24 Ağustos 2021 Salı

ruhstîn û salih

Vê pêla dawî ji bo min nivîsandin zor û zahmet e; erê ez Devliken Kelogirî me, 
lê bêtir ez bi hêla xwe ya devliken li pêş im; dikenim, dikenînim, 
lê ev serê hefteyekê ye ewrekî reş û kelogirî li ser me kon vegirtîye, her roj em çavên xwe bi mirina xweşmêrekî yan jî mirina xweşjinekê vedikin, 
lê weleh vê pêlê bêtir em çavên xwe bi mirina xweşmêran vedikin, ji mêj de ye min nebihîstîye xweşjinek mirîye.
Xweda kêmanîya jinan nede, ez nabêjim bila bimirin an çima ew jî namirin,
lê wek ku vê pêlê mêr ji jinan bêtir dimirin.
Rêzdar Ruhstîn îtimazîyê dike; min ji edaleta wî hez nekir; bi haweyekî feminîst tev digere.
Kî çi dizane! 
Belkî jî tew di ber de jê kiribe û zayenda xwe guherîbe!
Nizanim!
De tew ez jî nabim ha!
Ka kê derpîyê Ruhstîn jê şeqitandîye û li nav nigan nerîye bê bi kîr e yan bi quz e?
La hewle wela!
Axir, ne di saxîyê de meseleya wekhevîya "jin û mêr" çareser dibe, ne jî di mirinê de.
Lê...
Haya min jê heye, min zêde "lê" bi kar anî.
Lê lê jî xweş e ha!
Him hevokan bi hev didirû û dixemilîne, him jî "lê" jinê sembolîze dike û jinê bi meriv dike jîn.
Û jîn jî xweş e, heger meriv bizanibe bê meriv çi jê dixwaze...

Gotina Dawî
Xwe ji Salihê Kevirbirî bisitirînin! Tu yê sûnd bixwî nûnerê Ruhstîn e û di her mirinê de komîsyona wî heye.
Ji kê re dibêje merheba, di nava şeş mehan de xatir ji me dixwaze û dihere ser rehma Xwedê.
Ez bawer im kurdên Sovyeta kevn ê çûyîna Salih a Kafkasyayê qedexe bikin.
Salih pasaporta sor jî têxe bêrîka xwe, êdî derî yê li Salih venebin.
Û vê têbinîyê jî ji bo mamoste Hejarê Şamil dinivîsînim.
Min bihîst ku navbera te û Salih jî xweş e; temîya min li te, heger bixwaze were serdana te, bibêje, ez ne li malê me, ez tune me, ez mirime!
Û tew tu bi ya min dikî, wêneyên xwe yên bi wî re jî gişan bişewitîne.
Tu çi qasî ji Salih dûr bî, ew qasî tu yê ji mirinê dûr bî...