26 Nisan 2021 Pazartesi

ziman em bi xwe ne

Meha remezanê ye.
Pîrê li ser sifreyê rûniştîye, çav li xwarinên ser sifreyê, guh li derve, li benda azana melê ye.
Ji xêndî pîrê malî jî rûniştine.
Ro çûye ava, tarî ketîye erdê, lê hîn qîrîn bi melê neketîye.
Pîrê rahişt xurmeyekê, avêt devê xwe û fitara xwe vekir.
Lawê pîrê li seeta dîwêr nerî, dû re fitilî ser pîrê, got, "Yadê! Hîn ji azana melê re pênc deqe hene, te çima rojîya xwe xwar?"
Piştî pîrê xurmeya devê xwe cût û daqurtand, di bêhnekê de tasa şorbeya xwe jî li enîya xwe xist. Dû re fitilî ser lawê xwe, got, "Yê nizanibe, ew ê bibêje qey seeta citizen di destê Xwedê de ye û tu rabûyî dibêjî hîn ji fitarê re pênc deqe heye! Piştî hêdî hêdî tarî ket erdê, hew; ma îja seet û mele û nizanim çi çi ye! Dev ji vê bêhişîya xwe berdin, berdin! Xwedê di teknolojî meknolojîyê de hilnayê; ilmê wî kûr û dûr e! Bi vî haweyî we dînê îslamê li ber çavê ometa Muhamed reş kir. Piçekî biaqil bin û bi mentiq tev bigerin. Li hêla din Xwedê yê hesabê çar pênc deqeyan ji we nepirse; heger pirsî jî, bibêjin pênc deqe zû, pênc deqe dereng çi ji te kêm dike, çi li te zêde dike, mudûr?"
Berî mele azan bide bi deqeyekê malîyan jî fitara xwe vekir.
Piştî fitarê, hîn sifre li erdê ye, lawê pîrê fitilî ser pîrê û got, "Heger meriv li gorî felsefeya te li meseleyê binere, tu dikarî bibêjî yên bi şev heta sibê di xew de tiştekî naxwin, venaxwin jî bi rojî tên hesêb!"
Pîrê rahişt tasa avê, bû leqleqa avê di devê wê de, got, "Hîç ferq nake. Yên rojîyê digirin jî jixwe qûna xwe belot dikin, serî diavêjin xewê, heta berî fitarê bi nîv seetê şîyar dibin. Ha te xwe bi roj bê nan û av hiştîye, ha te bi şev xwe bê nan û av hiştîye, heman tişt e."

Wê rojê li ser twîterê ez li twîta TVyekê rast hatim; ne şaş bim danasîna bernameyeke Waar TVyê bû.
Twît weha bû:
"Bêrîvan Zînzal çend karan dike û bi çend zimanan dizane?"
Yê nizanibe, ew ê bibêje qey ji Bêrîvanê re li xwazgînîyan digerin...
La hewle wela!

Heta nuha ji ber kurdan mîna tirk û ereb û farisan li dîn nenerîne, dîn li wan nerîyê, ew xistine bin kontrola xwe û nehiştîye bibin xwedan dewlet.
Û îro ro...
Hîn jî hişê kurdan nehatîye serê wan û mîna serê wan bi bonzaîyê felişîbe, bi cizbê dikevin li ber "Alahuekber"an!
Divê başûrê welêt ê nîv azad xwe ji dîn azad bike, 
yan na bi îlankirina serxwebûnê jî birîna me yê nekewe-em ê îfleh nebin.

Gotina Dawî
Îroj rojbûyîna anku roja Mîrê Zimên ji dawa dêya xwe ketîye.
Ez bi vî zimanî dipeyivîm, lê haya min ji efsûn û qudreta vî zimanî tune bû.
Bi saya serê te Mîrê min, di navbera min û hest û hîsên min de, di navbera min û nerîn û fikrên min de, di navbera min û şahî û kêfên min de, di navbera min û derd û kulên min de, di navbera min û xeyal û fantezîyên min de pirek çêbû; 
di ser wê pirê re ez meşîyam, bûm xwe û min xwe gîhand we...
EM afirîn ji eşqa te ya ziman û ax û netewa te.

Pîroz be roja tu ji dawa dêya xwe ketî, Mîrê min!