Piştî nîvro ye. Heqî di derî re ket hundir- ku tu wergerînî zimanekî din dikarin şaş jî fêhm bikin û bibêjin gelo li cem kurmancên kurd qey di pace û şibakeyan re jî dikevin hundir- lê jixwe her zimanek xwedan mentiqek e û heger meriv li ser kokê şax nedabe ango şên û mezin nebûbe, carinan meriv be xwe û hebûna xwe re jî dikeve şikê.
Axir…
Erê, li gorî mentiqa kurmancîya kurmancên kurd Heqî, Heqîyê Şêbî di derî re ket hundir. Hingî vexwaribû, hêleke devê wî xwar bûbû. Bi zorê li ser nigan diedilî, got:
-Xoce! roja ku min tu nas kirî min texmîn kir tu mêrekî ne xerab î û tu mêrekî bi sed mêrî yî.
Min got:
-Te çawa texmîn kir ez mêrekî ne xerab im?
Got:
-Tu dewrimcî yî, xoce.
Min got:
-Kuro Heqî, xeber meberan ji min re nede, haa! Ez bi tirkî nizanim. Îja dewrimcî çi ye?
Got:
-Xoce, dewrimcî dewrimcî, yanî şoreşger, loo!
Min got:
-Himm! Lê ez ne ew im jî, haa! Ez kurdperest im.
Sekinî. Bi destê min girt, ber bi xwe ve bir û bi hêla devê xwe yê xwar bişirî, nîvkenek ji nav lêvên wî pengizî.
Got:
-Xoce, tew ew hîn jî çêtir e.
Min got:
-Waa!
Got:
-Erê, bi gora ca min.
Min got:
-Ruhê ca te şad be, lê ma qey dewrimcî giş baş in?
Got:
-Xoce, ji sedî dudu xerab derdikevin, lê ew jî normal e. Divê gazin tune be.
Min got:
-Çima?
Got:
-Rehmetîya ca min digot, “Goş û dar li hev nakin.” Te dî hin ji wan ji ber wê lêdan û êşkenceyê teslîm dibin, loma.
Û hêdîka daqûlî erdê bû, rahişt kîsikê xwe yê reş ê naylon ku qutîkek dudu votka di binî de û wek çawa di derî re ketibû hundir werê jî di derî re derket û çû.