6 Nisan 2021 Salı

kurd û nirxên kurdî

Dema li dawetan ez çav li keç û jinên me yên bi kincên "bajarî" direqisin dikevim, ez dihilim. 
Ew etekên kin ên di ser çingan re ku çîpên xwaromaro yên tazî beloq rê didin, ew pantorên kot ên li qûnan diçirçirin û qûnan wek buxçikan rê didin, ew kirasên nîvtransparan ku pêsîran bi cizbê dixin...
Bi kincên bajarî meriv nabe bajarî û bi kincên netewî jî ji bajartîya meriv tiştek kêm nabe.
Xwelîserino!
Ji ber kincên xwe yên netewî fedî nekin û bi genetîka nirxên xwe nelîzin.
Heger mejîyê we nestewîyayî be, bi pîneyan hûn nikarin mejîyê xwe yê bêkêr pîne bikin.
Bixwînin, bigerin, bila çavê we vebe, lê ji koka xwe dûr nekevin, li ser koka xwe şîn û şên bibin, şax bidin...
Yan na hûn ê ji dêrê jî bibin, ji mizgeftê jî û jixwe hûn bûne jî.
Dawet jî ne dawetên berê ne.
Reqs bi kurdî ye, lê yên direqisin naşibin kurdan, mixabin.
We dîtîye jineke spanî bi fîstanê jinên dêrikîyan reqsa flamenko reqisîye?
We dîtîye jineke arjantînî bi fîstanê jinên cizîrîyan reqsa tango reqisîye?
We dîtîye jineke brezîlî bi fîstanê jinên botî reqsa salsa reqisîye?
Na.
Ji ber ku ji bo her reqsê fîstanek birîne û ew reqs bi wî fîstanî kultura wê netewê sembolîze dike.
Çima em li nirxên xwe, li kultura xwe xwedî dernakevin?
Heger hûn qîmet nedin xwe, kes ê qîmet nede we.
Heger hûn kultura xwe neparêzin, diz pir in ji bo vê kulturê bidizin û bikin a xwe.
Îja heyran!
Netewa ku zimanê xwe neparêze, nikare tiştekî xwe biparêze.
Divê dawet wek dawetan bin û kurdî, kurdîtî ji dawetan bifûre.
Ji bo dawetan standardek divê.
Divê ji berbûyan bê xwestin ku tenê kincên kurdî-netewî li xwe bikin; yên li gorî vê standardê tev negerin, bila neyên dawetan, li mala xwe, xwe bi xwe bireqisin.

Ji hêla Serhedê ciwamêrek bi mêvandarî tê hêla Mêrdînê.
Gundê ew ê lê bibe mêvan bi ser Qoserê ve ye.
Lê ji ber ku cara ewil e tê, rê nizane.
Di ber gundekî re derbas dibe; di dudilîyê de dimîne; dagerê, yan danegerê...
Jineke navosere li duryana gund sekinîye.
Mêrik texsîyê disekinîne, serê xwe di paceya wê re dirêj dike, ji jinê re dipirse, "Xweha min, navê vî gundî çi ye?"
Jin berê xwe diguhere û bi şêwazeke xeydok dibêje, "Weleh ez nabêjim!"
Mêrik dibêje, "Çima xweha min?"
Jin dibêje, "Hema weha!"
Mêrik di ber xwe de dibêje, "La hewle wela!" û texsîya xwe diajo. 
Pêncî gavekî dihere nare, li mêrekî disekine, ji wî dipirse, "Birayo, navê vî gundî çi ye gelo?"
Mêr di bin simbêla de dimizice, dibêje, "Heşa ji civata me, Qûnkutkê!"
Ciwamêrê me bi gotina "Qûnkutkê" ve vediciniqe; dibêje, "Çima jê re gotine Qûnkutkê?"
Mêrikê me dikene, dibêje, "Dikutin mêvanan!"
Ciwamêrê me di navbera çûyin û vegerê de di erênayê de dimîne.
Texsîya xwe dizîvirîne, pê li xazê dike û mêrikê li qiraxa rê sekinîye di nav toz û hicac û rimilkê de dihêle.

Gotina Dawî
Mêvan ji mêvan aciz e, mazûvan ji her duyan...