10 Haziran 2021 Perşembe

bext ji text wê de ye

Me kurdan sê tiştên ku me dike em, ji xwe xistine:
Bext!
Ûjdan!
Duristî!
Yên min nas dikin, baş dizanin, têkilîyeke min a mirîdane bi îdeolojîyan re tune ye.
Ne Barzanîîst im, ne Apoîst im, ne jî Telabanîîst im.
Qibleya min kurdî, qiblegeha min Kurdistan e.
Û her kî ji bo kurdî û Kurdistanê tenê bi qasî misqalekê jî ji dil hewl bide, bixebite û du keviran deyne ser hev, hêja ye û ji bo min têra xwe bi qîmet e.
Lê divê meriv bextê xwe neavêje, ûjdanê xwe xera neke û berê bi xwe re durist be, dû re bi helwest û tevgerên xwe, durist bimeşe.
Kesê bext û ûjdan pê re tune be û ne durist be, têkeve nav kîjan tevger û dozê, wê tevger û dozê jî tûşî erdê dike.
Dîn ji hêlekê ve, îdeolojîyan ji hêlekê ve û dagirkerên me ji hêlekê ve tecawizî kesayeta me kir!
Em ji kesayetê xistin!
Heta li ser esasê bext û ûjdan û duristîyê em ji nû ve kesayetê neafirînin, em ê nikaribin ji vê bindestîya rezîl rizgar bibin.
Guhertina kesayetê jî ewçend ne hêsan e; bi zîhnîyetê ve girêdayî ye û ji bo guhertina zîhnîyetê jî ji alî kesên xwedan bext û ûjdan û xwedan vîzyon perwerdeyîyeke xurt divê.
Divê zîhnîyet biguhere,
dû re li wê zîhnîyetê em bext û ûjdan û duristîyê bar bikin.
Û herî dawî jî, li ser esasê bext û ûjdan û duristîyê, em kesayetê ava bikin.
Heger kesayet têk çûbe, doz û dahweya we yê bi ser nekeve û wê bibe toz.
Û jixwe dijmin jî ji tozê hez dikin ku hûn di nav wê tozê de çavê hev derxin!
Hûn derdixin jî!..
Siheta we xweş be!
Di serî de, wexta nuh ez dagerîyam nav mijarê, min qala bext û ûjdan û duristîyê kir.
Gazin li nezan û nexwendeyan nabe, lê zana û xwende divê hay ji zimanê xwe jî, hay ji qelema xwe jî bikin.
Erê, her hinek dilxwazê alîyekî ne.
Hin dilxwazên PKKê ne,
hin dilxwazên PDKê ne,
hin jî ku der ji wan re xweş be, dilxwazên wir in.
Lê...
Divê meriv terka bext û ûjdanê xwe neke, heger hîn jî bi wê tecawizê kesayet avis nebûbe.
Hevalekî nivîskar li ser twîterê twîteke weha nivîsandîye û belav kiriye:
"Niha kurdekî hewlêrî ji min re got: "Gelo çima kesekî ji malbata Barzanî ji dêvla pêşmergeyekî şehîd nakeve?"
Ez bilîyam!"
Bila kes di şûna kesî de şehîd nekeve û her kî yê jî şehîd bikeve, bila belasebeb xwîna wî bi erdê de nere.
Ji zû de ye li ser medyaya sosyal hewl didim bi kesî re nekevim nav nîqaşên sîyasî, ji ber ku vala ye û tenê meriv xwe aciz dike; 
piştî wan nîqaşan, jixwe ew kes ji fikra xwe venagere, bi ser de jî meriv aciz dibe û meriv bi acizîya xwe dimîne.
Axir, min xwe negirt û min jî ev bersiv dayê:
"Bi qasî hûn zimandirêjîya malbata Barzanî dikin, hûn zimandirêjîya malbata Ocalan jî dikin?
Ez bi xwe zimandirêjîya her duyan jî dikim û ji wan re dibêjim hûn qesasên Kurdistanê ne!"

Gotina Dawî
Ne populîzm û populerbûn, bext û ûjdan û duristî ye ya meriv bextewar dike.
Ne bi nav û deng, bi bext û ûjdan û duristîya xwe, serbilind bin!





9 Haziran 2021 Çarşamba

ka aqil

Li Eleşgîra Agirîyê şeş ehmeqan di şikeftekê de pênc ton zêr dîtine.
Nizanim, ji min derew, xêr û guneh di stuyê Seyda Selamî Dogan de be, min li ser rûpela wî ya facebookê dît.
Ez ji Seyda piştrast im.
Axir...
Dû re ev her şeş ehmeq ji bo wî zêrî li hev parê bikin, rûniştine, lê kirine nekirine li hev nekirine.
Û ketine ber hev, bi kêran şer kirine. 
Eman, yeman, hevdu didin ber kêran.
Ka bê kî bi wan dihise, digihînin eskerîyê.
Eskerî dihere dest dide ser zêrên wan û her şeş ehmeqan jî radikin nexweşxaneyê.
Him ji dêrê bûn, him ji mizgeftê.
Ka aqil!
Ji qewla me mêrdînîyan, hey we quzê wê xwaro!
Li vir, cînavka "wê" şûna "dê" û "jin"ê digire; kî kîjanê bixwaze, dikare li wê bifikire û vê sixêfê, vê xeberê bide.
Ha! Hin dikarin li quzê kerê jî bifikirin...
Lê gotineke orjînal e.
Erê, 
hey we quzê wê xwaro! 
Wî zêrî têra we û silsila we dikir; ha nîv kîlo kêm, ha nîv kîlo zêde...
De îja werin bi vê ehmeqîyê dewletan ava bikin!
Iraq li bin guhê hev ketîye, Îran bûye sêla ser êgir, Sûrîye têk çûye, Tirkîye ji binî de rizîyaye û li seranserê dinyayê ji bo kurdan sempatîyek çêbûye, lê kurd çi dikin?
Kurd di guhê gê de dijîn û difîkînin.
Bijî PKK!
Bijî PDK!
Bijî YNK!
Li ser her çar perçeyan her sê partî desthilat in û di rewşeke weha zêrîn de ji dêvla her çar perçe pişta xwe bidin hev û şerê serxwebûnê bikin, her partîyekê pişta xwe daye rejîmekê û gir û rikê bi hev re diajon.
Hey mejîsistino! 
Ji dêvla bi haweyekî azad hûn li ser textê Kurdistanê rûnin û quretîyan bikin, hûn diherin xwe û Kurdistanê dixin bin xizmeta dijmin û dagirkerên xwe û bi vê ehmeqîyê hûn xwe dinepixînin mîna elokan.
Ew dibêje ez!
Ew dibêje ez!
Ew dibêje ez!
Weleh hûn hemû pez in, pez!





xal û xwarzê tucaret û birazê

Hûn Îko nas nakin; 
na, hûn nas dikin.
Çend carekê li ser vê blogê min qala wî kiribû.
Ne pir dîn e, ne jî pir biaqil; ne xuya ye, ne wenda; di navbera hebûn û nebûnê de li xwe digere.
Carinan dibêje tam min xwe zevt kir, lê dîsa ji nav lepên xwe difilite, dihere.
Bi navê xwe yê fermî: 
Îkram Baban
Lê ew ji xwe re dibêje Îko, ez jî jê re dibêjim Îko.
Û hûn bi ya min dikin, hûn jî jê re bibêjin Îko.
Erê, Îko!
Du sê hefte berê ji bo ez bixwînim, binirxînim dosyayek ji min re şand.
Wî bi xwe û li ser xwe nivîsandibû;
ne çîrok bû, ne roman; çîrroman bû; 
yan jî bi gotineke edebîtir novel bû.
Wek hûn dizanin Seyda Hesenê Metê jî bi vê terzê dinivîsîne.
Ya dawî, ez ewil bibêjim, ji bo şaş neyê fêhmkirin; 
lê jixwe Îko dizane kî çawa fêhm bike jî, ne xema kîrê min e.
Dosya ne pir dirêj bû; nêzîkî şêst heftê rûpelî bû.
Min di du bêhnan de xwend û dû re min dosya xist bin bahlîfa ber serê xwe û bi qasî nîvseetekê li ser raketim.
Piştî nîv seetê wek kurdekî ji xew şîyar bûm.
Bi kin û kurmancî,
Dosyayeke xwerû kurdî, xweser, sade, ji dil û têra xwe samîmî bû.
Lê,
ji ber ku kurd ji dilsozî û samîmîyetê dûr in, ji tiştên xav hez dikin an jî xav xavê dikişîne.
Îko ev dosya ji weşanxaneya Darayê re şandîye.
Edîtor medîtorên Darayê dosya xwendiye û piştî du hefteyan ji Îko re ev peyam şandine:

"Merhaba
berê her tiştî ji ber derengmayînê biborin. hevalê ku me jê re dosyeyê şandibû nû li me vegerîya. biborin lê li gor rapora hevalê me em ê nikaribin çap bikin. li gor raporê di honandina romanê de qelsî heye û teswîr gelek kêm e. her wiha kelecan kêm e. divê hinek jî li ser bê şixulandin

demba"

Jixwe profesyoneltîya wan ji rastnenivîsa wan dîyar e.
Ka werin em ewil bi xêra gora mirîyên xwe peyama wan serast bikin, bila Îko jî li wan vegerîne. 
Dema bixwazin ji hin kesên wek Îko re peyam meyaman bişînin, bila ev peyam wek nimûne li ber destê wan be û çi cara hewce kir, bila vê peyama serastkirî copî-past bikin û ji wan re bişînin.
Qet nebe nahetikin.
"berê her tiştî ji bo derengmayînê biborin"
Ji dêvla bigota, "berî-berîya" gotîye, "berê"
Berê çi?
Zemanê berê?
Xuya ye tenê ne ji Îko, ji malbata Îko jî lêborîn xwestîye.
Ne "biborin" "bibore"
Û bi hevoksazîyeke şikestî hevok saz bûye.
Divê weha bûya:
"Berî her tiştî, ji ber ku em dereng li te vegerîyan, bibore."

Ka em peyama wan gişî serast bikin:

"Silav.
Berî her tiştî ji ber ku em dereng li te vegerîyan, bibore.
Hevalê ku me dosya jê re şandibû, nû li me vegerîya.
Bibore, lê li gorî rapora hevalê me, em ê nikaribin çap bikin.
Em ê nikaribin, ji ber ku honandina romanê qels e, teswîr jî pir kêm e. Û herweha têra xwe kelecan tê de tune ye. 
Bi hûrgulî xebatek jê re divê.
Dem baş-Bimîne di xweşîyê de."

Ka em analîza xwe berdewam bikin.
Heval li Qersê rûdine, loma jî heta bi rêya PTTê dosya gîhaştîye ber destê heval, heta heval ew dosyaya Tolstoyî xwendîye û dîsa bi rêya PTTê li weşanxaneyê vegerandîye, pir wext derbas bûye.
Wax wax wax!
"her wiha kelecan kêm e. divê li ser bê şixulandin"
Mîratê! 
Ma em ê li ber masturbasyonê bikin!
Îja kelecan kêm e!
Demba-ş.
Li ser ecelê "ş" ji bîr kirine.
Hûn pir bi profesyonelî dixebitin...
Axir,
Weşanxaneya ku hîn nikaribe bi rastnivîseke rast peyamekê binivîsîne, divê meriv ji wê weşanxaneyê tu hêvîyekê neke.
Weşanxaneya ku qîmet neda zimên, bizanibin ew weşanxane tenê tucaretxane ye û xwedî jî tucar e.
Ez sûnd dixwim ev weşanxaneya ku ji dosyaya Îko re gotîye na, ji ber kompleks û xwenezanîna xwe ji Îko re gotîye na; 
lewra ne di warê kurdî de, ne di warê mentiqa kurdî de, ne jî di warê hevoksazîya kurdî de ew ên li wir çîp avêtîye ser çîp nikarin avê li destê Îko bikin.
Entelîjansîyaya kurdan, ji kesên ji xwe çêtir û xwedan vîzyontir aciz in.

Gotina Dawî
Berê kesayet, dû re kurdîtî; heger kesayet pûç û vala be, kurdîtî bi haweyekî kurmîtî li ser bilind dibe.







7 Haziran 2021 Pazartesi

sidîqo çû seferê vegerîya kerê berê

Sidîko tolazekî dera hanê ye.
Li Qosera Mêrdînê dijî.
Çendî ji navê Qoserê aciz bim jî, Xwedê ji apocîyan ne razî be. 
Heta em nebêjin Qoser, kes nizane em qala kîjan bajarî dikin.
Dinêyser ne xerab e, lê nizanim.
Seyda Mistefa Aydogan jî Dinêyserê bi kar tîne.
Ê Yaqob Tilermenî jî dibêje "Tilermen"
De were safî bike.
Axir...
Mijara me ne navên Qoserê ne. Em dikarin rojeke din li ser vê mijarê nîqaşê bikin.
Ez vegerim ser meseleya xwe.
Erê, çi azib, çi bi mêr, Sidîqo kes bernedida.
Rojekê nêtê li yekê xera dike. 
Çima ew jin jî ne bi mêr e!
Sidîqo çi qasî li dora wê dihere û tê jî, jin guh nadê.
Sidîqo dev ji fihêl û finêzên xwe bernade û vê jinê her aciz dike.
Jin xwe bi xwe dibêje, "weleh ez filîmekî neynim serê vî tahjîyî, ev tahjî yê ji pey min venegere."
Ji mêrê xwe re dibêje.
Mêr jî du birayê xwe û pismamekî xwe bi xwe re dibe û li cîyekî xewle xwe didin benda Sidîqo.
Sidîqo tê...
Û Sidîqo zevt dikin.
Dixirpişin ser wî, wî tirek dikin. Hema ku dera wî dikeve ber wan, lê dixin û lê diherin.
Tu avayî tê de namîne; dev û poz di nav xwînê de dimînin, ji ber pihênan parsûyên wî ji hev de dikevin.
Lê dinere, xwe ji nav lepên wan xelas neke, ew ê wî bikujin.
Û dibêje xirp û ji nav lepên wan difilite, direve.
Sidîqo li pêş û mêr û bira û pismamê jinê jî li pey wî, ji nêzîka Qubikê ber bi sûkê ve dibezin.
Sidîqo lê dinere xelasî tune ye, xwe li derîyê dawetgehekê diqewimîne. 
Di salonê de ximexima ribabê ye, berbû li ber bi cizbê ketine.
Ku berbû çav li Sidîqo û kincên wî yên pirtik pirtikî bûne û xwîna ser çavê wî dikevin, deng ji ribabê dibile û berbû li dora Sidîqo kom dibin.
Hîn fêhm nekirine Sidîqo ji ber çi direve, mêrê jinê û her du bira û pismamê xwe bi helkehelk dikevin hundir.
Mêr dibêje, "Hey min kîrê wî di ca we kiro! Lêxinê, daîş e..."
Û berbû her yek ji hêlekê ve dikişin ser Sidîqo.
Di rewşeke giran de Sidîqo digihînin nexweşxaneyê.
Dibêjin ew roj ev roj e Sidîqo serê kîrê xwe dax kiriye û doxîna wî hew li heram vedibe...
Xêr û guneh di stuyê wî de!

Piştî "The Sedat Peker" gelek nivîskar û kitêbên jibîrbûyî, ji nû ve ketin pêyasê.
Ciwamêr qala kê û çi dike, ew kes û tişt populer dibin.
Min jî îro li ser twîterê navê wî etîket kir û Leylana xwe par ve kir.
Min got, "Reîz, hey kurd naxwînin, ji kerema xwe re bixwîne û pêşnîyar bike, qet nebe belkî bi xêra te tirk bixwînin."

Wekî din min ê çi bigota?
Nehat bîra min...
De ka hûn vê metnê bixwînin, heger hat bîra min, ez ê pê ve bidirûm; na heger nehat bîra min jî, îşev berî ez rakevim, ez ê li ser konsantre bibim, sibê ez ê ji bo we binivîsînim.

Gotina Dawî
Birakujî, çi gotineke ne xweş, pûç  û dejenerebûyî ye.  
Heger du kesan rik û gir ji hevdu girt û şer kir, ew ne bira ne.
Û heger hezkirin û rastî û dilsozî tune be, bi zorê kes nikare kesî bike birayê kesî.
Ê ji buxçika zikekê çêbûne, hew hevdu tehmûl dikin, îja biratî û miratî û quzilqurt û nizanim çi!
"Kanîya Alîya bi tahtik e, simbêl dûvê beranan." jinebîyek li şwînekê rûniştibû, digirîya û diavêt ser mêrê xwe.

6 Haziran 2021 Pazar

serîyên tevlihev

Got,
"Kuro, van bêbavan misilmantî jî li ber çavê me reş kir. Weleh meriv êdî fedî dike ji xwe re bibêje ez misilman im. Van daîş û daşik maşikan li ser navê misilmantîyê serê xelkê firand, xwîna xelkê vexwar. Teyo û hevalbendên xwe jî bi vê dizîyê xelk şêland, êdî hew nan bi destê xelkê dikeve. Law ma weleh misilmantîya em dizanin û ji me re hat gotin, ne ev bû wey! Ka ew edaleta Hz Emer? Ka ew aştîxwazî, sebir û bêhnfirehîya Hz Elî?"
Got,
"Bi wî serê bavê te yê delalî, misilmantîya Emer û Elî çi bû, misilmantîya Teyo û Daîşê jî ew e."
Got,
"Weyla Teyo jî, ew daşik maşik jî hemû bi qurbana axa ser gora Hz Emer û Hz. Elî bin, kuro! Çawa zimanê te digere tu ji Hz Emer û Hz. Elî re wer dibêjî? Dînê me dînê aştî û xweşbînî û edaletê ye. Di zemanê pêxemberê me de, di şer de nanê xwe bi dijminên xwe re par ve kirine. Edaleta Hz. Emer bi nav û deng e. Û Hz. Elî jî heta mecbûr nemaye, neçûye kes nekuştîye. Negotine ev reş e, ev spî ye; ev ereb e, ev ne ereb e, hemû kes himbêz kirine."
Got,
"Xwedê ji te razî, li gorî gotina te Elî ne şêrê Xwedê, mîha Xwedê ye."
Got,
"Erê, mîh bû, lê wexta mecbûr dima, dibû şêr..."
Got,
"Erê, jixwe ew şûrê xwe yê bi nav û deng jî tenê ji bo berzika xwe kur bike bi kar dianî. Û edaleta Emer jî here ji kurdan bipirse, bê di zemanê wî de çi qas kurd hatin kuştin û bi zora şûr bûn misilman!"
Got,
"Pepûk! Wer nebêje, devê te yê xwar bibe!"
Got,
"Bi wî serê bavê te yê ev cara duduyan e ku ez pê sûnd dixwim, Elî sibehe şûrê xwe diavêt ser milê xwe û derdiket nêçîra kafiran; wexta dibû êvar û vedigerîya malê, hingî serî difirandin, ji hal de diket; di ser şîvê de serê wî bi ser stuyê wî de xwar dibû û di xew re diçû, berî mirîşk rakevin bi çel û pênc deqeyan. Elî jîtema pêxember bi xwe bû."
Rabû ser xwe, çû şujda xwe raxist û dest bi nimêjê kir, lê wê êvarê ne bi destmêj bû, ne jî berê wê li qubleyê bû...

Anuha rabin bajar bi bajar bigerin û dest bi lêpirsînekê bikin.
Ji jinên tirk bipirsin.
Çi xwende çi nezan, çi hunermend çi edebîyatvan, çi lîstikvan çi rojnamevan ji wan bipirsin, 
"Heger Sedat Peker ji te re bibêje, ka, tu yê bibêjî na?" 
Bi şeref ew ê ji sedî heyştê nebêjin "Na!"

Şerê kurd û kurdan!
Na.
Şerê kurd û kurman!
Ev jî na.
Şerê kurm û kurman!..
Li Bakur slogan û îdeolojî,
li Başûr dîn û îman û berjewendî...
Hoo kurdino!
We rêya qibleya xwe şaş kiriye, ma haya we ji we heye, loo!
Berî her tiştî em kurd in, kurd!

Gotina Dawî
Got,
"Ho Xalo! Kengî em ê bibin xwe?"
Got,
"Roja me dev ji parsê berda, berxê Xalo, roja me dev ji parsê berda..."


rojeva tiroviro

Muxalefeta ku ev bîst sal in mîna kelmêşê li dora textê Teyo dike pingeping û bi qasî misqalekê nikare tesîrê li textê wî bike, dike li hemberî kamerayek û trîpotekê têk here;
lê divê meriv bextê xwe neavêje û heqê Reîz jî teslîmî Reîz bike.
Reîz jî têra xwe jîr e, têra xwe zîrek e.
Û bêguman ji her derê agahî û belge jê re diherin.
Ciwamêr jî mahta xwe lê xweş kiriye û berê qûna wan xweş dide tavê.

Reîz Selahedîn jî îro ji hefsê çend kitêb pêşnîyar kiribûn; 
lê çi qasî min çavê xwe gerand jî, min Leylana xwe di nav wan de nedît.
Ne şaş bim, çar pênc kitêbên bi tirkî bûn, yek jî bi kurdî bû; lê ya kurdî jî çi qasî bi kurdî ye û Selo di hefsê de kurdîya xwe çi qasî bi pêş ve birîye, nizanim.
Dû re...
Em gazinan dikin û dibêjin çima tirk neheqîyê li zimanê me dikin.
Roja ku em fêhm bikin kurdî zimanê me ye, jixwe wê çaxê bi qasî serê derzîyê qîmetê wan gotin motinan namîne.
Ji qewla Sehdê Elo, ha keran tir kiriye, ha Înce mînce fis kiriye, ew ê di guhekî re têkevê û di guhê din re derkeve.

Vê sibehê li ser eceleyê bêyî ku ez avekê li xwe bikim, bi heramî anku bi cenabet ez rabûm, min xwe li derve qewimand û derketim;
jixwe ez diçûm dîzîya yeka din, hewce nedikir.
Ji qewla kurdên berê, "bi kevirekî sê qûç!"
Lê min nekir sisê...
Baş bû ku min yek bi yekê nehisand; 
yek bi roj, di ronayîyê de; yek jî bi şev, di tarîyê de, 
loma jî ya bi şev şûna derbên mohr û cûnbûyî nedît...
Lê heger kurdîya wan hebûya û ev nivîsa ku anuha ez dinivîsînim bixwendana, îhtîmal e wan ê ez bikirama sê perçe û careke din hew di sikak û kolan û taxên wan re diçûm û dihatim.




4 Haziran 2021 Cuma

kurd û kurdî

Erê erê, hûn kurd lawê kurdan in!
Û tu ziman bi qasî kurdî ne dewlemend e, heger kurdan bizanîbûya bi kurdî kurd dibin kurd.
Bi qasî kurdî ji ber kurdan kişand, ji ber tu kesî nekişand.
Û hîn jî dikişîne!..
Îro, ji sibehê de ji ber ehmeqîya Muharrem Înceyê bi mejîyê xwe jî înce, kurdên ku rojê tenê pênc deqeyan kurdîbûna wan tê bîra wan, dîsa bi hev re ketine pêşbirkê û ha ha parêzvanîya kurdî dikin.
Ji xêndî hin ciwanik û ciwamêrên bi kesayeta xwe pak, bi ruhê xwe kurd...
Tew hinek ji wan jî bi tirkî xwe aciz dikin û ji Muharrem Înce re dibêjin kurdî ji tirkî dewlementir e!
Herî pir jî kenê min bi van Don Kîşotên bê "don" digerin tê.
De îja ez di şûna Muharrem Înce de bûma, ez ê li van mejîsistan vegerîyama û min ê ji wan re bigota, "Hey mejîsistên ji min mejîsistir! Madem kurdî ji tirkî dewlemendtir e, çima hûn ji min bêtir xwe dikin qurbana tirkî û bîst û sê seet û nîvan bi tirkî dijîn?"
Ew nîv seet jî bila ji bo wan kesan be ku dema li deverekê bê hemdî hûn li wan rast tên û li ser nigan silavekê didin hev...
Îja ne Muharrem li van mejîsistan vedigere û ji wan re dibêje, "De herin qûna xwe li avê xin," ne jî ev mejîsist ji xwe dipirsin bê ev çi nakokî ye em di nav de digevizin.
Muharrem Înce çi gotîye?
Muharem Înce gotîye, 
"Zimanê kurdî li gorî qeydeyên pedagojîyê ji bo perwerdeyîyê nabe."
Heqê wî heye van zirr gotinên ji serê xwe mezintir bike?
Na.
Lê heger Muharrem Înce bigota, 
"Zimanê kurdî zimanekî xurt û dewlemend e, lê mixabin ji ber ku kurd ehmeq in, xwenezan in, xwelîser û bi kompleks in û xwe kêm, xwe biçûk dibînin, em kurdî bikin zimanê perwerdeyîyê jî, kes ê neyê bi kurdî perwerde nebe, loma jî hewceyî vê xisar û hewldanê nake" heqê wî hebû.
Û heger weha bigota, weleh di vê şewbê de bê maske min xwe li derve biqewimanda û bi peyakî min ê bida kezeba rê, heta mala wî bê rawestan ez ê biçûma, min ê enîya wî maçî bikira û dîsa di nig de vegerîyama malê.
Lê heyran, ev kîrquzdê tiştina dikin, bi tu haweyî nabe meriv li pişta wan rabe.
Kî bîra îja zimanê kurdî li gorî qeydeyên pedagojîyê ji bo perwerdeyîyê nabe!
Hela hela!
Yanî ew zimanê te yê ku ji nîyhandina pêncî netewî çêbûye, qeydeyên pedagojîyê bi cî tîne, lê zimanê kurdî yê ku berî Xwedê çê bibe jî heye, qeydeyên pedagojîyê bi cî nayne, ne wisa?
Ka îja ez ji vî pedofîlî re çi bibêjim, ji qewla Cîgdemê?
Cîgdema delal, ji kerema xwe re guhê xwe bigire, ez ê du gotinan bikim.
Muharrem Înce!
Hey te quzê wê xwaro, ji qewla me mêrdînîyan!
Êdî vîagra jî hew kîrê te radike, lê heger em di ber de jêkin û kirasekî li te kin jî, kes ê bi sî û starê te nekeve.
Tu dişibî xîyarekî çelmisî yê xursîyan...

Gotina Dawî
Xursî, xwedîyê xîyarê çelmisî, ne dixwin, ne didin kesî, didin kerê, kêr pê difetisî.




3 Haziran 2021 Perşembe

jin û wezîfedarê bankê

Jinek dihere bankê.
Deh dolar jê re lazim e.
Ber bi wezîfedar ve dimeşe.
Wezîfedar dibêje:
-Kerem bike, çi hewce ye?
Jin dibêje:
-Deh dolar ji min re lazim e; dixwazim ji hesabê xwe deh dolaran bikişînim.
Wezîfedar dibêje:
-Ji kerema xwe re ji bo deh dolaran me aciz neke, nabe em li vir bidin; here li derve ji bankematîkê bikişîne.
Jin xwe tev nade. Bi qasî çend sanîyeyan li ser nigan diponije, dû re difitile ser wezîfedar, dibêje:
-Di hesabê min de pênsed hezar dolar heye, wê çaxê ez dixwazim pereyê di hesabê xwe de gişî bikişînim.
Bi bihîstina pênsed hezar dolarî re çav di serê wezîfedar de mîna du tasan fireh dibin. Li ber xwe li komputerê dinere. Bira jî di hesabê wê de pênsed hezar dolar heye. Difitile ser wê dibêje:
-Em nikarin anuha vî pereyî gişî bidin te. Divê tu ewil randevûyê bistînî, li gorî wê em hesabê xwe bikin, dû re tu werî em wî pereyî bidin te.
Jin dibêje:
-Himm! Baş e, wê çaxê ez dikarim sê hezar dolar bikişînim?
Wezîfedar dibêje:
-Erê, tu dikarî.
Jin piçekî difikire, dû re dibêje:
-Na na, ne sê hezar dolar; ez dixwazim du hezar û nehsed û nod û pênc dolaran bikişînim.
Wezîfedar bi haweyê temam serê xwe dihejîne û ji hesabê wê du hezar û nehsed û nod û pênc dolaran ji kaseyê derdixe û dide wê.
Jin ji nav wî pereyî deh dolaran derdixe û yê din jî dîsa li wezîfedar vedigerîne, dibêje:
-Ji kerema xwe re vî pereyî dîsa têxe hesabê min...

Gotina Dawî
Berê me ji mirîdan re digot:
 "Haho kurdî kurdî kurdî!"
Digotin:
"Kengî Kurdistan ava bû, dû re kurdî. Nuha ne zemanê ziman e. Nuha şer divê, berxwedan divê, serhildan divê..."

Eleqe
Nuha hûn dibêjin çi eleqe!
Pir eleqe ye!..
Divê meriv her tiştî di wextê wî de bike; were û biçilvire, zor û zehmet e meriv ber bi hev ve bîne û bide ser hev.



2 Haziran 2021 Çarşamba

edebîyat-sînema

Hêleke dilê min ji bo sînemayê, hêleke dilê min ji bo edebîyatê diavêje.
Û kurd ji her duyan jî dûr in.
Ne ji xwendinê hez dikin,
ne jî ji temaşekirina fîlman...
Û tew heger ji berhemên te bêhna îdeolojîyan nefûre, tu tirole yî di çavê wan de.
Lê xwezî bi qasî tiroleyan jî ji jîyanê hez bikirana!
Wek min berê jî çend caran nivîsandibû, nuha amadekarîya e-kitêbekê dikim; ya rast divê pênc meh berê êdî li ber destê xwendevanan bûya, lê carinan hin hevalên ku meriv bi serê wan sûnd dixwe, bi xwe de dirîn û xwe dilewitînin.
Serê meriv jî bifire, divê meriv soza xwe nexwe, bîne cî;
ku soz bû toz, hûn jî pişta xwe bidin wî hevalî, bimeşin, herin û wî hevalî di nav toza xwe de bihêlin.
Lê nuha dosya li ber destê Agirî ye û ez baş dizanim Agirî bi xezeba agir ew ê di demeke nêzîk de wê kitêbê bigihîne ber destê xwendevanan.
Ya bi xêr!
Wekî din jî, heger derfet çê bibe û ez bikaribim xwe bigihînim Mêrdînê, dilê min heye kurtefîlmekî bikişînim.
Senaryo amade ye;
jixwe ez ê bi xwe bilîzim û derhêner ê jî ez bim.
Heger biserife, edebîyat jî, sînema jî orgazm bi xwe ye;
tew bi kurdî anku bi zimanê meriv be, kêf li ser kêfê ye...
Şaş fêhm nekin ha, ne ew kêf li ser kêfa min di Doxînsistîzmê de qal kiriye...
Çîroka wê ji min nexwazin, jixwe di Doxînsistîzmê de heye; her kê meraq kir, dikare ji wir bibîne, bixwîne.
Ya din!
Min ê çi bigota?
Xwedê dide hinekan û Xwedê dine hinekan!
Yên Xwedê dide wan nizanin bixwin, 
yên ji xwarinê fêhm dikin jî, birçî ne...
Û karên kulturî jî bi fantezîyên kesên birçî çênabin.
Heger rojekê xeyal û fantezî û pere werin cem hev, wê çaxê em ê ji nû ve çîrokekê binivîsînin; çîroka zimanekî fantestîk.
Lê mixabin, vê gavê, ev zimanê fantestîk li ser zimanê xwenezanan tenê fantezîyeke xwelîserîk e.

Gotina Dawî
Erê, belkî edebîyat û sînema zikê meriv têr nakin, lê bi ziktêran jî dewlet nabin dewlet; heger ziktêr serê xwe jî têr nekin...

1 Haziran 2021 Salı

karîkaturistan

Ne tenê dewlet, yên li ser axa vê dewletê dijîn jî, karîkatur in.
Bi rêberî û rêvebirîya xwe,
bi desthilat û mixalefeta xwe,
bi rojnamevan û nivîskarên xwe,
bi rewşenbîr û akademîsyenên xwe,
bi hunermend û xwendeyên xwe,
ji serî heta binî hemû karîkatur in.
Rebenê Denîz Baykal bi kasetekê celî kirin.
Rebeno!
Ji rojan...
Ji mehan...
Carekê lê rabû, xwest li ser navika karxezalekê çend gwîzan bişikîne,
bêbavekî rabû berê tavê da qûnê, rebeno hetikand.
Piştî wê hetikandinê, êdî heta talîya emrê wî jî hew lê radibe.
Axir,
rebeno bi wê kasetê av û av çû, 
ji qoltixa xwe jî bû, 
ji namûs û heysîyeta xwe jî bû,
ji tahma heyatê jî...
Û Kemalê tûncelîyî yê guhbastêq û pozecûr, ne eyb û ne fedî çû li ser qoltixa wî rûnişt.
Ez zêde dirêj nekim û serî li xwe û we nekim kundir!
Yaw ev serê mehekê ye, bi derhênertî û lîstikvanîya Reîz em li "The Sedat Peker" dinerin 
û bi saya vî fîlmî jî yê heta roja îroj haya wî ji şilbûna bin vê dewletê tune bû jî, pê hisand; 
ne dizî hişt, 
ne qaçaxçîtî hişt, 
ne kokaîn û eroîn hişt, 
ne jî talan û kuştin û qesasî...
Lê, erê lê piştî vê zir tofanê hîn jî mixalefet mîna xiltê bin axê xwe li kerrî, kwîrî û ehmeqîyê datîne.
Yaw ma qey ên li ser desthilatîyê ne ranabin bi xweber nabêjin de va ye ez çûm û bi xatirê we...

Ma nizanim kaset masetên serokê sererd û binerd jî bi Reîz re tune ne?
Hey carê wek kelmêş di ber guhê meriv re here, dike pingînî û di ber guhê me re diavêje!
De ya bi xêr, 
lê ez ê bi kêfeke hew dibe li ber wê beşê rûnim, lê binerim û li ber jî bîraya xwe vexwim, dendikên xwe çerez bikim...

Gotina Dawî
Ne kurd, ne tirk yek ji yekî xerabtir û ehmeqtir e.
Û heger guherînek çê bibe, ne bi xîretkêşîya kurd û tirkan, ew ê bi destê Amerîkayê çê bibe.