13 Nisan 2021 Salı

rojî û remezan

Îroj, jina mamoste Îsmaîl Beşikçî, serî danî û xatir ji hezkirîyên xwe xwest.
Serê mamoste Beşikçî sax be!
Carninan xwe bi xwe dibêjim, "Îsmaîl Xoce ew qas sal li ser kurdan tez û mez çêkirin, bi salan bi kurdan re di hefsan de ma, lê çima xwe hînî kurdî nekir?"
Ew sosyolog e, lê divê hin sosyolog jî li ser Xoce tez û mezan çêkin...
Dû re li xwe hayil dibim ku jixwe di dema wî de kurdên di hefsan de jî hemû dibûn bilbilê tirkî; tew ji yên nuha nivîskar jî derdikevin û xizmetê ji edebîyata tirkî re dikin.
Heta meriv kesekî hînî kurdî neke, yan jî heta yek xwe hînî kurdî neke, meriv li cem wî kesî di binê Kurdistanê re têkevê û di serê Kurdistanê re derkeve jî, mîna li ber guhê wan bibe vingevinga kelmêşan, ne xema wan e.
Ne xema wan e, lewra ya meriv difikirîne û diêşîne kurdî ye; heger tu bi kurdî nejî, tu yê nikaribî wan hestan hîs jî bikî.

Doh ez di xew de bûm, dengê defê hat; lê min xewn didît, an defa sihorê bû, nizanim.
Ji ber ku rêyên Qoserê ji nû ve çêdikin, çûyin û hatina gelek rêyan tune ye, loma jî dengê defê ji dûr ve tê.
Dengê defê ji dûr ve xweş e û dengê defê ji dûr ve tê, ne heman tişt in.
Yek hestên meriv tev radike, yek jî meriv ji xew şîyar nake.
Bê sihor jî rojî zahmet e.
Vê sibehê ez şîyar bûm, rabûm ser xwe, ji bo hazirîya taştê ez derbasî mitbexê bûm.
Lê çi bibînim!
Wek her car dîsa Seadetê berî me gişan rabûbû û taştê hazir kiribû jî.
Min got, "Seadetê, tu bi rojî yî, bihêle em xwarina xwe çêkin wîî!"
Guh neda min. 
Taştê hazir kir, danî ber me, çû pişta xwe da dîwêr, nigên xwe rada û ji xwe re li televizyonê nerî.
Jixwe kanalên wê dîyar in...
Lê heger ez venegerîyama Stenbolê, ji bo Seadetê kêfxweş bibe, mehekê min ê rojî bigirta û dilê wê xweş bikira.
Ez dibêjim min ê dilê wê xweş bikira, lê weleh ne xema Seadetê ye kê rojî girtîye, kê rojî negirtîye.

Gotina Dawî
Hûn rojîyê ji xwe re digirin, ne ji me re; loma jî bêhna xwe fireh bikin û kerba rojîyê ji me dernexin.
Ha te bêhna xwe teng kiriye, ha te rojîya xwe xwarîye, heman tişt in.