31 Temmuz 2024 Çarşamba

rojev germ dibe lê sar nabe

Germ dibe, sar dibe!
Germ dibe, sar dibe!
Dikele!
Dikele!
Dipejiqîne!..
Li rojhilata nêzîk û navîn rewş û rojev eynî werê bûye; lê tenê ferqek heye; 
erê germ dibe, lê sar nabe, dikele, dikele û ew ê biteqe û bipejiqîne!
Israîl nahêle çivîkek bifire, li hêla dinyayê din jî bêyî daxwaza wan baskên xwe li hev bixe, wê çivîkê dikujin.
Lê israîlî enerjîya xwe bi çivîkan re xerc nakin; baz û qertelan dikujin.
Şeva çûyîn seet li dora duduyan israîlîyan bilêta serekê Hamasê Hanîye ya bêveger birî û ew şand hêla din nav horîyan; 
lê heger kîrê wî pê re çûbe!..
Heger na…
bi telaq ew ê pê bigire û Nûrîyên ku piçika nûrê ji rûyên wan nafûre, ew qûnê lê bikin otogara Elezîzê.
Îja qebheta kesînedîtî…
Hin kurdên xwelîser, radibin ji bo filîstîyên hevalbendên dagirkerên kurdan, xwe aciz dikin, li ber dikevin û peyamên sersaxîyê diweşînin.
Yek ji wan xwelîseran jî Selo başqan e!
Îro, bi rêya parêzerê xwe peyama sersaxîyê bi destnivîsa xwe ji bo raya giştî û çapemenîyê ragîhandîye û xemgînîya xwe anîye ziman.
Ka aqil!

Gotina Dawî
Hey xwelîserino!
Piştî komkujîya Helepçeyê, serekê Hereketa Azadî ya Filîstînê Yassar Arafat, çû serdana Sedam Husên û destek û piştgirî dayê.
Îja heyran…
wextê karekter tevizî be û kesayet pûç bûbe, meriv çi bibêjî, derew e!

29 Temmuz 2024 Pazartesi

bazo û dizîya jinan

Bazo tolazekî doxînsist e.
Rojekê li gundekî berîyê dihere dizîya jinekê; bi gotineke din ji xwe re jineke wek xwe dîtîye, ew ê here bixirpişe ser sîng û berên wê.
Jin bi mêr e.
Bêyî ku Bazo gundîyan bi xwe bihisîne, bi dizî dikeve hundirê xênî.
Jin jî bi çar çava li bende ye; bêhn û berateya mêr nexuyaye; ji sibeha Xwedê de derketîye nav gund, kes nizane bê di mala kê de bi gundîyan re bi jûkêr dilîze.
Bazo dilezîne, zû zû şelwerê xwe, goblekê xwe ji xwe dike, şilfîtazî bi çengûrê jinê digire û wê derbasî odeya dawîyê ya ku nivîn lê ne, dike.
Destên xwe diavêje delingê wê, deling jê dişeqitîne; jixwe bi tena deling e, derpî merpîyê kin jî lê tune ye. 
Binkirasê wê li nava wê dipêçe û mîna gurê bi şevan diran bi xwînê nebûbe, êrîşî can û bedena sipîboz dike.
Ronî di çav de namîne…
Şeqên wê li nava xwe digerîne, kîrê xwe li ser quz diedilîne, serê xwe datîne ser memikan û bi hêl xwe lê dixe. 
Her ku bi hêl xwe lê dixe, di bin wî de dibe axûwaxa wê; ji kêf û zewqê nefesê li wê diçikîne. 
Berî fîşeka xwe tê de biteqîne, bi gurmînîya derî re, mêrê jinikê û her çar tîyên wê bi çek û seleh dikevin hundir.
Jinik bi lez û bez xwe dide ser hev, binkirasê xwe ji nava xwe berdide, xwe dinixumîne. Bazo jî şilfîtazî destekî wî li ser kîrê wî, destekî wî li ser qûna wî, ji tirsa dikeve tev, hew dizane ew ê çi xwelîyê li serê xwe bike.
Mêr û her çar tî…
Ew dibêje tu berdê, ew dibêjî tu berdê…
Yek dispêre yekî, lê destê yekî jî naçe ser tetîk, Bazo lê dinere yek ji yekî xwelîsertir û bênamûstir e, dibêje nigo ez bi qurban û şilfîtazî xwe li nav wan diqewimîne û direve!

26 Temmuz 2024 Cuma

ka aqil

“69”
Jimareke balkêş!
Çi kîmyager çi fizîkvan çi ekonomîst çi wêjevan, 69 akademîsyenên xelatgirtî yên nobelê ji bo Apo azadî xwest!
Balkêş e!
Pirê kîmyager tam 69 akademîsyenan ji Apo re azadî xwest!
Ka îja em kêmaqilên beradayî ne yan ev kîmyager mîmyager kîrê xwe û masîyan ji hevdu nas nakin, nizanim.
Ê heyran…
çi çepgir çi sosyalîst, li seranserê dinyayê her kes di pencereya sosyalîstî/komunîstî re li Apo û PKKyê dinere; kurdî, kurdbûn, kurdîtî ne xema kîrê wan e,
loma jî…
ji bo wan Apo qehreman e, şoreşgererekî enternasyonal e, çendî li ser koka me rûniştibe û mîna qereçîyan em ji kirasekî xistibin kirasekî jî!..
Bêguman…
kîmya, kîmyager, derman, morfîn, eroîn, kokaîn, xeşxeş, kaos, tevlihevî, mij, dûman, tucar, tucaret û gelek tiştên din.
Û 69…
di nîyhandinê de anku di seksê de yek ji pozîsyonên herî bizewq!
Îja…
Kîmyager, akademîsyen, nobel, xelat, 69 û Apo!..
Gelo ev akademîsyenên bêbav dixwazin ji me re çi bibêjin?
Gelo di jimara 69an de peyameke sublîmînal tune be?
Nizanim, lê…
heger Devlet Bahçelî bi kurdî bizanîya û ev nivîsa min bigîhaşta ber destê wî, belkî bi wê zanîna xwe ya matematîkê ya feylesofane em serwext bikira!
Îja axir… 

Ez ketim marketê, min rahişt şûşeyek pepsî û petêxekî û ber bi qaseyê ve meşîyam.
Jineke bihalekî/ducanî berî min li ber qaseyê sekinîbû, lê xwe piçekî nerehet hîs kir, dora xwe da min û ew jî li miqabilî qaseyê rûnişt.
Qasîyer pepsîya min û petêxê min di qaseyê re derbas kir û bi tirkî got, “Mamoste, ew qas!”
Ez bişirîm, min got, “Çima tu bi tirkî bi min re dipeyivî, heyran? Ez kurd im û bi kurdî dipeyivim.”
Got, “Weleh mamoste, min go qey tu memûr î û ne ji vir î, loma. Yan na em her tim bi kurdî dipeyivin.”
Jin jî di ber xwe d bişirî, got, “Weleh min jî go tu  mamoste yî. Tîpa te, şeklê te, kincên te…”
Min rahişt asûkên xwe, lê berî ez li xwe bifitilim, min got, “Meriv qalikê xwe biguhere jî, hewce ye meriv hundirê xwe, hebûna xwe biparêze. Ji bîr neke! Meriv zimanê xwe, meriv nirx û hêjayîyên xwe biparêze û qalikê xwe biguhere, meriv medenîtir û moderntir dibe.”

Gotina Dawî
Heger hûn bi zimanê xwe serbilind bin, zimanê we yê jî we di nav xelkê de serbilind bike.

vîagra

Ezo û Ûso û Rizo sazbend in û wek ekîb diherin dawetan, li dawetan distirên.
Zivistan e!
Şevekê dîsa li dawetekê lê dixin û diavêjin ber hev; govend xweş gerîyaye, dê weledê xwe avêtîye.
Hevalekî wan ê şeytan heye; karê wî tevlihevî, qerf û tewtewetî ye. 
Axir, radibe diihere bi dizî hebên vîagrayê dixe nav qedehên wan ên qahweyê û dibe datîne ber wan.
Hayê sazbendên me ji bayê felekê tune ximîna wan e lê dixin û distirên.
Piştî demekê heraret li Rizo radibe û ji ber germê nema debar dike, bişkokên gomlekê xwe vedike û xwe li nav qelebalixîya berbûyan diqewimîne.
Xwedîyê dawetê lê dinere, şaş û matmayî dimîne; radibe dide pey wî û dihere bi çengûrê wî digire, wî tîne ser dikê, dibêje:
-Xêr e kuro? Te em hetikandin! Vê sermê çi bi te hatîye?
Rizo dibêje:
-Ez şewitîm, agir bi canê min ket. Nikarim debar bikim.
Hîn xwedîyê dawetê meseleya Rizo safî nekirîye, Ûso li ser kursîyê rûniştîye, qûna xwe dibe tîne û çîpên xwe kil dike, diricifîne û bi hev dide, mîna gêrîk li nav nigên wî bigerin.
Xwedîyê dawetê dibêje:
-Kuro Ûso îja çi hewalê te heye? Eyb e, çavên her kesî li ser te ye. Hişê xwe bide serê xwe, biaqil be! Te xêr e, weha tu xwe fehş û bêhawe dikî!
Ûso dibêje:
-Ez jî nizanim bê ka çi bi min hat. Nikarim bi xwe!
Ezo şipîya li paş orgê sekinîye û tilîyên wî li ser tûşên orgê direqisin. 
Ezo bala xwedîyê dawetê dikişîne. Xwedîyê dawetê nêzîkî Ezo dibe, dibêje:
-Her du hevalên te ne normal in. Çelê vê zivistanê, yek dibêje germ e, ez şewitîm, yek dibêje ez di xwe de hilnayêm, nikarim bi xwe. Baş e ku tişt bi te nehatîye gidî!
Ezo dibêje:
-Heylo!. Min jî digot çima agir û pîşo ketîye qûna min, vitevita qûna min e, dixwire!.. 

23 Temmuz 2024 Salı

dizê quzan

Got,
-Devliken, ma weleh tu wek dizê quzan î law! Ji nişka ve tu di ber meriv re derdikevî û ji nişka ve ji ber çavên meriv wenda dibî.
Min got,
-Seadet, îja te dizê quzan ji ku derxist? Ew tiştekî çilo ye û çawa ye gidî?
Got,
-Te dî berê mal û malbat tev li hev bûn, bi hev re bûn heta dereng; pirê caran sê çar bûk digîhan ser hev. Dê û bav û zaro û bûk…
Axir, dû re li gorî şert û merc û derfetan hêdî hêdî ji malê cîhê dibûn; berê lawê mezin, dû re dor bi dor ên dinê…
Min got,
-Êêê!
Got,
-Ê û quilqurt! Ka sebra Xwedê bikişîne weyy! Hêdî hêdî ez pê de têm. Nizanim çawa te neh mehan îdare kirîye?
Min got,
-Ji xwe bipirse, Seadet xanim!
Got,
-Erê, ji ber ku berê şert û merc giran bû, heta dereng bûk tev malê diman, loma jî bi şev wextê li wan radibû û dixwestin herin dizîya hev ango herin di hev nin, bi dizî û bi haweyekî bêdeng xwe li nav nivînên hev diqewimandin. Gotina “dizê quzan” ji wir tê. Te got erê, Devlikeno?
Min got,
-Wey rehma Xwedê li gora mirîyên te be û Xwedê teala min ji wê dizîyê neke heya serî datînim.


22 Temmuz 2024 Pazartesi

piştî demekê

Seet tê nîvê şevê û di serê min de meseleyek an mijarek tune ye li ser binivîsînim.
Li Qosera Mêrdînê me û bi kelekela germa tava havînê roj dibin şev, şev dibin roj…
Çend roj in min hay ji rojevê jî nîn e, çi dibe, çi diqewime, nizanim, 
lê tiştê ez dizanim, agir bi erdê ketîye; ji qewla Seadetê, hinekan ji bîr kirine derîyê dojehê bigirin!
Axir…
Ji nîvê şevê re bîst û du deqe mane û berî dem û wext bi ser nîvê şevê bikeve, hewce ye ez çend gotinan li hev siwar bikim.
Bêrî!..
Ax! 
Bêrî!
Û hew!

Gotina Dawî
Piştî demekê di rûyê her kesê de li te dihilkumim.
Ji bo te bi bîr bînim, ziq li wan dinerim; 
li xetekê, 
li şan û şahnekê…
û her jina ku piçekî dişibe te, mîna xencerekê di min re dihere;
xwîn xwe bera dilê min dide
û diêşim!..

21 Temmuz 2024 Pazar

gotinên peyvforîzmayî

Got,
-Kî çi bifikire, azad e anku her kes azad e, loma jî dikare her tiştî bifikire.
Got,
-Erê, Azad jî azad bû, lê di ber fikra xwe de serî danî û hat kuştin!

Got,
-Di nav kurdan de jî têra xwe dewlemend hene, lê tenê ji hêla bêrîkê ve dewlemend in, mixabin; mejî, mentiq, zîhnîyet wek xwe dimîne her tim.
Got,
-Rast e. Şivan jî çi qas pez li pezên xwe zêde bike, dîsa şivan e.

Got,
-Min gelek însan nas kirin, xweş dibêjin, lê xweş nameşin.
Got,
-Ji meşê re tehb û ked divê, lê gotin mîna ba ji ber meriv here; ji dev derdikeve û bi ber bê dikeve û li hewa wenda dibe.

Got,
-Berê, 
mêran simbêl berdida û ew simbêl li ser milê mêr dibû barek!
Got,
-Nuha jî,
hew maye mêr simbêlê xwe bi rûjê sor bikin.

Got,
-Qantir ê berê bizê yan tirk ê berê terka hovtîya xwe bikin?
Got,
-Her du jî ne mumkun e, mixabin.

Got,
-Ji Kurdistanê kengî azad û serbixwe bibe?
Got,
-Kurdî dizane!..

Got,
-Xweda nêr e yan mê ye?
Got,
-Kengî min pê girt, ez ê bibêjim.

Got,
-Vî zemanî mêrê bipere yan mêrê bêpere?
Got,
-Karekter û kesayet dizane.

Got,
-Jina biehlaq an jina bêehlaq?
Got,
-Jina bêehlaq te azad, jina biehlaq te kedî dike.


20 Temmuz 2024 Cumartesi

dijmin dijmin e

“Ataturk, ji bo me yewnanan qesas e/kujer e/qatîl e. Salona ku posterê wî qesasî lê be, dilê min ranagire, ez herim derkevim ser wê dikê û stranan bibêjim. Ez nikarim pê li şeref û namûs û xîreta xwe bikim û wek tiştek nebûye tev bigerim.”
Ev gotin, gotina stranbêja yewnan Despîna Vandî ye.
Nizanim pozê hinekan dişewite!
Ne bawer im…
lewra heger xîretê xatir ji kesayetê xwestibe û êdî kesayet ji nebûna xîretê kêm û qels ketibe, ew poz, ew bêvil naşewite, ew ê neşewite.
Stranbêj, hunermend, nivîskar, aktivîst û rewşenbîrên kurd ên ku berjewendîyên xwe yên şexsî dixin pêşîya berjewendîyên neteweyî, tu carî xîret ê neyê li derîyê wan nexe,
loma jî…
bi van xwelîseran ne civak diguhere, ne jî civak pêş dikeve.
Û civaka ku neguhere û pêş nekeve, ew ê her û her bindest be, belengaz be û tenê xulam û xizmetê ji civaka serdest re bike.
Û jixwe dike jî!..

Gotina Dawî
Erê, em kurd xwedan bext û ûjdan in. Û her weha dilşo û dilbirehm in, lê ne bi vê xezebê! Piçekî hay ji xwe û dîroka xwe jîî hebin ku xelk hesabê we bike,
lewra…
dijminên we xwîna we vexwin jî dilê wan ê rehet nebe.

Gotina Herî Dawî
Hûn xwe bi ava zemzemê jî bişon, di çavê dijmin de hûn dijmin in.

19 Temmuz 2024 Cuma

ziman xweda ye

Dema meriv îmana xwe bi tirkî anîbe, êdî meriv bi kîjan deterjanê bişo jî, pere nake;
ji ber ku…
li bakurê welatê min, şewba tirkî ji hemû vîrusan dijwartir e;
loma jî…
ji bo serastkirina rastnivîsîna kurdî li ser medyaya sosyal ez û hin hevalên mîna min çi qasî hewl bidin jî, ne xêr heye ne fêde lê dibe;
hîn û hîn…
hin hevalên xwende û nivîskar di şaşî û kêmasîyên xwe de asê ne/israr dikin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
ji bo quretî û populîzmê anku ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî yên qirêj û genî rebenê zimên bi kar neynin û xwe li ber çavê zimên kêm nexin, xwe nelewitînin;
lewra…
ziman her û her zêr e û zêr jî bi gû û gemarê ji eslê xwe tiştekî wenda nake.

Selahattîn Demîrtaş wek her car dîsa lotikeke qantirkî avêtîye. Li hemberî dadger mîna dîkê elokan sînga xwe nepixandîye, li hundirê çavên wî nerîye û gotîye:
“Îro di bin esaretê de bi we re dipeyivim, lê roj ê bê, ez ê li ser textê desthilatîyê bi we re bipeyivim û bi piştgirî û desteka milet ez ê bibim serek û vê dewletê bi rê ve bibim.”
Xewn û xeyala Abdullah Ocalan, di nav sînorên mîsak-i millîyê de dîzaynkirina kurdan bû, bêguman ji sedî nod jî bi ser ket, lê Selahattîn Demîrtaş bilindtir difire!..
Ez ê bibêjim xwelî li serê we be, lê êdî xwelî jî di bin nigên we de bûye wek we.
Axir!

Gotina Dawî
Ziman, Xweda ye; te diafirîne jî, te dikuje jî!..

18 Temmuz 2024 Perşembe

heyf

Pereyê te hebe û tu nikaribî bi wî pereyî ciwamêrîyê bikî, nahlet ne li wî pereyî, nahlet li te bê!
Îja heyran…
Li welêt kesayet têk çûye û pere êdî rişmê dixe stuyê zilaman, li sikak û kuçe û kolanên bajêr digerîne.
Ez ê bibêjim, HEYF, 
lê mixabin…
êdî heyf jî heyfa xwe tîne!

Gotina Dawî
Mêr mêran nas dike, lê heger çav li mêran bikeve!..