22 Nisan 2021 Perşembe

wê rojê

Qumandeya TVyê di destê min de ji qenalekê derbasî qenalekê dibim.
Ji nişka ve çû ser qenala Med Muzîkê.
Helbestgoyekî bi dengekî dawidî got, "wê rojê" û dest pê kir.
Ne Spartakus hişt, ne Hîtler û Mîsolînî hişt, ne Bekoyê ewan hişt, ne Mem û Zîn hişt, ne jî sûr mûrên Amedê; lê tam ne di bîra min de ye ka got sûrên Amedê yan got bircên Amedê.
Axir, 
min jî feyz û îlham jê stend û got, "wê rojê"!
De ka kerem bikin, guh bidin me bê "wê rojê"ya wî ciwamêrî xweş e yan "wê rojê"ya min.
Lê îtimazîyê nekin ha!
Destê xwe deynin ser ûjdanê xwe û bextê xwe xera nekin.
Fermo...

wê rojê,
li binya dara tûyê mirîşkekê nikilê xwe li gû dixist
û kevanîya malê ji pînikê hêk derdixist,
ji bo di taştê de ji malxwê malê re biqelîne.

wê rojê,
nivîskarekî xwelîya zimanekî li serê xwe dikir
û digot dijmin dijmin e, lê zimanê dijmin ne dijmin e, mixabin!
zimanê wî ji devê wî dipekîya,
lal dima.

wê rojê,
pîrek ji menopozê derket, 
bi hikmeta xwedê pîrê ducanî ma; 
û du qîz û du law ji ber çûn; 

wê rojê,
zimanek çû ber sekratê, 
li ser zimên tu kesî li xwe nexist,
miletek ji qudûm ket
û bi mirina zimên re, ew milet jî mir.

wê rojê,
kurdan terka kurdî kir;
masî bi kurmancî,
kulî bi kirmanckî,
kîso bi soranî, 
elok bi goranî,
mişk bi hewremanî,
pelçimok bi lorî peyivîn.

wê rojê,
esman bi ewrên kesk û sor û zer xemilîn;
keskesor xeyidî,
baran nebarîya, 
berfê xwe reş girêda,
zîpik li hewa asê ma,
bayê sor bi ba ket,
xwedê li ser kursîya xwe di xew re çû,
şeytên mizgînîya welatekî gîhand.

wê rojê,
agir bi mizgeftekê ket;
mele bi sloganan can da,
ji tirsa qudûmê bawermendan şikest, bi xwe de mîstin
û agir vemirî, berî mizgeft bibe kulmek xwelî.

wê rojê,
kêmaqilan aqil belav dikirin li baqilan;
û baqil derketibûn parsa mejî,
mejî ji kerba bêmentiqîyê xwe protesto dikir,
di serê narsîstekî beradayî de
û welatekî xwe şewitand li ser wî narsîstî.

wê rojê,
ji dêvla çayê min qedehek lezo vexwar;
hemû dînên bajêr bûn yek
û henekên xwe bi min kirin,

wê rojê,
dînekî ji dînekî re digot, em ne dîn in, em kêm in,
lê dînê din dînbûna xwe bi dîn ve girêdida;
û dîn dîn e, dîn dînan dîntir dike 
digot dînekî din.

wê rojê,
diz ketin bajêr, 
tenê kursî dizîn;
şerek derket,
hemû kursî şewitîn, 
bûn kulmek xwelî.

wê rojê,
min xewnek dît,
rişma miletekî di destê pûtekî de
û pût di bin simbêlan de dikenîya, 
bi ehmeqîya wî miletî.