11 Nisan 2021 Pazar

çend mijarên belawela

Kontrolkirina însên.
Empozekirina jîyana dîjîtal.
Xurtkirina pereyên krîpton li pêyasê.
Xelasbûna ji kal û pîrên teqawîtbûyî (Karekî nakin; dixwin, vedixwin, digerin; li ser pişta dewletan barek in).
Sektora dermên.
Hînkirina jîyaneke mekanîk-robotî.
Û bi min ya herî girîng jî ev e: formatkirina bîra civakê anku hafizaya civakê.
Bi kin û kurmancî, ne tenê sedemek, lê meriv dikare gelek sedeman nîşan bide ji bo vê organîzasyon-plan-programa koronavîrusê.
Em kobîyên labaratuaran in; li ser pişta me azmûn û ceribînan çêdikin ji bo siberoja xwe, ne ya me; 
ji ber ku bi paqijkirina bîrê re anku bi paqijkirina hafizayê re siberoj civakan jî ber diavê.
Hûn bi ya min dikin heger hûn bi koronayê ketin jî, li mala xwe rûnin, dengê xwe nekin û xwe bi xwe xwe tedawî bikin.
Heger na, 
hazirîya konên şwînê bikin ji bo kal û pîrên xwe
anku ji bo bîr û hafizaya xwe.
...
Îro ez çûm gundekî lêf.
Me da sukurê û em bi çîyê ve rapelikîn. 
Berî meriv bigihêje qotê serî, şikeftek heye; jê re dibêjin "Şikefta Dûdirêj"
Bi qasî sed, sed û pêncî gavekî em bi nav de çûn, lê dawî nehat;
piştî sed, sed û pêncî gavî êdî du tunel li ber meriv vedibin û jixwe bêhn û danûstendina hewê jî diguhere û dijwar dibe.
Ka ji kîjan çaxî maye, nizanim.
Li hundirê şikeftê em li hin diranan rast hatin; ew diran ne dişibîyan diranên hirçan, ne dişibîyan diranên piling û şêran, ne jî dişibîyan diranên gur û keftar û wawîkan.
Bêguman ji bo dînozoran jî biçûk bûn...
Piştî me wêneyê wan diranan girt û ew wêne şand ji hevalekî arkeolog re, hevalê arkeolog got, "Ev diran diranên berazên dema çaxa Prehîstorîk in. Ev beraz berî nuha bi duwazdeh hezar sal li ser vê axê jîyane."
Erê, serokê sererd û binerd jî carinan qala wê serdemê dikir, lê xwedê jê razî be, wî pir li bin guhê hev dixist û serî dikirin şorbeya qereçîyan! 
Jixwe karê wî ew e...
Piştî şerê çel salan hîn jî kurdan rêya "quble"yê nas nekirine.
Û meseleya dînazoran jî...
Jixwe hewce nake em berê xwe bidin duwazdeh hezar sal berê; li çîyayên me hîn jî dawîya dînozoran nehatîye.
Îro ro jî qedera miletekî hîn jî di destê dînozoran de ye, mixabin.
Piştî me lêkolîna xwe ya qedîm-antîk qedand, me xwe berjêr berda.
Berî em xwe bigihînin nav gund, li pişta gund em li komek dobelan rast hatin.
Off!
Dobelan!
Zû bi zû li ser sifreya axa û maqûl û giregirên herêmê jî pêde nabin.
Tahma wê nayê tarîfkirin, divê meriv bixwe.
Û me xwar û dilê axa û maqûl û giregirên mintîqeyê bijand xwe.
Dobelan an doberan!
Yan ji ber ku li pey baranê derdikevin, jê re gotine dobelan-dobaran-dû-baran, an jî ji xweşbûna jê re gotine doberan-dûvberan-dûvê-beran...
Meşa li çîyê çi qas xweş e; ji dagirkeran dûr, azadî jê difûre...
...
Û dîsa ez li şivanê xwe, li pismamê xwe, li hevalê xwe Hiznî rast hatim.
Hiznîyê Newaf!
Lê Newaf jî maqûl e ha; 
jixwe Hiznî jî ji sermîyanê bavê xwe yê maqûlîyê dixwe; çendî Hiznî şên û xweş û ciwamêr be jî...
40-50 berx li ber, ew ji çêrê dianîn.
Min got, "Kêf kêfa te ye haa!"
Kenîya, got, "Erê, bi we bajarîyan romantîk tê, lê zimanê min di devê min de zuwa dibe li pey van bêxwedîyan!
Min got, "Axa, berxê mê?"
Got, "Ji bo berketa malê..."
Min got, "Berxê nêr?"
Bişirî, di bin simbêlan de, du sê diran di dev de biriqîn û got, "Berxê nêr jî ji bo kêr e û heger tu kerem bikî bibî mêvanê min, ez ê yekî deynim erdê, pê li serî bikim, kêrê bidim ser qirikê û xwîna wî çarçipik li enîya te xim!"
Min got, "Tu ciwamêr î, lê ez têr im; nuh ez ji ser sifreya ciwamêrekî rabûm; li ser sifreyê mesefa savarê û li ser savarê jî goştê dîko hebû."
Lê min jê re qala dobelanan anku doberanan nekir.
Min got bila bi şev marê wî neyê min.
Ev bawerîyeke me rojhilatîyan e, lê ez ê çîroka wê nebêjim;
bila bimîne ji rojeke din re...