9 Nisan 2021 Cuma

civata me ya îro

Seadetê li ser kêlekê paldayî, destekî wê di bin serê wê de, mîna feylesofeke yewnanî got; 
"Ne dinya, însan hatine berdan..."
Min jî got;
"Seadetê, însan jixwe beradayî bûn berê, bi zemên re hatin girêdan; nuha dîsa li xwezaya xwe vedigerin."
Ev mijar ji ku derê derket?
Ma qey cinikên Seadetê nehatin dora Seadetê!
Îro li Mawayê ez û Leylê û Evdila rûniştin û me ji xwe re civatek gerand.
Em piçekî li ser koronayê, piçekî li ser sextekarîya kurdan, piçekî li ser xulamtîya ji xelkê re, piçekî li ser sîyasetê, piçekî li ser edebîyatê û piçekî jî li ser eşîran û rola wan peyivîn.
Piştî me tûrikê xwe vala kir, bêguman mijar hat ser eşqê!
Û ji devê min filitî...
Min got, "Evdila, ew keça êzîdî ya ku tu li ser wê dîn û gêj û bengî bûbûyî, birayê wê hevalê Leylê ye..."
Xwezî min negota!..
Kul û êş û derdên Evdila ji nû ve tev rabûn û agir bi kezeb û gurçikan ket; heger ne ji eyba dinyayê bûya, wê bigota qûr û bigirîya...
Tenê peyvek ji nav lêvên wî pekîya; bi dilekî melûl û bi şêwazeke xemgîn got,
"Xêrnedîyo!"
Agir bi mala pêxemberan bikeve!
Eşqa lawikê misilman û keça êzîdî bi ber ava şehweta pêxemberan ve ket û bi erdê de çû!
Min got, "Evdila, tiştê çû, nede dû!"
Got, "Ax û sed ax! Ka bê kê nîyhabû kalikanên min çûn bûn misilman! Nebûbana misilman, îro ez gîhaştibûm miradê xwe! Xwedê heqê min ji misilmanan re nehêle!"
Erê, piştî min ev mesele ji Seadetê re got, Seadetê mîna feylesofeke yewnanî got, "Ne dinya, însan hatine berdan!"
Yanî Seadetê xwest bibêje, "Lo law Evdila, piştî ew qas sal tu zewicîyî û bûyî bavê zarokan, ka îja ev ji ku derê derket?"
Lê Seadetê bi xwe jî dizane dil tu carî pîr nabe.
Ev nêzîkî bîst salan e ku mêrê wê xatir jê xwestîye û koçî hêla din nav wan horîyên ku mêrikên misilman li ser wan terka bext û ûjdan û însanetîya xwe dikin, kiriye, lê hîn jî Seadetê wek roja ewil jê hez dike, dil tê de ye.
Heta, ez dikarim bibêjim ji mirinê jî natirse, da rojekê berî rojekê here cem mêrê xwe û bi şimikan têkeve nav wan horîyan, berê her yekê bide derekê...

Dilo rebeno rebeno dilo
Dilo rebeno rebeno dilo

Gotina Dawî
Lo lawo Evdila, ne dînî, ne îdeolojî te xêr ji vî navî nedît.
Heger navê te Xidir, Feqîr, Mahrûf an Dewrêş bûya, îro ro şûr simbêlê te nedibirî!