4 Nisan 2021 Pazar

qismet û nisîb, însan û heywan

Qîzeqke Mele Kemal heye; navê wê Emîne ye.
Rebenê di mal de maye; dike nake, jê re qismetek dernakeve.
Ji rojan rojekê, ka nizanim gur li ku dimire, qismetek tê ser wê û Emîneka me dizewice.
Bi navê Hecî Mahmûdê Evdo jî cîranekî wan heye.
Ismet jî Xwedê wî nehêle, yekî fiqur û fîk e.
Rojekê ji Hecî Mahmûdê Evdo re dibêje, "Xalo, Emîneya Mele jî çû, haa!"
Hecî Mahmûdê Evdo hîç xwe naêşîne, dibêje, "Baba! Mele ji qîza xwe re niviştek çêkir, qismet hat ser wê, zewicî û çû..." û berdewam dike, "Bi tesîra vê niviştê, di taxa me de bi navê Emîne çi qas qîz hebûn, qismet hat ser hemûyan, bi xêra Emîneyê hemû qîz zewicîn. Hindik mabû qismetek ji Emînê xalê me Şerîf re jî derketa, lê rebenê Emîn bi herfekê wenda kir."
Kî dizane, belkî Tayyib û Emîne jî bi xêra vê niviştê zewicî bin...

Cimhayê Remezan bi kerê ji gundîyan re zibil dikişîne.
Şêxmûsê Wesîlayê du qemyon zibil li nêzîka bexçeyê xwe vala kiriye.
Ji bo wî zibilî bikişîne nav bexçe, dişîne pey Cimhayê Remezan.
Cimhayê Remezan tê, lê bazarê nakin.
Cimhayê Remezan bi kera xwe dest bi kişandina zibil dike.
Di pênc rojan de zibilê xwe dikişîne û karê xwe diqedîne.
Şêxmûsê Wesîlayê dibêje, "Cimha, heqdestê çi ye?"
Cimhayê Remezan dibêje, "Yomîya min 85 wereqe" destê xwe bi serê kerê dide û dimizice, dibêje, "Yomîya kerê jî 50 wereqe."
Şêxmûsê Wesîlayê dibêje, "Kuro, yomîya min û yomîya kerê çi ye? Ma yomîya kerê jî heye?"
Cimhayê Remezan dibêje, "Çima na! Ma ker jî ne însan e? Heqê kerê jî heye; ew jî ditehebe."
Şêxmûsê Wesîlayê dibêje, "Na weleh ker ne însan e, lê tu ker î!"

Gotina Dawî
1-Keran û însanan nexin sinifekê anku kategorîyekê.
Bi gotineke din: însanan li dewsa keran girênedin.
2-Ji bo serxwebûnê xwe nedin hêvîya dua û niviştan.