4 Ağustos 2021 Çarşamba

emerê emerekî

Emerê Emerekî!
Şaş fêhm nekin, tu eleqeyek emer û emerekîyan bi Emerîka û emerîkîyan tune ye.
Emerekî ezbetek ji ezbetên Xelecîyan e û Xelecî jî eşîrek ji eşîrên Mêrdînê ye,
mîna Erbanîyan, Xursîyan, Sirgucîyan, Omerîyan...
Û Emer jî yek ji mêrên eşîra Xelecîyan e.
Lê li derdorê jê re nabêjin Emerê Xelecî, jê re dibêjin Emerê Emerekî.
Bi kin û kurmancî,
dema Emer li nav sînorên Mêrdînê xwe dide naskirin, dibêje, "Ez Emerekî me," lê dema derdikeve derveyî Mêrdînê, dibêje "Ez Xelecî me."
Min xwest di heqê eşîrtîyê de vê zanyarîyê bi we re par ve bikim.
Îja ez dikarim derbasî meseleya Emerê Emerekî bibim...
Li gund kes hesabê Emer nake; di çavê gundîyan de ha Emer, ha gayê ka li ber...
Her şev li odeya gund civat digere, lê her tim cîyê qûna Emerê reben nav sol û şekalan e.
Çemê Zerganê jî di ber gundê wan re derbas dibe.
Çemê Zerganê jî berê çem bû ha! Van xwedêjênerazîyên xursîyan bi avdana dahl û bexçeyan û bi kolandina bîr mîran, av di çemê reben de nehişt.
Axir...
Şevekê Emerê me radihêje dînamîtan û ji bo masîyan bigire dihere ber çem.
Agir bi qûna dînamîtê dixe û wê dînamîtê diavêje nav çem.
Gurmînîyek ji ber vê dînamîtê dihere, ji gurmîna dengê wê dînamîtê yên li odeya gund rûniştine, çeng dibin ser xwe, ziravê wan diqete.
Bi haweyekî şaş û metel li hev dinerin, dibêjin, "Xêr e, çi diqewime?" Dibêjin, "Emerê me ye, çûye masîyan!"
Axir, piştî demekê Emerê me jî tê odeyê; silavekê dide civatê û li şûna xwe ya her car rûdine.
Civat jê re dibêje, "Qawet be ji te re, Emer. Maşalê te têra xwe masî girtin!"
Emerê me yê Emerekî hîç xwe aciz nake, bi şêwazeke nerm dibêje, "Na weleh, min masîyek jî negirt!"
Civat dibêje, "Madem te kîrê me negirt, ew çi deng û gurmînî bû, te ziravê me qetand, malnexerab!"
Emerê me xwe qure dike, dibêje, "Anuha we di civatê de qala min kir, nekir?"
Civat dibêje, "Weleh me qala te kir."
Emer dibêje, "Ê xelas. Min jî ev dixwest!"

Gotina Dawî
Piştî şerê çel salan; malên me agir pê ketin, gundên me xera bûn, bajarên me bûn mîna gundan, em ji ser axa xwe sirgûn bûn, zarokên me hatin kuştin, zimanê me li ber çavê me bû marê reş, kultur û jîyîna kurdî têk çû, em li bajar û metropolên Tirkîye û Ewrûpayê belav bûn û li ser navê entegrasyonê em bi vê netewa faşîst û nijadperest ve pîne kirin...
Û anuha jî tu rabî ji kurê pîrê anku ji serokê sererd û binerd re bibêjî, "Ka bû çi?"
Ne eyb û ne fedî, mîna Emerê Emerekî ew ê jî rabe, bibêje, "Ma li her derê her kes qala min dike, nake?"