11 Ağustos 2021 Çarşamba

merd û namerd

Qoltixa piskilêta min xurek bûbû, dileqîya; ev serê mehekê ye di xeraca xênî de girêdayî bû.
Vê berêvarê ez rabûm, min got nahlet li çavê şeytên bê, ez bibim çêkim. (Jixwe ji herfa serî jî xuya ye, ez li ser mêrikê birayên me yên êzîdî nabêjim; yan na min ê bi herfa mezin binivîsîya.)
Axir, hosteyê piskilêt tamîr dikirin, yekî temenmezin bû; temenê wî li dora şêst û heftêyî bû.
Di navbera pênc deqeyan de dewsa qûna min anku qoltixa min serast kir. 
Ji xêndî qoltixê dest avêt du sê cîyên din jî, mala we û wî ava be, ew jî serast kirin.
Min destê xwe avêt bêrîka xwe, min got, "Hoste, heqdestê te çi qas e? Ez çi qasî bidim te?"
Di bin simbêlan de mizicî, got, "Hema te çi da!"
Min got, "Hoste tu yî û heqê keda te çi be, ez ê wî bidim..."
Dîsa di bin simbêlan de mizicî, got, "Te çi da, ew e!"
Min destê xwe ji bêrîka xwe kişand, peleke pêncan û peleke bîstan derket. Min pela bîstan dirêjî wî kir, min got, "Bes e?"
Dîsa di bin simbêlan de mizicî, got, "Ka were, em vî bîstî bikin nêvî û li hev par ve bikin."
Bîstê min dayê girt, destê xwe xist bêrîka xwe, pereyên bêrîka xwe derxist. Ji nav wan pereyan peleke dehan dirêjî min kir."
Ez jî mizicîm. Min bi quloçên piskilêta xwe girt, ez meşîyam; hîn min du gav neavêtibûn, got, "Tu ji ku yî?"
Min got, "Ez mêrdînî me..."
Dîsa mizicî, got, "Ji merdbûna te dîyar e!"
Ez jî mizicîm û meşîyam; dû re xwe bi xwe min got, "Erê, em merd in, lê mixabin em li namerdan rast hatin!"