9 Ağustos 2021 Pazartesi

korona morona nebin kerê zorava

Wexta em dibêjin korona di labaratuaran de bi destê însên çêbûye, nayê wê mahneyê ku korona tune ye, yan jî derew e.
Vîrusa koronayê heye û şewbeke giran e; çendî ez pê neketime jî, piçek mejî dihêle meriv li vê rastîyê bihilkume.
Yên ev vîrus çêkirîye, berî vê vîrusê li nav însên belav bikin, bêguman dermanê wê jî dîtîye.
Ez ê bi teorî meorîyên komployî serî li we nekim kundirê milanî;
her kê çêkirîye, ne bi tena xwe, yan jî ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî çêkirîye; 
her kê çêkirîye, li ser navê sîstemekê û ji bo siberoja wê sîstemê çêkirîye.
Kîjan sîstem?
Siberojeke çawa?
Karê ne karê meriv be, hewce nake meriv serê xwe pê re biêşîne.
Loma jî,
dev jî ehmeqan û ehmeqîyê berdin!
Zanist û zanistan çi ji we re got, wek wan bikin, tev bigerin;
kesên serşaşik ên di nav rîha wan de sipî didin lotik û çirvîtkan ji vîrusa koronayê jî xerabtir in.
Sipî dikevin por û rîhê, lê ev cure vîrus rasterast dikevin nav mejî û tesîrê li hişê meriv dikin.
Û çare li koronayê dibe, lê çare ji bêhîşîyê re tune ye.
Mizgîna min li we, îroj min derzîya duda jî li xwe xist û bawer bikin piştî derzîya ewil pişta min ji berê xurttir bû;
hêvî dikim piştî derzîya duda ez bi dîwaran ve ranapelikim.
Ev yek...
Û dudu jî, cehalet!
Îroj li ser twîterê ez li twîteke apê Zinar, Zinarê me yê Xamo rast hatim.
Apê Zinar jî bera jî mîna zinar e ha!
Carinan ez li wî ecêbmayî dimînim; ez xort im, ew xort e, li xwe şaş dimînim.
Tenê di derekê de bi ser karîzmaya xwe de dimîze, ew jî...
Wexta kaprî li xwe dike, ew goreya wî ya mîna goreyên futbolîsan di bin kaprîyê wî de karîzmaya wî li ber dilê jinan dike du quriş û nîv, lê heger meseleya gorê jî safî bike, jin li pêyasê namînin, 
çû ji min de, êdî tenê fikandin dimîne para min.
De maşalê vê nivîsê nexwîne û her bi wê goreyê bigere û jin min jî ji min re bimînin.
Ez vegerim ser twîta wî...
"Mark Twain gotîye: 
-Cehalet ne nezanî ye; cehalet, nezanîya bi nezanîna xwe nezan e."
Min ji vê gotinê hez kir, lê nuha cahil ê bi çavê nezanî li min jî binerin.
Jixwe çi tê serê me, ji ber vê zanîna me ya nezanîn e.
Ma ku me bizanîbûya,
em dibûn mirîd û li ber sloganên pûç û vala girêz ji devê me diherikî?
Ma ku me bizanîbûya,
bi destê xwe me kirasê bi pîne dikişand ser bedena xwe û me ji ber resenîya xwe şerm dikir?
Ma ku me bizanîbûya,
li ser axa xwe me destê xwe vedigirt û em li parsê digerîyan?
Ma ku me bizanîbûya,
ji bavê tirk û ereb û eceman zêde bû tilîya xwe ber bi me ve dirêj bikin!
Ma ku me bi xwe bizanîbûya,
ev wêrekî û mêrxasî di îdeolojîyan de hildihatin?
Heger me bi xwe bizanîbûya...