Birhanê Şêxê jî bi çar çav û çar guhan li benda pêvajoya aştî û çareserîyê ye ku kurdên bê dewlet û tirkên xwedî dewlet jê re dibêjin, “Bariş ve Çozum Surecî”
Erê, wek gelek kesan…
Birhanê Şêxê jî ji ber kêmbûna şênîyên welêt ku êdî kes hew tê li bexçeyê wî rûdine gilî û gazinan dike.
Ez hêdî hêdî ber bi wî ve meşîyam. Çawa çav li min ket, destê xwe ber bi bexçeyê ku tenê du sê kes rûniştibûn ve bilind kir û got:
-Hêvî dikim rojekê berî rojekê ew proje ji alîyê reîsîcumhûrê me ve bê îmzekirin û derî û pace û şibakeyên hefs û zindanan vebin û kes di hundiran de nemîne.
Min jî got qey zar marên wî anku nas masên wî girtî ne loma weha ji kezeba şewitî dixwaze û dua dike.
Min got:
-Xêr e, Birhan? Wa ye çavê te jî li derîyan e. Wek ku tu li hêvîya hinekan î!
Serê xwe kil kir û keserek ji kûrahîya kezebê kişand, got:
-Xalê Devliken, kes di bajêr de nemaye. Heta êvarî em bera pinpinîkan didin. Bi zorê yomya me derdikeve. Bi xêra bariş û çozum surecî belkî ew hevalên girtî azad bibin û bên li bexçe rûnin, qedehek dudu çay vexwin û bi xêra wan em jî çend quriş pere qezenc bikin, yan na bi vê xezebê berdewam bike, li malê zarok ê ji birçîna kîrê hev bimêjin.
Piştî gotina xwe qedand neqedand, min jî serê xwe bilind kir, çavê xwe li bexçe gerand. Bira jî ji du sê kesan pê ve kes tune bû.
Min got:
-Erê bi Xwedê, li ser meselê, anuha Mûrad Qereyilan li ser maseyekê, Mistefa Qeresû li ser maseyekê û Dûran Qalqan jî li ser maseyekê rûnin û li dora her yekî 15-20 zilam bicivin, bi telaq tu yê heta êvarî di ca pereyan nî.
Serê simbêlên xwe di nav lêva xwe ya jêr de kurisand, got:
-Na bi telaq. Ez ê bêtir bixesirim. Ew elimîne jîyana komînal û belaş, kes ê destê xwe neavêje bêrîka xwe û tu kîrê lawê xwe nedin min.
Min got:
-Yanî tu dibêjî ez di bariş û çozum surecîyê nim?
Sekinî, awirek da min, got:
-Ez ne zarok im, haa! Ez ne ew zilam im ku doz û dahweya xwe bi du qedeh çayê bifiroşim, xalê Devliken.