22 Haziran 2024 Cumartesi

futbol û qolincên bêdewletîyê

Hema kî bera tirkan bide, em ew e!
Vî zemanî,
nahlet li bêdewletîyê bê!
Portekîzê qûş li tirkan qetand, lê dikarîbû du sê golên din jî biavêta;
îja…
kêf li tirkan qewitî
û bi vê orgazmê îşev ez ê qûnê li xewê biqetînim.
Axir…
Nahlet li pêşîyên me bê ku 
mîna zarokên bê dê û bav hişt bi stuxwarî em li ber sîya alayên dewletên bê bext û bê ûjdan pal bidin,
rakevin û di xewnên xwe de xwe li alaya xwe bipêçin û bi niqirîskan şîyar bibin.

Gotina Dawî
Heya Kurdistan jî alaya xwe li nav alayên neteweyên din di qada navneteweyî de li ba dike, em ê bibin alîgirê reqîbên dijminên xwe.

21 Haziran 2024 Cuma

bibin kurdistan

Çîyayê Mazî dişewite!
Hewar hewara kurdan bi kurdî digihêje ezmanê heftan, lê mixabin,
ji ber ku Xweda bi kurdî nizane, jixwe hewce nake isreheta xwe xera bike.
Qîrîna pez û dewar û sewalan jî bi ser ezmanê şeşan keve û here xwe bigihîne ezmanê heftan jî ne xema gunê wî ye; 
lewra ji mêj de ew rebenên bêziman ji evdên wek xwe re kirine qurban 
û ji bo fantezîyên xwe yên beradayî tîna kêrê li ser stuyên wan rebenan her û her hîs bûye.
Axir…
Dewleta dagirker a ku bi zorgayînê mehra xwe li me kurdan birîye, li ber hewar hewara me kurdan fantezîyan diceribîne, bi haweyekî masturbasyonîst.
Û partî û rêxistinên “kurd”an,
hîn jî li ser biratîya tirk û kurdan, bi romantîzmeke fehş qerf û henekên xwe bi aqilê me kurdan dikin. 
Û her weha,
di bin sîya dewletan de bi haweyekî qeşmerane û teresane kurdan hînî bêdewletîyê dikin, mixabin.
Bêguman,
kurdî jî li ber tayê tolikê govenda bêhişîyê digerînin.
Şabaş ji bênamûsîyê re, şabaş!
Şabaş ji teresîyê re, şabaş!
Û sibê dîsa wek her car em ê her kes wî agirê ku ji Çîyayê Mazî pejiqîye nav dilê me, ji bîr bikin û wek tiştek nebûye em ê serê xwe li ber dewleta xwe deynin û bejna xwe jî li ber milîtan û sîyasetvanên xwe bitewînin.
Nizanim ka ev cara çendan e, lê ez ê dubare bikim;
ka aqil!

Gotina Dawî
Bibin kurd, bibin kurdî, bibin Kurdistan!

19 Haziran 2024 Çarşamba

vî zemanî

Ne tenê xwendin bi tena serê xwe meriv dike bîrbir û zana;
ne jî tenê kinc û cilûberg bi tena serê xwe meriv dike medenî û modern;
îja heyran…
vî zemanî pere meriv dike bîrbir û zana jî, meriv dike modern û medenî jî;
lê…
heger di hundirê meriv de tune be ew cewher û  qumaşê meriv ne esîl be, her tişt li ser meriv wek pîneyekê beloq disekine, mixabin.
Û jixwe…
gundî jî ji pîneyan hez dikin.
Yanî…
dinyanedîtî ji nişka ve dinyayê bibîne, ew bifitile ji bavê xwe re bibêje, 
“Yabo, taq mezin e yan qûna min?”
Bi kin û kurdîya kurmancî,
her tim min ji kesên sade ango wek xwe hez kirîye;
wek xwe:
yanî yên ji dilê wan çawa tê werê dibêjin û tev digerin
ango bêyî ku bifikirin bê gelo kî yê ji min re li çepikan bixe û ew ê bi kê xweş bê, dipeyivin/dikin/tev digerin.
Axir…

Gotina Dawî
Vî zemanî, zû bi zû kes wek xwe namîne.

18 Haziran 2024 Salı

gotin û pere û bext û kesayet

Jîyan kulmek şadî ye; zêde wê li ber çavê xwe mezin nekin;
her weha berpirsîyarîyeke giran jî lê bar nekin;
bixwin…
vexwin…
bikin…
û bigerin…

Îro kevna sibê ye û sibê yê jî kevna siba piştî xwe be û bi haweyekî rûtin bi vî haweyî her roj mîna roja berî xwe, xwe dubare dike.
Û em ê her birçî bin.

Bextê pereyan tune ye yan bextê kesan tune ye?
Bi min,
heger kesayet qûnek be, pere dine bext û qûnê li kesan diqetîne!
De îja ne kes ne jî pere, bext dizane çi ye mesele!

Gotina Dawî
Xêr di gotinê de jî nemaye!

17 Haziran 2024 Pazartesi

ji kerbê dunyayê

Rast e…
Hin meriv hene, meriv wan bi mîza Xwedê bişo jî, ne dilê meriv li wan vedibe, ne jî xwîna meriv li wan dikele;
lê bêguman…
Ilhez nuha ez jî bi hin kesan werê têm.
Ê jixwe…
Hûn ê texmîn bikin bê dilê kê li min venabe û xwîna kê li min nakele!..
Ew kes…
Ne dil bi wan re heye, ne jî xwîna wan ne tu xwîn e.
Û jixwe…
Heger xwîn herimîbe, lewitîbe, bila ne dilê wan kesan li meriv vebe, ne jî bila xwîna wan li meriv bikele.
Xwedê neke…
Were û ew xwîn li meriv bikele ango meriv di nav wê xwînê de bikele, ne xwîna meriv wek xwe dimîne, ne jî karektera meriv.
Axir…
Baş e ku em û hin kes ji hev hez nakin û dilê me li hev venabe û xwîna me li hev nakele.

Ev dost, heval, nasên li ser twîtterê, xusûsî jî yên di koçkên ango odeyên twîtterê de bi tirkî kurdperwerîyê dikin, mixabin lê hûn tenê xwe dihetikînin û kenê guran bi xwe tînin;
vê bizanin û ji nû ve karekera xwe biwezinînin;
haa!
heger mêzîn di destê we de be!
Îja heyran…
Ji bo deh kes ê ji deh kesên din re qala we bike, bi derewan serî li xwe û li hev mezin nekin.
Zeman diherike û hûn ê jî bi zemên re bilewitin;
lewra…
zeman qûna meriv dide tavê û tav ê jî rojekê ji rojhilat hilê.
Axir…
Mesele kûr e, dahwe giran e, lê em xwe pir sivik dikin gelek caran, mixabin.

Haa!..
Ez vê jî bibêjim, heya nuha min peyva “dunya” wek “dinya” dinivîsand, lê îro di nava rojê de nizanim çend caran li ser rastbilêvkirina vê peyvê çûm hatim, axir min biryar da ku “dunya” ji “dinya”yê xweştir li ser zimên rûdine.
Û dîsa axir…

Gotina Dawî
Ji zarokên xwe re sermîyanekî xweşik bihêlin,
da ku…
zarokên we bi ser wî sermîyanî de nerîn.

16 Haziran 2024 Pazar

hespên bêsiwar

Mixabin, wer xuya ye vê mehê ji ber turnûvaya futbolê ango ji ber şampîyonaya Ewrûpayê ez ê nikaribim wek her car blogê biçêrînim, 
lê belî jî nabe; 
her tişt bi îlhamê ve girêdayî ye û îlham jî têra xwe qûnde ye, meriv nizane bê ew ê kengî ji kîjan qulê derkeve.
Û jixwe heger filitî û ji qulê derket, ez ê texsîr nekim û bidim ser qulê…

Ez dibêjim bi qasî em enerjîya xwe li quretîyên populîst xerc dikin, heger me bi xwe re bidîta û me li mirêkê binerîya, gelek tişt ê bêyî ku me xwe tev bida, ew ê biguherîya ango çareser bibûya, lê quretî, pesn û populîzm bitehmtir e.

Koçkên twîtterê ango odeyên twîtterê şûna civatên odeyan girtîye.
Heger karek an meşgûlîyetek tune be, bi seetan ji wan civatan dernakevin; tenê çay û cixare û mira kêm e.
Û jixwe kes kesî nabîne û kes li çavê kesî jî nanere û hestîyê zimên jî tune ye.
Û hespên bêsiwar bi çargavî dibezin li beyarên sîyaset û edebîyat û hunerê…

Gotina Dawî
Tehm di tiştekî de nemaye.


14 Haziran 2024 Cuma

futbol û kurdistan

Mixabin,
bê Kurdistanê turnûvayeke din a futbolê ango organîzasyoneke din a futbolê dest pê dike.
Bi hêvîya di turnûvaya bê de Kurdistan jî bi rengên xwe yên neteweyî beşdar bibe.
Ji ber ku…
Kurdistan ê tune be di vê turnûvayê de, ez ê jî berê xwe bidim kurdekî û ji bo xatirê wî kurdî ango ji bo Denîz Undavê kurd ez ê dilxwaz û alîgirê Almanyayê bim.
Lê ez ê bi kêfxweşî Hirvatîstanê jî bişopînim; lewra ne em, ew bi xwe dibêjin pêşîyên me kurd in.
Axir…
Bi hêvîya maçên xweş.

Gotina Dawî
Bê Xweda dibe lê bê dewlet nabe.

13 Haziran 2024 Perşembe

otobana entabê

Yekî ji gundê Diêmê şofêr e. Li otobana Entabê ew û pismamê xwe ne. Pismamê wî jî pê re vedigere welêt.
Her du pismam di otobanê de çav li keçikên li ser rê dikevin. 
Jixwe hûn dizanin, qehpikên otobana Entabê bi navûdeng in û gelek şofêr ji mêranî xistine.
Zivistan e. 
Pismamê şofêr nêtê li wan qehpikan xera dike û nikare doxînê li efendîyê xwe bişidîne. Efendîyê wî çav li wan qehpikan ketîye, ji fitêzê derketîye ji qewla me mêrdînîyan û ji pismamê xwe yê şofêr re dibêje:
-Ka bikişîne qiraxa rê, ez ê di yekê nim, rebê wê bînim ber çavê wê.
Şofêr dibêje:
-Kuro binere, heger tu niyandina xwe bikî, ez ê nehêlim bi heramî/bi cenabet tu li kêleka min rûnê haa; Xwedê neke qezayek belayek ê bê serê me.
Axir…
Piştî zilamê me niyhandina xwe dike, pismamê wî jê re dibêje:
-De ka here xwe helal bike îja.
Ev jî li ser rê ye. 
Dibêje:
-Ka ez ê çawa û bi çi xwe helal bikim? Ka av?
Pismamê wî bermîlê nîşanî wî dide, dibêje:
-Aha wa ye bermîla mazotê tije av e û here sê caran xwe tê dake û eşheda xwe bîne û tu sax.
De îja wê zivistanê, ser devê bermîlê qeşa girtîye û li ser wê rêyê, li bin vizeviza wî bayî…
Ya star!
Zilamê me ji mecbûrî dihere û dikeve wê bermîlê.
Her ku xwe tê dadike, ji serma lêvên wî diricifin, dibe reqereqa diranan û dibêje:
-Eeşşşşşşşhedûenlaaaaaaaa!..
Û dîsa xwe tê dadike.
Piştî xwe helal dike, dibe mîna textekî, sar û lal.
Heta xwe digihîne Diêmê her du betanîyan li xwe dipêçe û bi hûkehûk û ufeuf…
Şofêr jî her carê dizîvire ser û di ber xwe de dibêje:
-Min di te kiro! De îja herê haa!

Çavkanî:
Evdilayê ne ji ometa Abdullah

12 Haziran 2024 Çarşamba

fikirîna bi kurdî bikin serdest

Hevalino!
Ji kerema xwe re, binivîsînin, heqê min tune ye ji tu kesî re bibêjim nenivîsîne,
lêbelê…
heya ku hûn bi kurdî nefikirîn, bila berhemên we/dosyayên we neçin çapê û wek kitêb dernekevin pêyasê;
lewra…
zarok û ciwanên nûgîhîştî, bi kitêbên em dinivîsînin û çap dibin fêrî rastnivîsîna kurdî dibin,
loma jî…
bila xeta xwar ne ji gayê pîr be.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
bi tirkî nefikirin û bi kurdî nenivîsînin;
bi erebî nefikirin û bi kurdî nenivîsînin;
bi farizî nefikirin û bi kurdî nenivîsînin;
bi kurdî bifikirin û bi kurdî binivîsînin,
da ku…
karektera me di bin tesîra zimanên dagirker de nebe xulam û berdoşekê dagirkerên me
û hûn sax!..

Gotina Dawî
Bi eşqa populîzm û oportunîzm û konformîzmê kurdî ji karekter nexînin.

11 Haziran 2024 Salı

şeva sosret

Evdila û pîreka wî Xanimê li ser nivînên xwe paldayî ne; doşekên wan li kêleka hev raxistî ne.
Xanimê pişta qûna xwe daye Evdila, li ser kêlekê, xurexura wê ye.
Evdila jî, bahlîfa ber serê xwe ji xwe re kirîye palde û berçavka xwe li ser bêvila xwe edilandîye, telefona wî di dest de, di tîktokê de li vîdeoyan dinere.
Erê temen heftê ye, lê marê di nav nigan de hîn têra xwe bijehr e.
Ji nişka ve çav li ekranê asê dimînin. Li ser ekranê jineke nîvtazî destê xwe li ser pişta quzê xwe dixe û dibêje, “Quzê min mîna cebeşê Carbekir e. Him maçî bike, him bialêse, him jî bixwe…” û bi hakehaka wê Xanimê vediciniqe, lê şîyar nabe.
Evdila serê xwe ji ser ekranê radike, li jêr li nav nigên xwe dinere. Mar serê xwe ji qulê kişandîye.
Xwezîya xwe dadiqurtîne, telefona xwe datîne kêleka doşeka xwe, berçavka xwe ji ser bêvila xwe radike, dixe qewlikê wê, wê jî datîne kêleka telefona xwe û hêdîka bahlîfa ber serê xwe serast dike û xwe bi qûna Xanimê ve dizeliqîne.
Xanimê ku şiva kîrê Evdila di qelîşteka qûna xwe de hîs dike, bi xwe dihise, lê xwe li kerrî datîne.
Evdila keserekê ji kûrayîya nav kezebê dikişîne, devê xwe dixe guhê Xanimê û dibêje, “Ka ez quzê te maçî bikim, bialêsim û bixwim.”
Xanimê hîç rehetîya xwe xera nake, bi dengekî aram dibêje, “Weleh berî ez rakevim, ez çûm tuwaletê, lê hingî xewê zor dabû min, min bi xwe re nedît qûna xwe bişom. Hema bi xêra gora mirîyên xwe, te binkirasê min bida alî û te qûna min maçî bikira û bialasta…”

10 Haziran 2024 Pazartesi

dîndar û dîndarî

Belê, ji bo tiştinan biceribînin dîn afirandin, hin kesên ji xwe re got ez pêxember im; ew “pêxember” ji bo merivtîya hov û ehlaqê têkçûyî biguherin û merivtîyê ji wê kaos û tevlihevîyê rizgar bikin, dîn çêkirin û bi rêya  dîn hewl dan meriv ji rêyên şaş vegerînin.
Bi ser jî ketin, lewra di navbera wan meriv û heywanan de tu ferq/cudayî tune bû.
Lê îroj êdî ne doh e, loma jî doh dîn çi qasî hewce bû, îroj jî êdî ew qasî ne hewce ye.
Îja ka aqil!

Gotina Dawî
Her tişt di tehma xwe de xweş e!..


nifşê nuh ji sermîyanê pêşîyên xwe dixwin

Heya em têr nenin hev û dilê xwe li nîyhandinê rehet nekin, ew ê vexwarina şerbeta azadîyê nebe qismetê me û em ê nekarî li tehma medenîbûnê binerin.
Û em azad û medenî nebin jî, ew nefsa me ya sapikane ku dişibe wehşekî hov ê tu carî kedî nebe.
Loma jî,
heger bi vê nefsê em bibin xwedan dewlet jî, ew ê ji wê dewletê tenê qûndetî, qûnektî, qehpetî û togtî bifûre, bêguman bi daxwazên sapikane.
Bi gotineke din,
heger em bibin xwedan dewlet jî, tenê em ê bi zorê dest biavêjin namûsa hev ango tecawizî hev bikin;
Axir…
erê, ev nifş dereng ma û êdî hêvî tune ye, lê hêvî dikim nîyhandin ê ji bo nifşê nuh tenê bibe wek pêdivîyeke bedenî û hew!
Lê ev jî rastîyeke din e,
nifşê nuha tenê ji sermîyanê pêşîyên xwe dixwin, mixabin;
lewra,
êdî tenê ji bo em xwe bixapînin û serî li xwe mezin bikin, em pesnê pêşîyên xwe didin; ne zimanê me dişibe hev, ne ehlaqê me dişibe hev, ne jî sekn û helwest û tevger û karektera me;
jixwe hewce nake ez behsa mêranî, mêrxasî, jinxasî, maqûlî û bextê berê bikim.

Gotina Dawî
Kurd radibin rûdinin pesnê kurdîtîyê didin, lê ew bi xwe êdî xerîbê wê kurdîtîyê ne, mixabin.

8 Haziran 2024 Cumartesi

ne hecîyên me ne jî şoreşgerên me

Em mêrdînî ecêb in.
Ne sosret ji me kêm dibe, ne jî felaket…
Wek hûn dizanin, her sal vî zemanî hecac ji bo serdana mala Xwedê ango ji bo navê hecîtîyê li pêşîya navê xwe zêde bikin û baştir hînî fen û fûtan bibin, berê xwe disin Mek û Medînê;
lê…
ahaa mesele jî ji vir dest pê dike jixwe.
Êdî ne wek berê ye, hecîtî ew qasî ne erzan e, ew qasî ne rehet e; ji bo çûyîna hecê zirqûnek divê,
lê ne her zirqûn jî ango ne qûna ku bi xwarin marinên pîs û ne baş bez û dûv li xwe zêde dike; qûna ku bi pere û zengînîyê dinepixe û mezin dibe.
Bi kin û kurdîya kurmancî, 
vî zemanî, pereyê te tune be, tu bixaltîyê Muhammed be jî, ne kes te dike hecî, ne jî kes dine qûna te wê vîzeyê dide te ji bo çûyîna Mek û Medînê.
Axir…
Ji qefleyekî re ango ji hin ciwamêrên ku nêt xera kirîye herin hecê re vîze dernakeve û kejika stuyê xwe dixwirînin; 
nîvhecîyên me hêrs dibin, aciz dibin, pir li ber dikevin, serê xwe bera ber xwe didin û bi ser kîrê xwe de diponijin;
lê berê jî me gotibû, mêrdînî ji bêvila şeytên ketine, zû bi zû teslîm nabin.
Ev nîvhecîyên me li hev rûdinin, bi hev dişêwirin û biryarê didin ku bi fen û fût û deleverîyan ji xwe re vîzeyên sexte derxin û derdixin jî…
Nîvhecîyên me pev dikevin û xwe digihînin Suûdî Erebîstanê, lê hesabê malê û sûkê li hev dernakeve, polîsên Suûdî bi wan dihisin û dikevin pey şopa wan.
Lê her cara ku polîs digirin ser hotela ku nîvhecîyên me lê dimînin, xwedîyê hotelê bi rica, minet û bertîl, bi haweyekî wan qanih dike û wan bi şûn de vedigerîne.
Rebenan ji tirsa dikevin tev, diqutifin; bi şev newêrin empûl û lambeyên xwe vêxin; mîna mişkan xwe di odeyên xwe de dimirînin..
Lê polîs xwedîyê hotelê tembîh dike, çûyîna çîyayê Erefê li wan qedexe dike.
Ê heger neçin çîyayê Erefê zîyaret nekin û Şeytên kevir nekin, hecîtîya wan jî qebûl nabe; nîvhecîyên me li xwe diheyirin;
çûyîna ser çîyayê Erefê li wan qedexe ye, ku neçin Şeytên nedin ber keviran, nabin hecî;
lê ya muhîmtir, heger bi haweyekî xwe bigihînin ser çîyayê Erefê jî, polîs bi wan hisîyane, li vegera xwe ya welêt mane heyirî.
Axir…
nîvhecîyên me nuha li Suûdî Erebîstanê di navbera zik û binzik de asê mane; hewl didin li wir jî bi haweyekî vîzeyên sexte derxin û bi silametî xwe bigihînin welatê xwe, nav zar û zêçên xwe.
Erê, Xwedê mezin e, lê mêrdînîyên me jî têra xwe hene, haa!..

Gotina Dawî
Heyran,
misilmantîya me jî ne tu misilmantî ye, welatparêzîya me jî ne tu welatparêzî ye; ji serî heta binî em sexte ne û sextekarî ji me difûre.
Doh,
welatparêzên “kurd” bi sextekarî bi pereyê mîtê û bi desteka dewletê partî û rêxistin ava kirin û xwe li ser serê civakê kirin şoreşger û qehreman û welatperwer;
îro jî,
hecîyên “misilman” bi sextekarî û bi vîzeyên sexte diherin hecê û navê hecîtîyê li pêş navê xwe dinivîsînin û piştî vedigerin welêt jî, li ser serê civakê dibin demogog û bi manîpulasyon û sextekarîyan, bi fen û fût û çîrok û derewan mala xelkê xera dikin.
Nahlet li we û îdeolojîya we jî, nahlet li we û dîn û bawerîya we jî bê!




doxîna anarşîst

go,
tu bext bi xwe yî, xorto 
û xwedê ûjdanek daye te, 
mîna ava kanîya ku hîn devê evd û tebayekî xwedê pê nebûye,
pak e, paqij e û zelal e mîna ava zêr e.
ez dikarim te bikim qible û berê xwe bidim te û îbadetê bikim, heta talîya emrê xwe;
lê…
erê, lê
bawerî bi wê doxîna te ya sist nabe 
û ez wek navê xwe jî dizanim, 
ji xêndî min li gelek jinên din jî vebûye 
û ew ê hîn vebe jî.
û çi bikim?
çendî ne cahil û nezan im 
û têra xwe xwende û jîr û şareza me jî, 
nikarim mifteyê li derîyê dilê xwe bixim û wî derîyî li ser te biqufêlim.
nikarim, mixabin!
nizanim,
xwelî li serê min be
yan agir bi mala eşqê û aşiqan keve,
nizanim!
min go,
ne ez bûm xwedî, 
ne jî ji yên xwe xwedî dîtin re bûm yekî kedî.
û navê min jî derketîye bi doxînsistî,
lê doxîn heye û doxîn…
ez ê bibêjim,
ji nuha şûn de ez ê êgir berdim doxînê û teva kîrê xwe bişewitînim,
da ku tu bes biêşî êdî,
lê ez baş dizanim, 
ne ji kîrê min ê anarşîst û bêqible be jî,
piştî demekê, 
li ber dilê te ez ê bibim kerekî bêkêr î xesandî.
bi kin û kurdîya kurmancî, 
reb bi xêra rep e, ezgorî!

6 Haziran 2024 Perşembe

afirînerî

Kovan Baqî ji berhema Mario Vargas LLosa gotinek par ve kirîye. 
Dibêje ango dibêje ew ciwamêr dibêje, “Afirînerî ji kesên din nayê fêrkirin. Tekane rêya afirînerîyê xwendin û nivîsandin e..."
Erê rast e, 
lê bi xwendin û nivîsandinê jî heya derekê…
Te got erê rêzdar Mario Vargas Llosa?
Ez ji te re dibêjim, lê tu jî biçî xwe bigihînî Kovan Baqî û biwêja “Dîwaro min ji te re got, bûkê tu fêhm bikî” sê caran li ser hev li ber guhê wî bike pingînî mîna pingînîya senfonîya kelmêşên havîna lixweheyirî.
De îja ez ê jî ya xwe bibêjim, heger ne bi dilê we be jî…
Divê afirînerî di gen û genetîka meriv de hebe; dû re bi rêya xwendin û nivîsandinê ew afirînerî fantezî û xeyalên rengîn û estetîk li xwe/xwedîyê xwe bar dike.
Bi kin û kurdîya kurmancî, heger ew qumaş bi meriv re tune be, meriv tenê nivîskarekî ji rêzê ye
û jixwe li pêyasê jî li bin guhên hev dikevin, mixabin!..
Yanî heyran,
heger em bi ya Kovan û Mario bikin, wê çaxê xwendeyên ku her weha dinivîsînin jî hemû afirîner in, 
lê tiştê ez dibînim, pirê xwendeyên ku dinivîsînin tenê hevdu teqlîd û dubare dikin.
Axir…
Ji afirînerîyê re hiş û mejîyekî taybet divê.

Gotina Dawî
Mesele ne nivîskarî ye, mesele meriv bi nivîsê karî  ye yan nikarî ye!

5 Haziran 2024 Çarşamba

dermanê ehmeqîyê tune ye

Dîsa çerxûfelek e!
Dîsa agir bi pirêzeyê ketîye, ter û hişk bi hev re dişewitin!
Dîsa qîrîn û gazî ye li sikak û qad û kolanên welatê min!
Dîsa di bin girî de pêjna kenekî zexel û şeytanî tê!
Dîsa hinek dikin, hinek dixwin!
Û dîsa mejî pengizîye, ehmeqî zora aqil dibe!
Ez ê bibêjim axx, lê jixwe ya dike axûwax ax bi xwe ye!

Gotina Dawî
Dermanê ehmeqîyê tune ye, mixabin!

4 Haziran 2024 Salı

pîyon

Ax bi hesreta xwînê dijî li welatê min; tehma xwînê hilanîye carekê, bêyî wê nikare.
Û li welatê min xwîn ji her tiştî erzantir e, mixabin…
Sîyaseta sîyasetnezanan, ne ji ber nezanîna wan a sîyasetê ye;
lewra her kes li pey kurtêlê xwe ye
û bi saya sîyaseta xwelîserên sîyaset(ne)zan em hînî kultura kurtêlxwirîyê jî bûn, di vî zemanê xerab de ku êdî kûçik jî tenezulî xwe nakin li hêla kurtêlan binerin.
Li jor şerê rant û bertîl û îhaleyan, li jêr jî qayîşbihevrekişandina xwelîyê.
Û bi xwelîyê dibin welî welatîyên min, li Amaraya pîroz(!)
Şer…
şaredar…
şaredarî…
şerê şolî û genî û ne belî.
Na na, 
belî ye, lê em xwe li kawikî datînin bi haweyekî ne belî.
Êê!..
Di ava şolî de masî xweş tên girtin, ezbenî.
Û şolîyê dîl girtîye; çavên me kwîr, guhên me kerr, em bûne wek pezên sewsî.
Bajooo!..

Gotina Dawî
Ji pîyonan re nebin pîyon!

3 Haziran 2024 Pazartesi

la hewle wela

Rast derew, xêr û guneh ne di stuyê min de, di stuyê Mehdî de be;
lê na na!..
Ma bira di bernameya Mehdîyê reben bi xwe de Seyda Perînçek bi xwe dibêje, “Min di stranbêjîya xwe ya 35 salan de 1300 stran çêkirîne.”
Ya star!
1300 stran(!)
Qey vî zalimî emrê xwe giş di tuwaletê de derbas kirîye; 
lewra hema hema ji hemû stranên wî xweesirandin difûre.
Û jixwe ji her xweesirandinekê jî sloganek derketîye!
Bijî bijî û her bijî!..
Bi elawekîl li ber stranên Seyda Perînçek ez bi sîya xwe ya dîwêr ve radipelikim û şer dikim.
De îja hew Xweda dizane bê çend zarokên ku hîn bêhna şîr ji devê wan diçû, li ber stranên Seyda Perînçek bi cizbê ketin û bûn xerîbê dê û bavên xwe û axa xwe!..
Û Seyda jî li kolanên Ewrûpayê bi Mehdî re lotikan diavêje nuha.
Axx ax û dîsa ax!

Û tew hîn jî kurd diherin hecê û xwelîya hecê li serê xwe dikin.
De were ji vî aqilî re qala bindestîyê bike!
De were ji vî aqilî re çîroka serdestîya erebî û ereban bibêje!
De were ji vî aqilî re dewletê bixwaze!
Ka aqil!

Qeyûm an qayim an qoyum, lê her çi gû ye bêhna wî gûyî bi kurdan xweş e;
pardon an bibore, 
ne bi kurdan, bi apocîyan xweş e.
Û bi qeyûmê kifş û eşker e ye Xwedê jî ji jor bar bike, dakeve jêr, kurd ê terka biratîya xwe û tirkan nekin.
Bijî tuxumê pûç û pîç!

Û Selîm Temo rabûye şîretan li apocîyan dike, dibêje, “Dev ji parlamenterî û muxtarî û ezatî û encûmentîya dewletê berdin. Ma ne bes e?.”
La hewle wela!
Jixwe heya vî emrê xwe ku hîn jî te apocîtî nas nekiribe, piçika mejî di serê te de tune ye; lê ez bawer nakim te nas nekiribe, 
lewra…
ne ji zîhnîyeta apocîtîyê be kes ê silavê nede te û oportunîstên mîna te. 
Û oportunîstên nîvkurd baş dizanin, 
pere, di xapandin û xwexapandinê de ye,
loma…

Gotina Dawî
Quzê kerê çend perçe ye?



2 Haziran 2024 Pazar

qaşo neteweperestî

Neteweperestên kurd, 
biborin!..
Qaşo neteweperestên kurd… 
Erê, ev neteweperestên ecêb, her roj, bîst û çar seetan li hev dicivin û li dijî sîyaset û zîhnîyet û têkoşîna PKKyê
dipeyivin…
rexneyan dikin…
muxalefetê dikin…
Lê bi tirkî û bi tirkîyeke xerxote, şikestî û seqet!
Bi vî haweyî hûn ê nikaribin pişta apocîyan deynin, lewra hûn jî mîna apocîyan û bi stratejîya apocîyan a ûcûbe/xav/beloq ango populîst û oportunîst tev digerin.
Yanî jixwe apocî hene, çi hewceyî we ye!
Neteweperest,
ango yên qedrê neteweya xwe digirin û hewl didin alaya neteweya xwe di qada navneteweyî de bilind bikin; ji neteweyên din re dibêjin em jî hene û çendî em ne di ser we re bin jî em ne di bin we re jî ne!..
Û ev jî bi zimanê xwe tê kirin.
Yanî…
ya te û wan ji hev vediqetîne çi ye?
Ziman e, zimanê te ye.
Û heger hûn ne bi zimanê xwe, bi zimanê yekê ji wan neteweyan bipeyivin, hûn ê neteweyekê li wanneteweyan zêde nekin, hûn ê neteweya xwe di nav wan neteweyan de bimehînin
ango tune bikin, bikin hîç.
Û hîç jî pîç e, pîçtî ye li ber derîyê xeşkê!

Gotina Dawî
Ez di neteweperestîya we nim!

1 Haziran 2024 Cumartesi

futbol

Borîsîa Dortmond pê girt!
Real Madrîd bi ser ket!
Don Carlo Ancelotî gur e gur!..
Heyran, bila kes xwe aciz neke, Xwedayê futbolê tîma Real Madrîdê ye.
Ciwamêran baş jî bilîzin, xerab jî bilîzin, ferq nake, bi ser dikevin.
Futbol disîplîn e û ciwamêran tu carî ji disîplînê dûr nakevin.

Gotina Dawî
Û tirk jî dibêjin em bi futbolê dilîzin!
We quzê wê xwaro!