2 Ağustos 2021 Pazartesi

nifşê doh nifşê îro

Enwer Karahan gotîye:
"Kurdên Swêdê, di warê edebîyatê de, demekê  roleke baş lîstin, lê ev serê çend salan e ew pêl jî qels bûye. Nivîsîna kurdî derbasî nifşê nuh nekirin, an jî nikarîbûn ev yek pêk bianîyana."
Tespîta Seyda rast e û bi serê xwe werê ye.
Ew nifşê Seyda qal dike, nifşekî rehkurd bû û bi sekn û helwesta xwe mîrateke xurt ji nifşê dû xwe re hişt.
Bi saya serê wan him zimanê me, him jî edebîyata me ber xwe da, li ser nigan ma.
Belasebeb ji Swêdê re "Kurdistana Biçûk" nehatîye gotin.
Lê bi min,
vî nifşî nikarîbû pêk bianîya.
Çima nikarîbû?
Kurdên ku Seyda qal dike, bermayîyên şoreşeke şikestî bûn.
Li ser axa xwe çêbûn, li ser axa xwe mezin bûn
û piştî demekê bi çavên serê xwe ew zilm û zordestîya dagirkeran dîtin;
zimanê wan bû belaya serê wan; ji ber zimanê xwe hatin girtin, êşkence xwarin.
Hin ji wan bi wê êşkenceyê mirin, hin ji wan bûn nîvînsan,
lê tu carî terka zimanê xwe nekirin; lewra baş dizanîbûn a wan û dijminê wan ji hevdu vediqetîne, zimanê wan bi xwe ye.
Û serî rakirin, 
ber xwe dan,
dîsa hatin girtin, 
dîsa êşkence xwarin,
dîsa mirin, 
dîsa hatin kuştin!
Di nav wan şert û mercên giran de tenê kurdîtî bû hêvîya wan û li dora wê hêvîyê kom bûn.
Dû re,
ji wî nifşî, pirê wan ji mecbûrî welatê xwe terk kirin, li seranserê Ewrûpayê belav bûn, lê cîyê Swêdê cuda ye.
Wî zemanî dewleta Swêdê jî roleke xweş lîst û li penaberan xweş xwedî derketin.
Kurdên ji ber xezeba zilimkaran revîyan, li Swêdê zimanê kurdî ji xwe re kirin qible û bi vî haweyî nehiştin hêvîya Kurdistaneke azad û serbixwe ji dêlê wan derkeve.
Ez vegerim ser meseleya me ya esasî; me got çima vî nifşî nikarîbû nivîsîna kurdî derbasî nifşê dû xwe bike?
Zarokên wî nifşî wek wî nifşî li ser axa xwe çênebûn, li ser wê axê bi zimanê wê axê mezin nebûn; erê, belkî di nav malê de bi dê û bavê xwe re bi kurdî dipeyivîn, lê zimanê wan ê civakî- qesta min ji civakî ev e: rabûn û rûniştin, perwerdeyî, danûstendinên hevaltî, danûstendinên xebatî û herweha têkilîyên zayendî-, bi zimanê swêdî bû.
Meriv bi kîjan zimanî bijî, meriv wek wî zimanî serdest, an jî bindest e. 
Ew ziman e, dihêle tu biêşî, yan jî neêşî...
Rewşa zimanê tu pê dijî çawa be, kêm, zêde rewşa te jî li gorî rewşa zimanê te rûdine, dîzayn dibe.
Sûc ne sûcê nifşê rehkurd e.
Sûc ne sûcê zarokên li derveyî welatê xwe, li welatên bîyanîyan çêbûne ye jî.
Sûc sûcê bêdewletîyê ye.
Meriv li ser kîjan axê çêbibe û bi zimanê kîjan axê bijî, hesasîyetên meriv jî li gorî hesasîyetên wî zimanî û wê axa rûdinin.
Kurdên doh di ber kurdbûn û kurdîtîya xwe de eciqîn, êşîyan, êşkence xwarin, li tehma mirinê nerîn, lê kurdên îro hay ji wê êş û êşkenceyê tune mezin bûn 
û êdî dewleteke wan heye, dewleteke ku ji wan re xwedîtîyê dike; ew jî bûne û dibin yek ji welatîyên wê dewletê.
Û ji Swêdê Kurdistan pir dûr xuya dike, mixabin.
Nifşê doh erk û wezîfeya xwe bi cî anî û sûc û gunehên wan jî tune ye; 
lewra meriv dikare tiştina heta derekê kontrol bike, piştî demekê kontrol û kontrolkirin zor û zahmet e.
Loma jî,
di nava van neh deh salan de Kurdistaneke serbixwe çêbû çêbû, heger çênebû, yên diêşîyan jixwe wê bimirin û yên neêşîyane jî ew ê ji xwe re nekin xem.
Û wê çaxê, 
em ê bi hev re li helbesta Kerîmo guhdarî bikin:
"Kurdistan bar kir, çû û nema!.."