19 Eylül 2021 Pazar

reîs û kitêba ne kitêba wî

Rast derew, xêr û guneh ne di stuyê me de, dibêjin, Reîs kitêba xwe ya çapbûyî nexwendîye!
Hêja ye Kitêba Rekoran Guinnes bi herfên zêrîn navê Reîs li ser navika xwe binivîsîne.
Kî bîra meriv nexwîne û rabe binivîsîne lo lawo!
Ev jî hunerek e haa!
Lê haya Reîs ji vê hunerê heye, tune ye, nizanim.
Ilhez hinekan bi zorê ev huner kiriye hunera wî.
De îja...
Wî bi xwe nexwendîye...
Ê bi qasî ez rojevê dişopînim, hîn tu kesekî din jî nexwendîye.
Hi ihi!
Û jixwe li cem xalê me Seleh (Medya Kitap) jî nayê firotin.
Ka îja em ê çawa bizanibin bi çi ayet û hadîsan xemilîye?
Îhtimaleke mezin wî bi xwe nenivîsandîye; hinekan ji dêvla wî nivîsandîye.
Lê kes newêre xwe bide ber jî...
Ma hîn meseleya dîplomayê safî nebûbû, îja kitêb jî derket pêyasê û bû zêdeyîya ser kezebê.
de xalo, de xalo!
çemê çetelê de xalo!
Le ku hinekan fantezîyên xwe yên seksê nivîsandibin!
Ininin! Ininin! Ininin!!!
Belî nabe.
Lê xwezî fantezîyên Reîs binivîsandana.
Weleh nuha têra xwe rengîn in.
Qesra bedew a bi şeml û şemal û fantezîyên bicizbêketî...
Ya star!
Haho!
Allahuekber!
Allahuekber!
Sibê ez ê herim li A101 û BÎMê binerim, bê ez kitêba Mr. Reîs bi dest naxim...

Vê pêla dawî, li ser medyaya sosyal zêde diajon ser Hêja Netira ku dike nake nikare xwe ji tirk û tirkî û zîhnîyeta tirkan rizgar bike.
Rebenê jî bi qasî hêz û qaweta xwe li ber xwe dide, lê dem ne dema liberxwedanê ye, mixabin;
yên li ber xwe dan, ji dawa dêya xwe filitîn û yek bi yek bûn kulmek ax!
Hûn bi ya min dikin, zêde bi ser de nerin û bes wê aciz bikin,
yan na ew ê rabe "ne"ya ber paşnavê xwe jê bibe û xwe bike belaya serê tirkan.
Hûn dahwa çi lê dikin heyran?
Deve ye û bi serê xwe ye. Baş, xerab, kar karê wê ye, çi ji we re!
Şêrîn e, sempatîk e, xweşik e û wek jinekê jî têra xwe mêrkujane ye, bi şerefa Hecî Meter.
Erê, carinan piçekî xwe fahş dike, lê jixwe di dema me ya îroj de fahşbûn bi xwe hunerek e.
Ha, ez vê jî bibêjim, heger bi şewba îdeolojî mîdeolojîyan nekeve û tenê bi hunerê re mijûl bibe, jineke jîr û jêhatî û di qerf û mîzahê de jî serketî ye,
lê wek min got, divê xwe bi jahra îdeolojîyên teresonîk jardadayî neke.
Wek hevbajarîyekî te (herweha kalikê te jî dostê bavê min bû; rehma Xwedê li wan be) karê xwe bike; heger te jê hez kiribe, bi kesî re nekeve nav heftûheyştan...
Û tu sax, ji qewla şêxê min Laleş Qaso!