3 Temmuz 2024 Çarşamba

dîsa me pê girt

Ker di jina şens û sihûda me ne!
Em pişta kê digirin, têk dihere. Me sifreya xwe raxist, araqa xwe hazir kir, me go qey Avustûrya yê bixeritîne tirkan, lê wer xuya ye ewil avûstûryayî, dû re jî em ê pê bigirin, mixabin!
Lê jixwe ji roja em ji dawa dêya xwe ketine, me pê girtîye û em dikin nakin nikarin berdin.
Qey pêgirtin qedera me ye; erê weleh…
Lê ez di vê qederê nim!
Axir…
Ka bila nîvekê dawîn dest pê bike bê Xweda ji ca kê distîne û dide ca kê!
Tew!
Ma qedera rebena dê ji ya me xerabtir e ku bavê me tenê li ser bedena wan cot kirîye û cotê wan jî ber negirtîye.
Dîsa axir…
Na weleh xêr di vê maçê de nema. 
Ya baş ez nivîsê biqedînim û li kêfa terikê xwe binerim, lê ku piştî vê bêhuzûrî û acizîyê rebenê terik xwe ji min nexeyîdandibe!..

Gotina Dawî
Dîsa bi nav destê me de teqîya, mixabin!

1 Temmuz 2024 Pazartesi

dinya hêlan e

Dîsa şer, dîsa pevçûn, dîsa kaos!..
Şerê cîhanê yê sêyemîn dest pê kirîye yan ew ê dest pê bike,
lê jixwe li her derê şer e, çi veşartî çi eşkere.
Gelo berî qîyamet rabe em ê bigihêjin miradê xwe, azadî û serxwebûna Kurdistanê bibînin an piştî qîyametê ku kevir li ser kevir nemîne em ê dest bi avakirinê bikin?
Axir…
heger em nemirin, em ê bibînin.

Li Tirkîyeyê, bi destek û piştgirîya hêzên paramilîter tirk êrişî sûrîyeyîyan dikin.
Û dewlet jî tenê temaşe dike.
Heq e meriv bibêje birayên hev ên dîn in, loma jî xwe bi xwe bila di jina hev in, lê hewce nake;
jixwe wa ye dinin dê û jinên hev!

Gotina Dawî
Dinya hêlan e û em di wê hêlanê de ne, lê kî me kil dike, ne belî ye!
Ya bi xêr…

îşev ez ê nenivîsînim

Îşev wek ku zêde dilê min tune ye tiştinan binivîsînim. 
Nizanim çima, 
lê canê min sistopisto ye û giranîyekê girtîye ser min mîna bênamûsê kabûs ku carinan di bêdengîya şevê de dixirpişe ser dilê meriv û bêhn û nefesê li meriv diçikîne.
Belkî jî îro min xwe bi sporê zêde betiland.
Axir…
Îşev ez ê nigên xwe radim, terikê xwe ji hêla çepê biavêjim hêla rastê û ji xwe re li maça Gurcistan û Îspanyayê binerim.
Qesta min ji çep û rastê, bila tiştekî îdeolojîk neyê aqilê we, haa!
Lewra… 
kîr anarşîst e!
Ji nîvê şevê re zêdeyî seetekê heye; heger mejîyê min gon xwar û makfikirîna min avis bû, ez ê çend gotinan li hev siwar bikim û ber bi we ve bi çargavî bibezînim.
Na weleh, wer xuya ye ez ê îşev tiştekî nenivîsînim;
jixwe zemên jî singê xwe rakirîye, ber bi nîvê şevê ve dibeze.
Min go şer bi zemên re nabe!..
Axir…
Ev cara duduyan e ez dibêjim axir, lê jixwe berê jî min ji we re gotibû, ji hin peyvan pir hez dikim, mîna qehpikekê bîst û çar seetan di wan nim, dilê min rehet nabe.
Haa!..
Li vir şaş fêhm nekin. Qesta min ji nîyhandinê, ne çêr, siqêf an dijûn e, tenê hestîyane ye.
Erê, min çi digot?
Min ê bigota axir,
erê, axir…
du bîrayên min di sarincê de ji cemidandinê hindik maye sermê bigirin.
Ka ez rabim ji xwe re li ber maça Gurcistan û Îspanyayê hêdî hêdî vexwim.

Gotina Dawî
Min go îşev ez ê tiştekî nenivîsînim.