8 Eylül 2021 Çarşamba

nakokî û paradoks û sendrom

Ruya bi tirkî dibêje...
Îja hûn ê bibêjin Ruya kî ye?
Ruya Ruya ye û di facebookê de hevalek e, mîna xewnekê...
Çendî carekê derfet çêbû em du qedeh araq bi hev re vexwin jî, hesabê malê û sûkê li hev derneket û çû 
û bira jî ji bo min bû xewnek.
Ez vê jî bibêjim, bi xweşikbûn û bedewîya xwe, Ruya bi rastî jî ji bo hinekan Ruya ye.
Axir...
Wê rojê di facebookê de, li ser rûpela wê ez li parvekirineke werê rast hatim:
Ez dikarim pirsekê bikim?
Zimanê dêya min kurmancî ye, zimanê bavê min kirmanckî ye û wek yeka di zanîngehê de beşa Turkolojîyê xwendîye ez meraq dikim.
Gelo Ataturk di vê hevokê de xwestîye çi bibêje?
Berpirsîyarîyeke çawa li kesên li Tirkîyeyê dijîn bar dike?
"Tirkek hêjayî dinyayê ye!"

Ez ê bibêjim, bila hinek jî ji te re wergerîne tirkî.
Te pirsîye:
"Ev gotina Ataturk berpirsîyarîyeke çawa li însên bar dike?"
Bersiv:
Ataturk berpirsîyarîyeke wek berpirsîyarîya li te bar kiriye, li însên bar dike.
Bi haweyekî entegrasyonî asîmilebûn...
Hezkirina tirkîbûn û tirkîyeyîbûnê...
Rêz û hurmeta alaya dewletê...
Û hezkirina li Ataturk.
Bi kin û kurmancî,
Ew rol-model tu bi xwe yî, Ruya xanim.
Ataturk bi vê gotinê hişt ku yên wek te ne tirk jî xwe tirk bibînin û ji ber xwe, ji ber qewmê xwe şerm bikin.

Gotina Dawî
Tirkên tirk ji ber tirkbûna xwe şerm dikin û herweha heta ji wan tê hewl didin tirkbûna xwe veşêrin, lê xwelîserên netirk radibin bi çavekî pîrozwer li tirkbûnê dinerin, mixabin.
Nakokî!
Paradoks!
Sendrom!
Û nizanim çi!