27 Ağustos 2021 Cuma

rojbûna vînsint

"Req req req!"
Ezîzê Ezîza li derî xist.
Hemê Sitikê derî vekir.
-Selamuneleykum!
-Weeleykumeselam!
Hemê Sitikê xwe ji devê derî da alî, Ezîzê Ezîza gava xwe avêt hundir.
Hêwan xemilî bû.
Te li balonan dinerî, te li qurdêleyan dinerî, te li tîşik mîşikên bi dîwêr ve daliqîyayî dinerî...
Ezîzê Ezîza li dora xwe li xeml û şemla hêwanê nerî, di bin simbêlan de kenîya.
Got:
-Kuro Hemê, ev tu dikî bizewicî, yan tu dikî xwe sinet bikî, xêr e?
Hemê Sitikê hîç bi xwe tahde neanî; dizanîbû karê Ezîzê Ezîza qerf û qot û tinazî ye. Guh nedayê.
Got:
-Rojbûna Vînsint e. Zarokan ji bo wî hazirî kiriye.
Ezîzî Ezîza bi haweyekî neketibe serê wî serê xwe kil kir.
Got:
-Kuro weleh tu filîm î ha! Ma bavê me rojbûn çêkir? Ma kalik û pîrika me rojbûn çêkirin? Îja rojbûn kuro! We bi van adetên ecnebîyan bi nav adetên me de rît û mala me xera kir weleh!
Hemî Sitikê deng nekir. Ezîzê Ezîza destên xwe dan paş qûna xwe û du sê gav ber bi maseyê ve avêtin. Ziq li pastaya ser maseyê nerî. 
Baş xerab xwendina wî hebû; heta sinifa çara xwendibû; ji ber kes tune bû here ber pez, bavê wî nehiştibû dewam bike.
Serê xwe piçekî din ber bi pastayê ve dirêj kir û bi dengekî nizm hewl da nivîsa li ser pastayê bixwîne:
-Ro.. Roj... Rojbû bû... Rojbûna... Rojbûna te... Pîroz... Pîroz be... Rojbûna te pîroz be... Vî... Vî... Vînsint!
Û kir hakehak kenîya.
Got:
-Kuro, tu ecêb î ha, Hemê! La hewle wela! Îja Vînsint! Kuro tu kurmanc lawê kurmancan î! Îja Vînsint çi ye, hewara Xwedê?
Hemê Sitikê pir aciz bû.
Got:
-Law Ezîz! Hey te quzê wê xwaro! Meriv dev li zimanê xwe dike, nahletekî li çavê Şeytên tîne, lê bi zorê tu dihêlî meriv bipeyive. Bi zorê tu peyvê ji meriv derdixî! Ê law, navê zarokên te, Egîd e, Pakrewan e, Newroz e, Hogir e, lê bi wê tirkîya xwe ya ne tirkî tu hewl didî bi wan re bi tirkî bipeyivî. Çima? Ji ber ku bi zimanê te nizanin. Tu kurmanc lawê kurmancan, jina te Gewrikê kurmanc qîza kurmancan û navên zarên we bi kurmancî ne, lê zarokên we bi zimanê toltahjîyan bi we re dipeyivin. Erê weleh, hewara Xwedê! Lo lawo! Navên zarokên min ên ecnebîyan in, lê qet nebe ruhê wan kurmancî ye, kesayeta wan kurmancî ye, zimanê wan kurmancî ye, hey xwelîser!
Ezîzkê li xwe zîvirî, ber bi derî ve meşîya, derî vekir û di ser stuyê xwe re zîvirî.
Got:
-Wexta nimêjê ye, lê deng ji meleyê me nehat. Ka ez ber bi Mele Sidîk ve herim bê çi pê hatîye!
Û derket, gurmînî ji derî anî, li pey xwe girt.