ji ku derê derxist?
-Erê. Her ku meriv tiştekî dibêje, tu singekî di ber de dikutî!
-Seadet! Ji kerema xwe re dev ji felsefeyê berde; jixwe ez bi şewba nêrîyan ketime...
-Xwedê ez sitirandim tu bi şewbê ketîyî; heger tu bi şewbê neketibûyayî, ji ber te min ê berê xwe bida ku derê gelo?
...
Telefona Leylê bang kir.
Leylê telefon vekir û da destê Seadetê.
Lawê wê yê Swêdê û bûka wê bi kurdî-swêdî li bin guhê hev xistin û avêtin ber hev.
Mijar li ser serdestî û bindestîya jinê bû...
Dîtina mîn dît, Seadetê her du tilîyên xwe bilind kirin û got, "Jin, jîyan, azadî! Jin, jîyan, azadî!"
Bûkê jî her du tilîyên xwe bilind kirin û bi heman reaksîyonê bersiv dayê, "Jin, jîyan, azadî! Jin, jîyan, azadî!"
Leylê kir hakehak, kenîya, got, "Keçê, ma jixwe ew têra xwe azad in; tu wateyeke vê sloganê ji bo wan tune ye."
Seadetê got, "Tişt nabe, bila piştgirîya me bikin."
Xwe bi xwe min got, "Seadetê! Seadetê! Tu yeman î, Seadetê!"

Gotina Dawî
Çawa ku pirê însanan bi însanetîya xwe ya pak û dilovan xizmetê ji dîn re dikin û dîn li ber çavê însên xweş û şêrîn û dilovan nîşan didin, herweha pirê kurdan jî bi wê pak û paqijî û duristîya xwe xizmetê ji îdeolojî mîdeolojîyên beradayî re dikin û wan îdeolojîyên kone bi ava netewperwerîyê dişon û wan li ber çavê civakê çê û kurdperest nîşan didin.